logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Notên li ser Kûpaya Cîhanê

  • Dîrok: 18/11/2022
  • Beş: Kûpaya Cîhanê 2022

Diyarname

Ev Kûpaya Cîhanê kengê dest pê dike û kengê xilas dibe? Li kîjan stadan tê lîstin? Maçên koman, çarîk fînal, nîv fînal, fînal kengê ye? Favorî kîjan tîm in? Golên dîrokî? Bilêtên tûrnûvayê bi çi ne? Kîjan kanal maçan diweşînin? Em ketine li dû van pirsan û hinek pirsên din.

Va ne notên li ser Kûpaya Cîhanê 2022 Katarê:

- Tûrnûva roja 21.11.2022’yan dest pê dike. Roja 18.12.2022’yan bi dawî dibe. Katar yekemîn welatê ereb e ku ji bo tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê mazûvanî dike.

DÎROKÊN MAÇAN

- Maçên koman heta 2’yê mehê dê bêne lîstin û 16 tîm dê vegerin mala xwe, 16 jî derbasî Dora 16’an dibin.

- 3-6 Berfanbar: Maçên Dora 16’an têne lîstin.

- 9-10 Berfanbar: Maçên Çarîk Fînalê têne lîstin.

- 13 û 14 Berfanbar: Maçên Nîv Fînalê têne lîstin.

- 17 Berfanbar: Maça 3’yemînî tê lîstin

- 18 Berfanbar: Fînal…

FAVORÎ

- Di tûrnûvayê de Brezîlya yek ji favoriyan e. Heta niha herî zêde wê kûpa girtiye. 4 Fransa berê Fransayê kûpa biribû mala xwe, ew careke din di nav favoriyan de ye. Îngilistan, Spanya, Almanya, Belçîka, Hollanda hin ji van tîmên derdikevin pêş in. Lîstikvanê navdar Lionel Messi ji bilî Kûpaya Cîhanê hemû kûpa girtine. Ew ligel tîma xwe Arjantînê dê zorê li tîman bike, loma jî ew jî di nav favoriyan de tê nîşandayîn.

GOLAVÊJ

- Lîstikvanên golavêj ku îhtîmal e derkevin pêş ji Arjantînê Messi, ji Brezîlyayê Neyman, ji Fransayê Antoine Griezmann, ji Îngilistanê Harry Kane, ji Polonyayê Ronaldo dixuyin. 

GOLÊN DÎROKÎ

- Di Kûpaya Cîhanê de gola yekemîn ji aliyê Lucien Laurent ve hatiye avêtin. Sala 1930’yî de li paytexta Ûrûgûay Montevideoyê di navbera Fransa û Meksîkayê de maç hat lîstin. Lîstikvanê fransiz Lucien Laurent gol avêt û ev bû wekî gola yekemîn a di vê tûrnûvayê de.

Di sala 1938’an de lîstikvanê swîsreyî Ernst Lotscher gol avêt keleha xwe û bû yekem kesê golê diavêje keleha x1e. Maç di navbera Swîsre û Almanyayê de bû. Yekem gola ji penaltiyê (sala 1930) di maça Meksîka û Arjantînê de lîstikvanê meksîkî Manuel Rossa avêt.

Yekem ‘hat-trick’ aîdê Bert Patenaude ê amerîkî ye. Sala 1930, di maça DYA û Paraguay de Patenaude 3 gol avêtin û ket nava dîrokê.

Pele lîstikvanê herî ciwan bû gol avêt: 1958, ema 17 sal û 244 rojî bû gol avêt Gallerê. Roger Milla ê ji Kamerûnê di sala 1994’an de dema 42 salî û 39 rojî bû gol avêt Rusyayê û bi vê bû kesê herî extiyar ê ku gol avêtiye.

Golên werçerxê jî wisa çêbûn:

