DÊRIK
Heyeta Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd, ku li dijî êrîş û komkujiyên komên çete, bi armanca piştgirîdayîna gelê Rojava hatiye avakirin, gihîşt rojavayê Kurdistanê.
Heyeta ku ji 9 kesan pêk tê îro saet derdora 16.30'an de di Deriyê Sînor ê Sêmalka yê di navbera başûr û rojavayê Kurdistanê re derbasî Rojava bû. Heyeta ku ji nûnerên KCK, BDP, YNK, PDK, Yekgirtî Îslamî, Komela Îslamî û Partî Demokratî Kurdistan li Îran (PDK-Î) pêk tê ji aliyê Endama Desteya Bilind a a Kurd û Hevseroka Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê Sînem Mihemed û rayedarên deriyê sînor ve hatin pêşwazîkirin.
Derbarê bernameya heyeta ku derbasî Dêrikê bû de, agahî nehatin dayîn.
Endama Komîteya Amadekar a Kongreya Neteweyî ya Kurd Nîlufer Koç berî niha ji ANF'ê re dabû yakirin ku komîte ji 7 kesan hatiye amadekirin, wê bi awayekî giştî rewşa gelê kurd li rojavayê Kurdistanê lêkolîn bike û li ser pirsa "Kurd çi dixwazin?" lêkolînan bike û gotibû, "Komên siyasî yên cuda yên di civînê de amade bûn El Partî, PYD û rayedarên Yekîtî piştrast kirin ku komkujî hatiye kirin. Ji ber ku ev komkujî hatiye piştrast kirin, mijar ji bo me hatiye girtin."
Demek berê li bajaokên Til Hasil û Til Eran ên Helebê, çeteyên El Qaîdeyê êrîşî kurdan kiribûn û di encamê de herî kêm 70 sivîl bi hovane kuştibûn.


