Diyarname
Festîvala Fîlman a Payîzê 'Fîlmekîmî' îsal di navbera 8-21'ê mehê de li Stenbolê, di navbera 15-20'ê mehê de li Enqere, 22-26'ê mehê de jî li Îzmîrê li dar ket. Festîvalê li Stenbolê eleqeyeke mezin dît.
Di beÅŸa Stenbolê de 138 seans hebûn û 46 fîlm di vê çarçoveyê de hatin nîÅŸandayîn. Li Stenbolê bi giÅŸtî li dor 20 hezar kes çû serdana festîvalê.
Li Enqere û Îzmîrê jî li dor 5 hezar kesî çû li fîlman temaÅŸe kir. Bi giÅŸtî 26 hezar kes bûn mêvanên festîvalê.
Fîlmekîmî ku îsal 20'emîn car li dar ket, bi fîlmê "Titane" dest pê kir. Ji ber eleqeya mezin 15 seans li festîvalê hatin zêdekirin. "Titane" (Derhêner Julia Ducournau), "Aline" (Derhêner Valerie Lemercier), "Belfast" (Derpêner Kenneth Branagh), "Kurtaj" (Derhêner Audrey Diwan), "Annette" (Derhêner Leos Caraks) jî di nav de gelek fîlmên xelatgir hatin nîÅŸandayîn. Festîval sala bê 21'emîn car dîsa dê meha kewçêrê de li dar bikeve.