Gola 1’emîn: Lucien Laurent (Fransa), 1930

100’emîn: Angelo Schiavio (Îtalya), 1934

200’emîn: Harry Andersson (Swêd), 1938

300’emîn: Chico (Brezîlya), 1950

400’emîn: Max Morlock (Almanya), 1954

500’emîn: Bobby Collins (Skoçya), 1958

600’emîn: Drazan Jerkovic (Yugoslavya), 1962

700’emîn: Pak Seung-zin (Koreya Bakur), 1966

800’emîn: Gerd Müller (Almanya), 1970

900’emîn: Hector Yazalde (Arjantin), 1974

1000’emîn: Rob Rensenbrink (Hollanda), 1978

1100’emîn: Sergey Baltacha (Yekîtiya Sovyetê), 1982

1200’emîn: Jean-Pierre Papin (Fransa), 1986

1300’emîn: Gary Lineker (Îngilistan), 1986

1400’emîn: Johnny Ekström (Swêd), 1990

1500’emîn: Claudio Caniggia (Arjantîn), 1994

1600’emîn: Pierre Issa (avêt keleha xwe) (Afrîkaya Başûr), 1998

1700’emîn: Slobodan Komljenovic (Yugoslavya), 1998

1800’emîn: Beto (Portekîz), 2002

1900’emîn: Christian Vieri (îtalya), 2002

2000’emîn: Marcus Allback (Swêd), 2006

2100’emîn: Javier Hernandez (Meksîka), 2010

2200’emîn: Arjen Robben (Hollanda), 2010

2300’emîn: Jermaine Jones (DYA), 2014

2400’emîn: Luka Modric (Hirvatistan), 2018

2500’emîn: Fakhreddine Ben Youssef (Tûnûs), 2018

STADÊN TÛRNÛVAYÊ

- Maç li 8 stadên 5 bajaran têne lîstin. Ev in ew stad:

Stadê Lusail: 80.000 (Lusail)

Stadê Al Bayt: 60.000 (Al Khor)

Stadê 974: 40.000 (Doha)

Stadê Al Thumam: 40.000 (Doha)

Stadê Bajarê Perwerdehî: 45.350 (Al Rayyan)

Stadê Ahmad bin Ali: 44.740 (Al Rayyan)

Stadê Xelîfe: 40.000 (Al Wakrah)

Stadê Al Janoub: 40.000 (Al Wakrah)

BILÊTÊN MAÇAN

Bilêtên maçan ji 8 Euro heta 1227 Euroyî ne. Di kategorî yek, du, sê û çaran de bilêt têne firotin ku kategoriya çaran tenê ji bo katariyan têne firotin. Û yên herî erzan jî ev beş e. Bilêtên herî buha aîdê maça fînalê ne. Di fînalê de kategoriya yek bi 1227, kategoriya duyem bi 766, kagotiya sêyem bi 461 û kategoriya çarem bi 157 euroyî têne firotin.

GOGA FERMÎ

- Goga tûrnûvayê ji aliyê Adîdasê ve hate çêkirin. Ev bû 14 gog ku ji aliyê Adîdasê ve tê çêkirin. Adîdasê navê “Al Rihla” lê kiriye û dibêje, “Al Rihla” li hewayê bileztir tevdigere û dê bigihîje asta leza maksîmûm a maçê. Dîrektorê Karên Bazarê yê FIFA’yê Jean François wisa gotiye, “Ev mihteşem e, goga dikare bê berdewamkirin û bi qelîte ye.”

MEY

- Katar welatekî misilman e û Katar jî di nav de li welatên misilman vexwarina mey qedexe ye. Katarê pêşî ev biryar sist kir û vexwarin ji bo vê demê serbest berda. Paşê biryar girt ku li dora stadê mey neyê firotin. Di dawî de FIFA’yê biryar da ku vexwarinên bi alkol li cihên bi lîsans tenê bêne firotin.

LI TIRKIYEYÊ TEMAŞEKIRIN

Li dinyayê li her welatên kanalên cuda maçan yekser belav dikin. Li Tirkiyeyê TRT 1 û TRT Spor maçan belav dikin.

 

 

Rûpela kûpayê:

- Kûpaya Cîhanê 2022  

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Kûpaya Cîhanê 2022 - Nivîsên Dawî
news
  • 18 12 2022

Û fînal: Arjantîn an Fransa?

news
  • 18 12 2022

Messi û Arjantîn gihîştin mirazên xwe

news
  • 18 12 2022

Îşev hin nîqaş bi dawî bûn

news
  • 18 12 2022

Bi fotoyan fînala KÛPAYA CÎHANÊ 2022

news
  • 17 12 2022

Maça sêyemînî: Hirvatistan an Fas dê madalyayê bigire?

news
  • 17 12 2022

Sêyemînê dinyayê Hirvatistan e

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘Dilop’ek nû hat

ad

Bi sedan bûk û zava bi yek carî de zewicîn

ad

Li Kobanî Til Şeîr û Kaniya Kurdan dîsa di destê YPG'ê de ye

ad

Danasîna keda salan ‘Ferhenga Mezin’ hat kirin

ad

Pirtûkên kurdî diçin Çûkûrovayê

ad

'Di dema qedexeyan de' herî hindik 338 sivîl mirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname