Pênûs di nava tiliyan de, kaxiza saya li ber min. Çav noqî dûr, dûr tibabekî. Mejî li min kumişiye, mişt, mejî deşo, ji hîs û geryana bi mij û moran a bûneweriyê... Li dû “wez”ên bêwerz, li dû serencamên Binxetkirî. Li dora dûr û nêzê diherim, têm, lê belê tu tişt li rû-pelê saya nayê.
Her peyv, pênase, wate, sembol, sîma, kurtepist, pirs û bersiv, li bayê bezê, li şîpekê, bêqonax û bêduryan hiş dibin di bîreke agirîn wer dikin, vedikin dil bi du birînên Binxetî: Qamişlo û Mihemed Şêxo...
Bêliv im, pêkar û refleksên min bi min ve nayên, pênûs nakêlime, pel saya. Nayê tu kiras li vê bejnê, li vê balê.
Li kefa dêst dinêrim: Qamişlo; li mûma ku dihele diwerêvim: Sînemaya Amûdê; li sûretê ku li dîwêr e dinêrim Mihemed Şêxo; li têlên sînoran diherim; Helebçe Helebçe û zerahî...
Wêdetir mirin, xalî bi qasî kewareke mozanqirtkan! Kerdengiyeke xumam, qerqeşûn û pêvedan wêdetir...
Wêdetir bergehên belek belekî, roya ku li xezebê hilatî, deng, lewlew, derbendên ecacokê, gêjgerînekeke reş û spî wêdetir.
Mirin, tirs, term, mirî, lûle, cênîk, xwîn, saw, birûsk, kevir, kevkanî, baran, ax, şev, darbest, girî, dûriyên balûpal, derba kuştinê derba kuştinê derba kuştinê... bi bêhnekê’r min bêhnfetiskî dihêlin.
Wêdetir zilm, postal, xerdel, bêxwedîtî, bêXwedatî, bênavî, sirgûn, mişextî, bêpiştî, berbelavî... sînor sînor sînor.
Revek li xwe, li xwezayê, li amaje û sûretan, hewante hewante.
Halanek li dil, li tiliyan, li pênûsê: Pel hê spî, spî spî, rû reş reş.
Tu tişt naniqute, nawerêve.
Tu tişt ne tu, her tişt ne tişt.
Hebe nebe hisandin; li Qamişlo, li Helebçe, li Sînemaya Amûdê, li Mihemed Şêxo, û derdên ku nayên jimarê.
Hebe nebe Felek, êş, Nesrîn, du çav, du birînên ku digirîn, sewta kedirî, Bisk û qêrînên di kerika guhê Xwedê de lal lal lal.
Hebe nebe li ber barana çarhêl a vî Agirî, li ber mûma vemirî, li ber sewta kedirî, li bin Asîmanê ku ji mêj ve ye hîç û tu car li me nagirî: DILGIRÎ DILGIRÎ DILGIRÎ
Hebe nebe Navê Bênaviyê; hebe nebe Bavê Felek û Hezkirin, her û daîm daîm daîm.
DILGIRÎ bi wê hêviya ku tu pê dihedirî, Qamişloka min!
…
Pênûs hê jî di nava tiliyan de, kaxiza li ber min saya. Çav noqî dûr, dûr tibabekî, biferzînin ji vir û Qamişlo..!


