Ku negotibe: bîne kaxiz û pênûsê da ji te re lehengekî bisefilînim jî, lê her leheng pirtûkeke, di nav pelên her pirtûkê de lehengek rûniştî ye…
Xwedê dayê; Mihemed bi Qur’anê, Îsa bi Incîlê, Mûsa bi Tewratê, Şêx Adî bi Mishefa Reş lehengên mîlyon-mîlyar mirovên bawermend in!
Berî van jî û hinekî pişt re jî, ji bo kesek bibe leheng pêdivî bi qadeke cengê hebû, pêdivî bi mêrxasiya dilpola, bi cengeweriyê hebû… lê piştî nivîs peyda bû, Homerosên çîrokbêj cî dan nûseran û êdî vebijêrên demê (avakarên honekê-çîrokê) lehengên li ser zimanan hildan, ew bi awayekî efsûnî xemilandin û xistin nava rûpelên rû spîçik.
Ku bixwînî, ku xwe bera nav pelên pirtûkekê bidî; navpel ji lehengan mişt tije ne; bi Mem û Zînê Xanî jî lehengeke, bi evîna Edûlê Derwêş jî lehengek e. Her navpel bûye qada lehengiyê; bi Îlyadayê Homeros bûye leheng, bi Komedya Îlahî Dante… Fîrdewsî bi Şahnameyê, Marqûez bi Tenêtiya Sed Salî, Don Kîşot bi xêra Cervantesî, Dostoevsky bi lêkirina dîwarên çîroka sûcdar û xizanên welatê Ûris lehengekî wêjeyî ye.
Lê, yên li qada cengê lehengiya xwe teqez kirin, ji lehengên din re bûne îlham jî hene; Selehedîn, Rûstemê Zal û leşkerê winda…
Navpel tije bi leheng in; hinan nivîsî bûn leheng hinan dan nivîsîn bûn leheng, hinin ku neketibin navbera rûpelan jî, jixwe leheng bûn; ‘gerîlayekî/ê bi du gurçik û bê gor jî leheng e, mindalekî li Helebçeyê Enfalkirî jî’…
Bi nivîsê, bi helbestê, bi çîrokê çêbûne, çêkirine…
Ma ne ev e! Her civak, her netewe bi lehengên xwe heye-serbilind e…!
Ji çend qirnan berî vê heta îro û ji îro pê ve, her pirtûk bêyî leheng, her leheng-çîrok bêyî pirtûk nebûye-nabe… Bi lehengekî/ê-yezdanekî/ê mîtosî û ji pişt re, li qada cengê çi mêrxasek, çi şêraneyek, çi navdar û çi ji rêzê, dewlemend an xîzanê li ber dîwarên Medîneyê… her honek bi balkêşiya qerekter-lehengekî/ê bi gewde bûye; bi evînê, bi liv û tevgerê, bi çîroka jiyana tekakesî, bi helwestê, di dîrokekê de li mekanekî, bi dirûv û balkêşiya xwe bûne leheng, bûne çavdêrê civak, bûyer û jiyana li derdora xwe diçerxe û bi lehengiya xwe ya saxlem berhemek jî bi xwe re firandine lûtkeya wêjeyê.
Bi civakbûnê re vê daxwaza lehengiyê di hiş û dilê mirovan de cî girtiye; civak an tekakes, bêyî ku lehengekî/ê ji xwe re hilbijêre-diyar bike nikare motîweyî jiyanê bibe, nikare pêşiya xwe bibîne û bi serê xwe gavekê bi pêş de biavêje, plansaziya pêşerojekê bike.
Lehengiya ku ewilîn bi dê û bav dest pê kirî, ji pişt re mezin bûye gihîştiye rêberê êl û eşîrê, mîr û pêximber, serbaz û rêberekî siyasî, zadeganek û xanimeke arîstokrat û hwd…
Lê belê, her çiqas ku jiyana rasteqîn a hêzdaran be jî, bi peydabûna pênûs, nivîs û kaxizê re êdî dikandarek, şivanek, gundiyek, bêkêrek, xizanek, evîndarek an kesekî/ê ji rêzê jî derfet bi dest xistiye, da bi wêrekî di navbera çend rûpelên pirtûkekê; di çîrok, helbest û romanekê de cî bigre û gavê biavêje qada lehengiyê, di dilê xwîneran de cihekî xweş û germ ji xwe re peyda bike, kiriye…
Leheng, bes ne ew kesa/ê ku civakan, netewan û xwînêr li pey xwe radikşîne ye; leheng berî ku bide pêşiya wan, wan di xewn û xeyalan de wer ke, dikeve xwîna nivîskêr, dibe yek jî wî/ê û ewilîn, nivîskarê/a xwe bi jehrê dixe, wî/ê li rê derdixe, dibe di kendalan re wer dike..
Ne leheng bêyî vebijêr, çîrok û pirtûkê diwelide û ne jî çîrok-pirtûk bêyî leheng tê honandin. Û yê/a ku bi wê jehrê ketî, nivîskar jî bêyî hebûna leheng nikare pênûsa xwe bide ber berê hevokekê.
Bi wê jehrê, li kuçeyên teng ên bajarekî berî zemanan dîwarên hewşan ên mermerî dipalikînim. Bi ken, rûyekî genimî xwe dide ber pencereyê, pistepistek tê guhên min; ji rêzê, gelekî ji rêzê, min ji nû ve biafirîne, ji bo serdemek bi çîroka min bihese min vebêje bi lehengane…