Dîsa êvareke hestmij û dilek lîlanî, xwe li ser giyanê min qure dikin û hêdî hêdî dilê min diguvêşin. Ez neçar dimînim; berê xwe didim mala xwe ya li bajarê ku ne ew min nas dike, ne jî ez bajar nas dikim.
Ev nêzî du salan e di nav nenasî û xerîbistanan de dilê xwe bi lîlanî kedî dikim. Welatê nenas, bajarên nenas, avahiyên nenas, kolanên nenas, rêyên nenas, mirovên û heta pisîkên nenas. Nenasî bûye serdestê dîtinên min û ditirsim bi xwe jî di nav nenasiyan de nenas bibim û li ber pêla nenasiyê bikevim.
Car caran hawara xwe digihîjînim bîranînên xwe û bi bîranînên xwenas, xwe ji nenasiyan rizgar dikim û di nav nenasiyan de avjeniyê dikim, ber bi xwenasiyê ve diçim...
Lê baş e ku daristan û xweza li her warî nasîn û car caran li ber qeraxê golên vî welatî bi zimanekî hevnas dipeyivim û gazindên koçber ji hev re dibêjin. Û car caran bi peleke payîzî re dîwana welatê xwe datînim û ji pelê re dibêjim; pelên darên welatê min ji te û pelên welatê te xweşiktir in...
Tam wê kêliyê wekî ku pelê payîzî ji min re bibêje; ma daristanên te jî wekî me azad in?
Wê demê lal dimînim û bersiv di qirika min de dibe sêwî.
Her li ku bim û di nav kîjan nenasiyan de bin jî ya ku me dide nasîn axa qedexe ye. Rengê min û zimanê min li ber deriyê her welatî nenas û qedexe hatiye nasîn. Bajarên nenas jî vê dizanin û pelên daran jî...
Di vê dîwana min û pelê payîzî de derket holê ku tu li ku bî rengê axa te û welatê te bi te re ye; welatê te çi hal be tu ew hal î. Welatê te nas be, tu jî nas î, welatê te nenas be tu jî nenas î…
Pelê payîzî jî hay ji me û welatê me heye; loma ew pirsa ku bersiva wê di qirika min de sêwî ma wekî xincerek li dilê min da...
Û dawiya dawî piştî ji dîwanxaneyê xwe û xwezayê derdikevim, li mala nenas hestên xweyî dil-lîlan li ser bîranînan ditewilînim û bi hêviya xewnên azad ez derî bi ser şevê de digirim…


