Vîdeoyek:
Diyarname
Di hefteya sisêyan a Super Lîgê de Amersporê li mala xwe Trabzonspor kir mêvan. Di nîveka yekemîn de maç bi 1-1'ê bi dawî bû. Gola Amedsporê Yira Sor, ya Trabzonsporê Muhammed Salah avêt. Di nîveka duyemîn de Amerdspor bi gola Gift Orban bi 2-1 derket pêş, maç wisaxilas bû û Amedsporê 3 pûanên xwe girtin.
Stada Amedê tije temaşevan li benda maçê bûn. Bi firfiroka hakêm maçê dest pê kir. Deqeyên pêşîn her du tîman hev hejandin lê Trabzon hê zêdetir serdest bû. Di deqîqeya 10'an de ji Trabzonê Ernest Muci asîst bo Muhammed Salah kir. Salahê ku li pêş keleparêz tenê ma, bi gola tîma xwe tîma xwe 1-0 derxist pêş.
Di deqîqeyên din de Amedsporê çend firsend bi dest xistin lê encam bi dest nexist.
Di deqîqeya 45'an de Dia Saba gog avêt ber pêş kelehê, gog li destê lîstikvanê Trabzonê ket û hakêm ji bo penaltî li firfirokê da.
Diagne gog çikand, lê da, lê qeleparêzê Trabzonê Onana nehişt bibe gol, û gog vegeriya; Ji Amedê Yira Sor ê ji her kesî bileztir xwe gihand gogê û gog şand nav torê: 1-1.
Nîveka yekem bi vî awayî bi dawî bû.
Di deqîqeya 50'î de Yira Sor seqet ket û ji maçê derket. Lîstivan Gift Orban ket cihê wî.
Amedsporê deqe 61'ê de David Bates derxist û Mehmet Yeşil xist cihê wî, deqe 79 de jî Diagne derxist û Amadou Cisse xist cihê wî.
Deqe 90'î de Gift Orban li ber keleha vala bi çongê xwe lê da: 2-1.
Û hakêm biryara 6 deqe zêde lîstina maçê da; ew jî xilas bûn; kornera dawî Trabzonê bikar anî, tiştek neguherî û maç xilas: 2-1.
Amedsporê 3 pûanên xwe girtin û pûanên xwe derxistin 6'an. Bi vê yekê bi 6 pûanan Amedspor derket rêza 5'an.
Îstatîstîk:
Di 90 deqeyan de Amedsporê 17 şût, Trabzonê 7 şût, yê Amedê 8 bi îsabet, yên Trabzonê 5. Di van de Amedspor serketî bû. Trabzonê sedî 60 bi gogê, Amedê bi sedî 40 lîst. Lê atakên Amedsporê zêdetir bûn. Encam bi dilê temaşevanên Amedsporê bûn û piştî maçê demek dirêj ji sehayê derneketin û ev serketin pîroz kirin.


