Diyarname
Beşiktaş spor ku bi ser ket û derbasî Lîga Ewropayê bû îro bi pişkê reqîbên wê jî diyar bûn.
Ji Tirkiyeyê tekane tîm wekî Beşîktaş karî derbasî Lîga Ewropayê bibe ji ber ku tîmên din Galatasaray, Fenerbahçe û Trabzon têk çûn.
Îro ji bo diyarkirina komên Lîga Ewropayê pişke hate kişandin. Beşîktaş kete Koma L û timên wekî Porto (Portekîz), CSKA Sofya (Bulgaristan) û Rapid Wien (Avusturya) di heman komê de bûn reqîbên Beşiktaşê.
Maçên koman di 16'ê rezberê de wê dest pê bikin û di 15-16'ê berfanbarên de wê maç temam bibin. Di 6 maçên ku bên lîstik de ji her komên tîma yekemîn û duyemîn wê derkevin tûreke jorîn û her du tîmên din wê vegerin mala xwe.
Vane kom û tîmên ku di koman de wê bi hev re bilîzin:
Koma A: Juventus, Manchester City, Salzburg, Poznan.
Koma B: Atletico Madrid, Bayer Leverkusen, Rosenborg, Aris.
Koma C: Sporting, Lille, Levski Sofya, Gent.
Koma D: Villarreal, Clup Brugge, Dinamo Zagreb, PAOK.
Koma E: AZ Alkmaar, Dinamo Kiev, Bate Borisov, Sheriff.
Koma F: CSKA Moskova, Palermo, Sparta Prag, Lousanne.
Koma G: Zenit, Anderlecht, AEK, Hajduk Split.
Koma H: Stuttgart, Getafe, Odense, Young Boys.
Koma I: PSV, Sampdoria, Metalist, Debrecen.
Koma J: Sevilla, PSG, Borissia Dortmund, Karpaty Lviv.
Koma K: Liverpool, Steau Bükreş, Napoli, Utrecht.
Koma L: Porto, Beşiktaş, CSKA Sofya, Rapid Wien.
Her wiha ji Tirkiyeyê şampiyona par Bursaspor jî di Lîga Şampiyonan de wê bilîze.
Di encama piştê de Manchester United (Îngilistan), Valencia (Spanya) û Glasgow Rangers (Skoçya) wekî reqîb di pişkê de derketin pêşberî Bursayê.


