Diyarname
Li komela Hêlîn a li bajarê Essena Almanyayê, bi beşdariya gelek helbestvanên kurd "Roja Helbesta Kurdî" li dar ket.
Çalakiya ku Komîta Amadekar ya Roja Helbesta Kurdî li Derve li dar xist de roja 30.10.2001, saet: 14:00'an de bi beşdariyeke mezin dest pê kir. Bernameya çalakiyê bi deqeyeke rêzgirtina ji bo şehîdên Kurdistanê û yên şoreşa Sûriyê hat destpêkirin.
Yek ji endamên komîteya amadekar Elî Cafer bi gotineke kurt xêrhatina li mêvanan kir û got ku ev cara şeşan e ku li derveyî welêt, di helkeftina koçkirina seydayê Cegerxwîn de, Kurdên Rojava yên ku li derbideriyê dijîn di vê rojê de tên cem hev û li helbestên kurdî guhdarî dikin.
Eleqe ji bo helbest û stranan hebû
Ji salên din cudetir yek ji xalên cuda a vê çalakiyê jî îsal ji salên din zêdetir helbestvanên jin beşdar bûn, helbestên xwe xwendin, di heman demê de di nav temaşevanan de jî jin zêde bûn. Xaleke din a cuda ji salên din jî ev bû ku helbestvan kêmtir Lê guhdar zêdetir bûn. Stranbêjên kurd jî eleqe nîşanî şevê da. Dîsa şoreşa Sûriyê jî bandor li çalakiyê kir ku gelek helbest hatin xwendin.
Di beşa yekem a bernameyê de helbest hatin xwendin û di bexa duyemîn de jî stran hatin strîn.
Keça Kurd, Hêmen Kurdaxî, Selwa Hesen, Merwan Elî, Mizgîn Hesko, Jan Dost, Gulistan Haco û Xalid Bavê Dilo ji bo guhdaran helbestên xwe xwendin.
Mêvanê rûmetê: Dr. Husên Hebeş
Mîna her sal, îsal jî du helbestvanên kurd yên ji beşên din yên Kurdistanê hatibûn vexwendin. Ji Rojhilat Hesen Îrandost û ji Bakur Newaf Mîro çend nimûne ji helbestên xwe xwendin. Di dawiya beşê yekem de helbestvan Dr.Husên Hebeş hate vexwendin û mîna hersal ku nivîskarekî kurd wekî mêvanê rûmetê hat hilbijartin, Komîta amadekar îsal Dr.Husên Hebeş wekî mêvanê rûmetê yê vê rojê qebûl kir û wekî xelata sembolîk jî pirtûkeka Mem û Zîn ya Ehmedê Xanî danê. Bi xwendina helbestên Dr. Husên Hebeş re, beşa yekem bi dawî bû.
Di beşa duyem de Hunermend Bangîn bi axaftinekê kêfxweşiya xwe anî zimên ku îro di nav ew qas nivîskar û helbestvanan de ye û bal kişand ser dijwariyên aborî yên di pêşiya stranbêjên kurd de dibin asteng û nahêlin ew bi guhdarên xwe re û bi awayekî berdewam di têkiliyeke germ de bimînin. Piştî wî hunermend Zuhêr Cemîl, Zubêr Salih, Gulistan Sobarî derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
Gelek helbestvanên ku nekarîn beşdarî çalakiyê bibin peyam û helbestên xwe şandin. Li ser navê hevgirtina nivîskar û rojnamegerên kurd jî nivîskar Qado Şêrîn spasiya komîta amadekar ya vê rojê kir û pêşniyar kir ku komîteya îsal destûrê bide hevgirtina wan, da ku sala bê ew xwe bidin ber barê amadekirina vê roja ku bi navê “Roja helbesta kurdî li derve” li dar dikeve.
Ji bo erdheja Wanê daxwaza alîkariyê
Di çalakiyê de erdheja Wanê jî hat rojê. Fatih Tîmar behsa erdheja li Wanê û Erdîşê kir û doza alîkariyê li beşdarên rojê kir.
Bernameya “Roja helbesta kurdî li derve” ku ji aliyê Helîm Yûsiv ve hat bi rê ve birin çar saetan dom kir. Di çalakiya ku li nav çar dîwarên komela Hêlîn li dar ket de, ku bi tabloyên xweşik yên şêwekara kurd Cîhan Ibrahîm hatibûn xemilandin, li ser tirajediyên ku li welêt diqewimin û ji ber helbesta Jan Dost ya li ser dayikê û hesretên xerîbiyê, bi çavekî giriyan û bi çavê din jî, di ber helbest û stranên kurdî re, bendewariya siberojeke xweştir dikirin û dikeniyan.
Serketina çalakiyê
Di çalakiya ku bi ser sed kesî lê amade bû de, digel televîzyon û rojnameyên kurdî hatibûn vexwendin jî kes ji wan ne amade bû. Ji aliyê guhdarîkirin û hestiyariyê de çalakiya îsal ji salên din zêdetir eleqe dît ku ev yek jî aliyeke din a serketina çalakiyê nîşan da.
Ji çalakiyê çend wêne:
Bi ser sedî re beşdar hebûn. Wêneyek ji çalakiyê.
Nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv bername bi rê ve bir.
Hêmen Kurdaxî helbestên xwe xwendin.
Nivîskarê malpera me Jan Dost jî mêvan bû.
Selwa Hesen jî helbest xwendin.