Ku mirovekî/ê bidî ser destên xwe, bi cama mîkroskopê ku li reşikê çavan binêrî, eger lê geriyabe, jê geriyabe merivê bibîne ku tekane cihê xweşik ê wî/wê cewhera herî mirovî, deqa hezê ya li ser dilî rûniştî ye.
‘Hest’ her çiqas ku ji bo hemû afirdeyên xwezayê diyardeyeke hevpar be jî, lê heza di dil de hilnehatî û piştî wê evîn, bes aîdî mirovan e, ku mirov bi riya zimên dikarin heza xwe bi lêv bikin, wê wekî evîn ragihînin-nîşanî ya/ê hemberî xwe.
Di rabirdûya dîrokî ya mirovî de ku hez di nav hestên mirovî de kamilî be, ku ew bûbe destan jî, ku bûbe efsane jî, lê ew heza ku veguheriye bûye evîn; bûye êş, bûye kul û derd, bûye jan û sotandina dilî, bûye belaya serî jî…
Ku bûbûn destan, ku bûbûn çîrokên efsaneyî, ku li ser zimanan denahatibin, ji her nifşê nûciwan re ku bûbûn mînak û sembolên hezê jî, lê ji wê hez û evînê ne Mem û Zînê, ne Siyabend û Xecê, ne Derwêş û Edûlê, ne Ferhêt û Şîrînê, ne Romeo û Jûlet xêr jê dîtine.
Qey evînên destanî û efsaneyî li serdema feodal man? Di serdema kapîtalîzmê de hez û evîn, qey etîketeke AVM'yî ye!
Ji bo hûn vê tecavîza bi kariyer a li hez û evînê hatî kirin fam bikin, bes carekê bi çavên hez û evînî li çavên a/ê li hemberî xwe binêrin…!
Lê dîsa jî, ger êş be jî, ku esmer esmer, reşik reşik kul û derd, jan û sotandina dilî, belaya serî be jî… hez heye, hezê hebe, hezê bi evîngere ku bibe êşa herî xweşik a dilî, ya mirovî…
Ji lew, ku hez cewhera herî xweşik a mirovî be jî, ku we jê hez kiribe, ku we dil dabe yeka sîng sedefî (ka me kê dil nedayê!) we yê fêhm kiribe, hest pê anî be ku nizanibî ji xwe bidî tu yê hez nekî, lê ku te hez kir tu yê di ber de çi û çi nedî…
Ji ber ku hez xwe dan e, ji xwe dan e…!
Lê yên ku bi hez govenda jînê gerandin, hez rengandin kirin remz û nîşandayîna pir tiştan, gelek nav û eger li evîn û hezê bar kirin; Gotin ku hez û evîn bes ne ji bo mêr û jinê…
Lê hinan jî rabûye gotiye ‘bila dil bi dil be, bila tûrê parsê li mil be, bila balgîva li bin serî kevir be’
Ji vê ye, ku mî jî ji heza berxa xwe dirêwe, çivîkek jî ji çivîkek din re diçîvçîve.
Nexwe, hez û evîn bi pir rengî, pir navî û dil bi dil bûn e; heza ji bo dê û bavê, heza ji bo heval û hogiran… welatperwerî jî ji hezê dizê, niştimanperwerî jî…
Ku hez û evîn egerên hebûn û tehma jînê bin, ku we dil dabe (ka ji me kê dil nedayê) hûnê ji xwe bidinê; çi can, çi mal, çi jî ji milkê emrî dem û kêliyên mîna çilka zêr ku carê bihorîn dê bi dest ve neyên.
‘Hez nanê sêlê ye bi tisî xweş e’
Di nav hemû hezan de, eger ku ya we ji dil be, dudu dê ji we fedakirina canî jî bixwazin, ku yek yar e, ya din jî daxwaza azabûnê-serbestiyê ye.
Loma, ku we ji dil dil dabê hûnê ji oxira wê canî jî bidin.
Ji ber ku di çanda evînê ya vê erdnîgariyê de hez evîn, kujerî ne, xwe qetilkirin e!
Ji lew, ku hûn dildarên dilêr in, ku çavên we dibirin, ku dil bi ya we nake-nekir; de bifermin ser sofreya hezê, evînê, dilsotinê…


