Salek ji temen diçe û saleke din tê. Bi hezarên salan e miovayetî di hundirê vê xeleka girover de digere û wê her bigere. Di nav wan de jî kurd sal bi sal bendewariya azadiya xwe dikin. Di vê nivîsê de ez ê bi kurtayî daxwaz û hêviyên xwe ji bo her çar parçeyên Kurdistanê eşkere bikim. Her wisa ez ê hin rexneyan li partî û hêzên kurdan ên xwedî bandor bikim, da ku sala bê ji sala derbasbûyî baştir be. Ez ê di pencereya rojavayê Kurdistanê re li rewşê binêrim.
Rojavayê Kurdistanê
Siyaset: Kurd li wir di navbera du aliyan (PYNK û ENKS) de hatine parvekirin. Rêveberiya xweser bi hemû partî, rêxistin û hêzên xwe ve dikarîbû beşekî ji welêt heta radeyekê biparêze, lê Rojava di nav metirsiyên pir mezin de ye û tenê siyaseteke dirust dikare gemiya Rojava ji binavkirinê rizgarbike û wê bigihîne peravên ewlekariyê. Hêviya min ji Rêveberiya Xweser û bi taybetî ji Partiya Yekîtiya Demokratîk û hevalbendên wê ku karê îdolojîk deynin aliyekî û siyasetê bikin. Siyaseteke wiha ku bêhtir “rojavayî” be û ji nakokiyên Bakur û Başûr bi mesafet be. Her wiha hêviya min ew e ku ENKS “Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê” bigihêje wê baweriyê ku hevalbendiya bi eniya dijmin re, Tirkiyeyê û hêz û aliyên îslamî yên pê ve girêdayî, ji siyasetê bêhtir ew zirareke mezin digihîne berjewendiyên kurdan. Kurd dikarin dijberiya hev bikin, lê bêyî ku pala xwe bidin dijminan. Her wisa hêviya min a ji bo her du aliyan ew e ku diyaloga kurdî-kurdî bigihîje encameke û kurd karibin li Rojava bibin xwedî eniyeke yekgirtî.
Çand û huner: Hêvî ew e ku birêveberiya Rojava di qada çand û hunerê de ji pêvajoya “teyoriyên şoreşgerî” derbasî pêvajoya pîvanên çand û hunerê bibe, stratejiyeke nû ji bo weşan û çapemeniyê bê danîn. Her wisa butçeyên mezin ji bo pêşdebirina projeyên çandî yên cidî û resen bêne veqetandin. Li vê qadê ne wekî alaveke propagandayê, lê wekî qadeke serbixwe û di avakirina rihiyeta civakê de xwedî roleke sereke bê nirxandin.
Rêveberî û xizmetguzarî: Bi hêvî me ku di demeke nêzîk de Deriyê Sêmalka vebe û karekî bi rêk û pêk ji bo damezirandina tevneke birêveberiyê ya pispor û pêşdebirina projeyên aboriyê di herêmên Rêveberiya Xweser de. Bi awayekî ku ev kar û bar dûrî mudaxeleyên rasterast ji hêla partî û rêxistinên siyasî ve bê meşandin. Her wiha bûyerên ne di rê de yên mîna şewitandina nivîsgehan û birina zarokan nav qadên perwerdeya siyasî û leşkerî bêne rawestandin.
Hêvî ji tevgera bakurê Kurdistanê ji bo Rojava
Hêvî ji tevgera siyasî ya bakurê Kurdistanê ew e ku “hemû hêkên xwe nexîne selika Rojava” û karê xwe yê di qada xwe ya navendî de li bakurê Kurdistanê sist neke. Her kes dizane ku bêyî piştgirî û alîkariya tevgera Bakur, wê avakirina statuya Rojava nehata holê. Wisa jî bedelê herî giran vî perçeyê Kurdistanê da. Lê ne rewşa navdewletî û ne jî rûdanên herêmî rê didin ku Rojava ji hêla tevgera Bakur ve bê birêvebirin. Ji ber vê pêdivî bi siyaseteke nû heye, ku rêveberiya Rojava bi temamî ji bo rêxistinên wê derê bê radestkirin û bi awayekî rasteqîne li şûna birêvebirinê tevgera Bakur bibe palpişt û piştgirekî ji dûr ve. Pilana dijminên kurdan ew e, ku ew statuya li rojavayê Kurdistanê bi alîkariya tevgera Bakur hatiye holê, bi sedema hebûna tevgera Bakur li wê derê ew statu bê rûxandin û ji holê bê rakirin. Heta radeyekê li Efrîn, Serêkaniyê û Girêsipî ev pilan biserket. Di baweriya min de pêdivî bi wê yekê heye ku rê li ber tevgera Rojava ya siyasî bê vekirin, da ku ji karê îdeolojîk bêhtir siyaseteke nû bimeşîne û dûrî bilindkirina sembol û rengên Bakur yan Başûr bikaribin ji niha bêhtir bi daxwazên Amerîkayê re biguncin û tevbigerin. Nexasim ku tevgera Rojava ji çar aliyan ve bi dijminan dorpêçkirî ye û ji bilî sîwana Amerîkayê tu derfeta berdewamî û bidestxistina oksejîna jiyanê nayê dîtin.
Eger tevgera bakurê Kurdistanê vî karê xwe yê îdolojîk bi vî awayê berfireh li Rojava berdewam bike û di nîşandana sembol û çalakiyên xwe yên hizbî de berdewam bike, wê zirareke mezin bigihîje rojavayê Kurdistanê û wê derfeta serkeftinê roj bi roj ber bi windakirinê ve bibe.
Hêvî ji başûrê Kurdistanê ji bo Rojava
Hêvî ji rêveberiya başûrê Kurdistanê û bi taybetî li Hewlêrê ew e, ku berî her tiştî guh bide berjewendiyên xelkên kurd yên rojavayê Kurdistanê û wan berjewendiyan neke qurbana nakokiyên xwe bi tevgera bakurê Kurdistanê re. Bi gotineke din, berjewendiyên neteweyî di ser nakokiyên siyasî re bêne girtin. Ji ber vê divê berî her tiştî deriyê Sêmalka bê vekirin û careke din bi vî awayî di rûyên xelkên kurd de neyê girtin. Her wisa bandorê li şaxê xwe yê Rojava ENKS bike, da ku ji eniya dijmin dûr bikeve û ber bi aliyê din ê kurd ve bê, da ku diyaloga kurdî-kurdî bi gavên bilez biçe serî û bigihîje encameke. Her wiha li Rojava binêre ne wekî qezenceke rêxistinî û siyasî, lê wekî qezenceke neteweyî. Piştgiriya avakirina statuyeke siyasî naskirî bêyî ku li pey qezenc û desthilatdariyên rêxistinî be.
Çend gotinên dawiyê
Dibe ev hêviyên ji bo sala nû ku min li jor bi kurtayî rêz kiribin hinekî romantîk bêne xuyakirin, lê ew hêviyên ji dil in. Ji ber vê qonaxa hestiyar û dîrokî ku rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe, hemû rê yên ji bo siberoja kurdan li wê derê berê me didin qada siyasî. Ev kirasê hêviyan yên ji bo sala 2022’an jî ji vir tê. Em ê hêviyên xwe yên wêjeyî û takekesane bispêrin bendewariya siberojeke baştir ji vî miletê kedkar û layiqî jiyaneke xweştir re.


