logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Xelatên Huseyîn Çelebî hatin belavkirin

Xelatên 16. Pêşbaziya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî hatin belavkirin.

  • Dîrok: 10/11/2008
  • Beş: Nûçeyên Çandî

 

Zekî Ozmen

Xelatên 16. Pêşbaziya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî hatin belavkirin. Di şahiya diyarkirin û belavkirina xeletên pêşbaziyê de hem nivîskar û xwendevan gihîştin hev, hem jî ziyafeta muzîkê hebû.
Şeva Pêşbaziya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî ya ku her sal ji aliyê Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) ve tê organîzekirin îsal li bajarê Frankfurtê bi beşdariya bi sedan xwendekarên zanîngehan ve hate lidarxistin. Digel panelên li ser wêjeyê, diyarkirina helbest û çîrokên ku hêjayî xelatê hatine dîtin hatin diyarkirin.

505 berhem hatin şandin

Îsal bi giştî ji 359 kesan 505 berhem ji bo pêşbaziyê hatibûn rêkirin. Di kategoriya helbestên kurmancî de bi giştî 112 helbest hatibûn rêkirin û ji wan helbestan bi navê “Hêvî” ya  Welat Esen ji Girtîgeha Tîpa F Kirikale wekî yekemîn, helbesta bi navê “Aşop” ya Yilmaz Demîr ji Girtîgeha Tîpa E ya Semsûrê wekî duyemîn û helbesta bi navê “Bakur” ya Mihemed Elî ji Swîsre û “Kevalber” ya Serkan Avagon ji Selhedînê wekî sêyemîn hatin xelatkirin. Juriya beşa kurmancî ya helbestan ji Jana Seyda, Arjen Arî û Ehmed Huseynî pêk dihat.
Di Kategoriya çîrokên kurdî de ku juriya wê beşê ji Firat Cewerî, Xelat Ehmed û Cîhan Roj pêk dihat, çîroka bi navê “Tazî” ya Şevger Çiya ji Stenbol wekî yekemîn, “Evîna bê sînor” ya Eyup Turgay ji Girtîgeha Sîncanê duyemîn û “Şahîn, Bazê Çiyan” ya Kawa Şêxê ji Almanyayê wekî sêyemîn hatin hilbijartin. Ji bo vê kategoriyê jî 29 berhem hatibûn rêkirin.
Ji bo beşa helbest û çîrokên bi zazakî jî 5 helbest û çîrokek hatibûn rêkirin lê belê juriya vê beşê ku ji Kamer Soylemez, Haydar Diljen û Îlhamî Sertkaya pêk dihat, berhemên hatine rêkirin hêjayî xelatê nehatin ditîn.
Ji bo kategoriya beşa tirkî ya helbestan 209 helbest hatibûn birêkirin û “Zaman” a Aykan Erdem ji Stenbolê wekî yekemîn hate hilbijartin û her wiha di beşa çîrokên tirkî de jî ku 75 berhem hatibûn rêkirin,  “Guvercin” a Murat Turk  ji Gîrtîgeha Boluyê ya Tîpa F wekî yekemîn ji hêla juriya vê kategoriyê ve hate hilbijartin.

Wêje ji bo kê?

Digel merasima belavkirina xelatan, di paneleke bi navê  “Wêje ji bo kê?” bi beşdariya nivîskar Helîm Yusif, Ehmed Huseynî û Xelat Ehmed ve hat li dar xistin. Di vê panelê de digel babeta hat destnîşankirin, pirsgirêkên rojane yên zimanê kurdî û wêjeya kurdî jî hatin giftûgokirin.
Di şevê de digel komên muzîkê yên kurdî dê Koma Yeni Turku jî derketa ser dikê lê Yeni Turku ku ji Tirkiyeyê hatibû derneket ser dikê; li ser vê jî tengezarî di birêveçûna şevê de derket û ev yek bû sedem ku şev zêdeyî du saetan bi derengî dest pê bike. Destpêkê ku bi hênceta ku sîstema teknîkî ya deng ne bi dilê wan e, pirsgirêk deranîn û piştî sîstema deng li gor daxwaza wan hate guhartin, vê carê jî komê şerta ‘heta wêneyê rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji dikê neyê danîn, yan bi perdeyekî neyê veşartin ewê nederkevin ser dikê’ avêtin holê. Piştî komîteya amadekar ev yek qebûl nekir koma Yenî Turku bêyî derkeve ser dikê salon terk kir û çûn. Li ser vê mêvan û temaşevanan nerazîbûn nîşanî Yenî Turku da.
Di şevê de diya Huseyî Çelebî jî axaftinek kir diyarkir ku digel ew bi xwe jî tirk e, ew vê kiryara Yeni Turkuyê şermezar dike û xwe ne tenê wekî diya Huseyî Çelebî dibîne, lê belê diya hemû şehîdan e. Di şevê de rêveberê KCK’ê Duran Kalkan û gelekên din pîrozbahî ji bo şevê şandin. Di birêveçûna şevê de Ehmed Huseynî helbestên xwe yên bi kurmancî û Îlhamî Sertkaya jî helbestên xwe yên bi dimilî xwendin.
Ji hêla din ve beşdarên şevê di destpêkê de bi muzîka Sakîne û Mehmet Akbaş û di dawiyê de jî bi stranên Mehmet Atlî demên xweş derbas kirin.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Xelîl Osman: Civandina Kongreya Netewî pêwîstiya herî mezin e

ad

Nûbiharê got 160

ad

KCD'ê û BDP'ê ji bo Huso peyam weşand

ad

Doyê du pirtûkên Arşevê Oskan weşandin

ad

Azerbaycan: Dronên Îranê li balafirgeha Nexçiwanê ketin

ad

Çend rojnamegerên jin girtî ne?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname