logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  3. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  4. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  5. KNK: Ji bo kurdan emê ji Neteweyên Yekbûyî 'statuya neteweya çavdêr' bixwazin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Ji roja 'Ji mecbûrî goştê mirîşkan tê xwarin' heta niha

  • Dîrok: 26/05/2008

 

Pêşiyên me gotine; "Ji mecbûrî goştê mirîşkan tê xwarin".
Min wê rojê ji bo yekî qala vê peyvê kir, ecêb ma.
Belê eynî wisa bû: Berê di nav kurdan de kî goştê mirîşkan dixwar?
Qet.
Tew dema mêvanekî biçûya malek û goştê mirîşkan bianiya ber, pê henekên xwe dikir. Kesî nedixwar. Qîmeta goştê mirîşkan nîn bû.
Em ji yên berê jî berdin ez bixwe gihîştim; salê carek ger diya min goştê mirîşkan çêbikira bavê min berê xwe ba dida, hêrs dibû û digot; "Enka kam goştê kergan weno."
Belê kesî nedixwar.
Kurd li gundên xwe bûn. Yê her kesî, her malî dewarên wan, pezê wan hebû. Dema pêdivî pê didît kêr diavêt stûyê, mesele hel dibû.
Ger em hinekî ber bi paş ve biçin, emê bibînin ku dema mêvanekî dihat mala kurdekî miheqeq jêre beranekî ser jê dikir. Goşt goşê pez bû, yê dewaran bû. Ew dihat xwarin. Di rewşeke wisa de gotina "Ji mecbûrî goştê mirîşkan tê xwarin" di cih de bû.
Lê îro?
Îro bi hezaran malên kurdan li bajaran hene herhal salê carekê goştê dewaran/pezan li mala xwe nabînin. Nikarin bibînin. Ji ber ku ji gundên xwe hatine qewirandin, ji çandiniyê hatine bi dûr xistin, li kuçe û kolanan mane.

Ez li du qesaban geriyam:
Li Amedê kîloyê goştê dewaran yê bi hestî 12 ytl ye, yê bê hestî 16  ytl. Kîloyê goştê mirîşkan 6 ytl.
Li Stenbolê kîloyê goştê dewaran yê bi hestî 14 ytl, yê bê hestî 19 ytl. Kîloyê goştê mirîşkan jî 5-6 ytl.
Bifikirin, hûn ji gundê xwe hatine, li bajarên ku hûn lê ne we karekî peyda nekiriye, hûnê çawa bikaribin goştê dewaran bixwin. Êdî luksa we ji goştê dewaran wêdetir dibe ku goştê mirîşkan be, ger ew jî bi destê we bikeve...
Em bibêjin li bajarê ku hûn hatine kê we karek bi dest xist. Karek bi mehaneya asgarî (mehaneya herî kêm). Li Tirkiyeyê ev mehane 480 ytl ye. (Li Tirkiyeyê bi mîlyonan betal hene, jixwe em qala wan nakin) Ger em li rojan bixin li gor mehaneya asgarî roja we tê 16 ytl. Yanê hûn rojekê bi temamî bixebitin hûn encax dikarin kîloyekî goştê sor, goştê dewaran bikirin. Ger wisa be hûnê çawa bikaribin goşt bixwin? Helbet hûn nikarin. Û hûn naxwin jî.
Lê ji aliyê din, ji bo tundiristiya we, pêdiviya laşê we bi goşt heye. Hûn mecbûrî berê xwe didin goştê mirîşkan, ji ber ku pereyê we encax bi wê dike. Ji 16 ytl'yê ku we girtiye hûn pê dikarin 3 kîlo goştê mirîşkan bigirin.
Yanê, em ji roja "Ji mecbûrî goştê mirîşkan tê xwarin" hatin vê derê. Li gundê xwe we goştê dewaran dixwar, li vir em mecbûrî goştê mirîşkan bûn. Yên ku goştê mirîşkan bi dest nakeve jî jixwe em qal nakin.
Em çi bibêjin. Me bi gotina pêşiyên xwe dest pê kir, em bi gotina wan temam bikin: "Xwedê heqê me nehêle."

cemilo@diyarname.com

Hin Nivîsen Nivîskar

10 deqe paşê dê Parîs têk here!

  • 10 Avrêl 2014

Wisa bifikirin: 10 deqe paşê bajarê ku hûn lê dijîn, em bibêjin Amed, bajarê dîrokî, yê ku hûn gelek jê hez dikin dê bi bombeyan bi hewa bikeve;...

PISTEPIST, AUSLANDER BEG Û DI MORGÊ DE

  • 22 Rêbendan 2012

Ji nav pirtûkên sala 2011'an emê berê xwe bidin sê çîrokan.Nivîskarên Diyarnameyê pirtûkên salên 2011'an dinixînin lê min xwest ez ji...

Çapemeniya Kurdan a Neteweyî Heye Gelo?

  • 23 Sermawez 2020

Ev ji ku derket?Ez bêjim:Çend roj berê, hevalê me Bedran Dere li ser twittira xwe wisa nivîsî;"Hemû xebatkarên çapemeniya kurdî di kongreyekê de xeyal...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Werger û wergêr -1- (Werger karekî pîroz e û profesyonelî dixwaze)

ad

Li Başûr sala nû ya xwendinê dest pê kir

ad

Rêveberiya Kantona Kobanî jî çek hilda û kete mewziyê

ad

Mebûs û şaredar bûn aboneyê Azadiya Welat

ad

Ji Dilopê 'Erdhej, siyaset, hilbijartin'

ad

Bi polîtîkayên taybet Heskîf tê valakirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname