Diyarname
Gera Serokê Lîbyayê Miammer Qedafî ya ji bo Rusyayê sibê dest pê dike lê pirsgirêka konê heye.
Qedafî dixwaze li Meydana Sor kona xwe ya navdar veke, lê rayedarên Rusyayê vê naxwazin. Yek ji rayedaran wisa got: "Bi Lîbyayê re li ser konê muzakere tê kirin. Kon ji bo rêberê Lîbyayê girîng e."
Qedafê di gera xwe ya li Parîsê ya di sala 2007'an de jî li bexçeyê otelê kon vedabû û di bin kona xwe de mazûvanî ji bo mêvanên xwe kiribû.
Di gera sê rojan a Qedafî ya li Rusyayê de mijara sereke kirîna çekan a Lîbyayê ya ji Rusyayê ye.