‘Ez ji bo çi dinivîsim?’ Gava li ber awêneya hişê xwe li vê pirsê dialiqim, gotineke pêşiyên Efrîqiyan wiha di ber guhê min de dike pistepist: “Heta şêr çîroka xwe nenivîsin, dê çîroka wan bi destê nêçîrvanan bê nivîsîn; û hingê nêçîrvan vê çîrokê binivîsin jî encama wê an dê qefes be an jî teneşo…”
Ez, berî her tiştî, û berî her kesî ji bo xwe dinivîsim: da ku di vê dinyaya derewîn de peyveke min jî lêkirîbe, -ez nabêjim da ku gotineke min jî hebe- carina peyva darêtî dibe piştî demeke gelekî dirêj bê fêmkirin û qîmeta wê hebe. Gelek caran, peyvên lêkirî, wekî gencên veşarî bi sedan salan di kewarên xwe de dimînin.
Ez, ji ber ku ji nivîsînê hez dikim, ji ber ku sebr û hedara min pê tê, ji ber ku bi nivîsê dilê min ron(î) dibe, dinivîsim. Dinivîsim da ku di vê rojgarê de dengê min berav neçe, berbê nebe û ramanên min bêseroşûn nebin. Çi ko ez ji dengê wan hez dikim.
Ez dinivîsim da ku xwe bigihînim tipetipa dilê biçûk û mezinan, da ku qencî û xweşiyê li jiyanê birêsim, hema tenya yek kes bit jî, da ku bikaribim pireka hezkirinê ji dilan ji bo dilan birêsim û tê de hêviyan biçînim. Dinivîsim da ku bi vî zimanê hingivînî çêj û xweşiya jiyanê bînim ser destexana dilistanan û li vê dinyaya ku kîn û kerbê hespê xwe lixavkirî, hespê hêvî û evînê bi zîn bikim û bibim paleyê evînê.
Wekî George Chapman gotî, “Li vê gerdûnê du tav/roj hene, yek ew tav e ku em pê dizanin ya dî jî evîn e. Ger roja yekem vemire dê qiyameta suriştê rabe, lê ger tava duyem vemire dê qiyameta mirovan rabe…” Ez lewma dinivîsim da ku bihêlim ev tava duyem vê dinyaya tarî bi şewqa xwe geş bike û ev mirovên rêwinda li ber vê şewqê xwe bibînin.
Ez, ji bo xwe bibînim, ji bo xwe binasim û xwe li vê jiyanê biqelibînim, dinivîsim.
Ji bo zarokên bi qewlê zanyarekî, “tenya ji bo evînê şîrê dayika xwe dimijin, nexwe tu hêz, tu şiyan nikare mirovekî bi vê jiyana kambax ve girê bide” dinivîsim.
Dixwazim ev çilkên qelema min ji bo rihê wan bibin dilopek şîrê heyatê –evîn- û jiyanê li ber dilê wan geştir û şîrî/ntir bike.
Welhasil, ez ê ji vir pê ve, mehê çend caran, di Diyarnameyê de, bi we re, li ser “Rojgar”ê gotina xwe bipêjim. Te dî, nik me biwêjek heye, berê bipêje paşê bibêje…
Roj û dem bi dilê we bin. Şîrê heyatê, di ser sifreya we kêm nebe; baweriya min ew e, vê heyama reş û tarî ku êjderhayê kerb û kînê hefsarê xwe qetandiye û çavên mirovan sor, wijdan kor û mejî tarî bûye, tenya merhema ser birînan ku belkî piçekî be jî mirovan li hev germ bike û vê tûfana kînê ji nav me rake, vebûna kulek, pace û dergehên dilî ye. Tenya çareke mirovahiyê heye, li dijî mîlîtarîzma heftserî tenya Mîrza Mihemedek me heye, ew jî EVÎN e.
Bi dilekî tijî evîn, ez dergehê Rojgara xwe li we vedikim. Ji vir û pê ve, em ê di vî dergehî re her çirûska jiyanê zeft bikin û hewl bidin li vê derê, bi we re ser sifreya dilî bipêjin.
Ez, ‘ji bo evîn şîn bibe û şîn bimîne’ dinivîsim.


