logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

HEV”RAZ”ÊN ÇIYAN Û RAZÊN NIVÎSÊ

  • Dîrok: 21/04/2015
Di wan salên ku amûrên xwendinê yên bi kurdî li ber destê me tenê rojnameya Welat hebû  û me bi xwendina vê rojnameyê xwe wekî hostayê kurmanciyê didît û li gorî herêm û bajaran em diketin nav nîqaşa li ser devok û rastiya peyvan de, hevalekî  me yê culemêrgî yê ji navçeya Çelê hebû. Wekî piraniya culemêrgiyan, vî hevalî jî ji bilî ya xwe kurmanciya yekî ji me nedieciband û bi gotineke ji xwe bawer, her tim digot:
“Di demeke pi kurt de - wî digot 1997- dê Kurdistan azad bibe. Û em ê we tevan - qesta wî em ên ji derveyî  Culemêrgê bûn- li Culemêrgê kom bikin, em ê we fêrî kurmancî bikin.” Helbet bila hêla henekî li dera hanê bimîne, lê roja ku min nivîskarê culemergî, birêz omer Dilsoz xwendiye, angaşteke min jî çêbû ku ez jî dibêjim:
1.Kesên ku dixwazin fêrî kurdî bibin, divê tekstên vî camerî bixwînin.
2.Kesên ku dixwazin çêjeke xweş ji xwendina kurmancî werbigirin, dîsa divê heman tiştî bikin.
Dilsoz, di berhema xwe ya dawî, ya bi navê Hevrazên Çiyan dîsa  dipeyitîne ku ew pênûsa xwe bi hosteyî di zeviya kurmancî nivîsê de mîna hespê kihêl dibezîne. Bi vegotineke herikbar , nerm û rehwanî  wisa hevokan li dû hev rêz dike ku ji ber taybetmendî û xweseriya devoka Culemêrgê ku mirov bêyî alîkariya ferhengê nikare gelek peyvikan têbigihêje jî, bi raza herikbariya xwe  û bi hêza hunandina metnê mirovî dixe bin bandora vegotina xwe.
Ew bi vegotina rewş û bûyeran, bi şayesandina dîmen û heyberan  seqayeke wêjeyî ava dike, şane bi şane hiş û derûniya mirovî radest dike û di nav vê seqayê de, bi van hest û ramanan xwîner li ewrên çêjê siwar dike û di  nava cîhana ku bi hevok û deqên xwe hunandiye digerîne, dibe vî alî û wî aliyê vê cîhanê.
Dilsoz, di “Hevrazên çiyan” de, bi tevna ku  di berhemê de saz kiriye,  di dem û dewranên ji hev zehf dûr de, me dibe nik lehengên cuda cuda. Lê bi behreyeke hostane dîsa ji nav seqaya ku afirandiye me tîne gastîna rastiyê ku em têdigihêjin ku lehengên ji hev cuda, heman leheng in û derdê me li her dever û li her malê heman derd e.
Wekî mînak di hevnasîna Azad û Hêlîn  de, ku hunandin piçekî pirole û hinekî ji rastiyê dûr bûbe jî, mirov dikare di vê berhemê de, “raz”ên nivîs û vegotina kurdî û her wiha “raz”ên têkoşîna miletekî  jî bi her awayî  bibîne.
Heke ji nivîs û wêjeyê mebest, dîrokpêkanîna rabirdûya dewranek an miletekî û her wiha firehkirina asoya dahatûya wê be, bawer dikim ku Dilsoz di vê de têra xwe bi ser ketiye û ev yek mizgîniya wê xeberê ye ku dê Dilsoz gelek berhemên çêjdar diyarî  wêjeya kurdî bike.  

Hin Nivîsen Nivîskar

'DESTÊN VALA' DILÊN TIJE

  • 06 Pûşper 2012

Nivîskarek, divê çi binivîsîne? Ango di zevî û bêndera nivîskêr de, divê çi hebe? Di jiyana nivîskêr de, bi awayekî dî, di...

BEXTË ROMË

  • 10 Avrêl 2013

Aştî...Pêjna wê jî, navê jî, bêhna wê jî xweş e. Eynî mîna sifreyeke raxistî, bi hemû cureyên xwarin û vexwarinê xemilandî...

Bîra Pênûse

  • 25 Rêbendan 2016

Mirovê xwedî çav, der û dora xwe dibîne.  Wisa dibêjim lê gelek caran hebûna çav têra dîtinê nake. Gelek caran zanîn û wêrekî...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Notên li ser Kûpaya Cîhanê

ad

Ewê serketiyên Gûzeka Zêrîn diyar bikin

ad

Nivîskar-weşanger Ragip Zarakolû ji girtîgehê nameyek şand

ad

Heyeta Kongreya Neteweyî gihîşt Rojava

ad

Li herêma Rêveberiya Xweser sala nû ya perwerdeyê dest pê dike

ad

Ev hefte, hefteya anîmasyonan e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname