Diyarname
Weşanxaneya Ronahî ya ku navenda wê li Amedê ye vê hefteyê antolojiya helbestvanên jin ên kurd weşand.
Helbestvana kurd ya jin Evîn Şikakî li ser jinên helbestvan yên kurd lêkolînek çêkir û antolojiyeke helbestên jinan ya li çar perçeyê Kurdistanê amade kir. Ev xebat bi navê “Fîxana Pênûsên Nazik Antolojiya Helbesta Kudî ya Nûjin” hate weşandin.
Di vê pirtûkê de ji helbestvanên soran bigirin heya yên kurmanc gelek jinên helbestvan di nav de cih girtine.
Di antolojiyê de amadekar Şikakî kiriye ku ji bakur, başûr heta rojhilat cih bide hemû helbestvanên jin ên kurd, wan bi xwendevanan bide nasîn û hin helbestên wan jî di wir de çap bike.