logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Rifat Arya/ Mesîla Dil

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil

Helbest-nameyên Arkaîk

  • Dîrok: 24/05/2007

Li pêşberî wî deştek, dinyayek ku kesî nedaye ser û nemeşiyaye, rêça mirov û lawiran lê xuya nake, kêliyek bi şûn de ewê helbesta(name) xwe ya yekem binivîse û wê rêwîtî dest pê bike. Helbestvanek ku jiyanê bi helbestê dide dest pê kirin.

Heger hûn jê bipirsin ewê teqez bibêje ez bêyî wê nikarim bidim ser tu rêyek jiyanê! Loma jî ew ji serê serî de, bi vê gotinê hesteke arkaîk û destlênegeriyayî silav li jiyanê dike: Ev nameya min a yekem e ji bo te (name:1)!
 
Pirtûka helbestê ya bi navê “Pasaport” a Masûm Elmas Gul ku çendek berê di nav weşanên Tevnê de bi zimanê tirkî derket, bi raya min lorîneke herî bi şewat a ku li ser evînê hatiye rêstin e. Carna ji sînorên lorandinê dibore û li ser evînê şînekê li dar dixe:  Em bi valahiya xwe ve diçin xwarê/her siyek wê bargiraniya mirinekê ye li ser pişta me/ bêhna heman qederê ji laşê me herduyan difûre (name:45).
 
Bi taybetî di helbesta tirkî ya îroyîn de qirêjiyek peyvan hasil bûye, pê re  atmosfera helbestê jî hatiye qirêjkirin. Îro kêm helbestvan hene ku ji hostayên mezin peyv û hêmayan venedizin ku ev jî bi derba ewilî re darî çavan dibe. Her wiha dubarekirin, lîstina bi peyvan, hunerbaziyek ji rêzê û bêast a vegotinê, gelek şêweyên bi vî rengî îro dikin ku mirov nema bikaribe bi kêfxweşî rûpelên pirtûkek helbestê veke û bi kêfa dilê xwe bixwîne. Ji ber ku wekî xwendevan mirov bi fikar e bê ev helbest çiqas malê wî helbestvanî ne! 


Lê gava ku min helbestên Masûm Elmas Gul xwendin, pêre tiştê ku ket dilê min ev bû: Vî helbestvanî tenezulê xwe û malê kesek din nekiriye. Her çi bin, bi keda wî bi xwe hatine ristin. Û helbestvan zor û zerpekê nedaye mejiyê xwe ku hêmayên cihêreng peyda bike an jî biafirîne, wekî ku ew bi awayek jixweber hatibin û ketibin qevda dilê wî. Loma jî bi du peyvên xwerû mirov dikare binirxîne: helbestên di hemdê xwe de û bêhormon ! 
 
Lê ev pirtûk di destpêkê de (bi tevî nivîskarê xwe) hewceyî rexneyek berbiçav e ku ev jî nivîsandina wê ya bi zimanê tirkî ye ji ber ku bi qasî ku tê dîtin helbestvan bi xwe kurd e, lewre, “ji kerema xwe re” helbestek jî bi kurdî xistiye pirtûka xwe û dîsa bi qasî ku tê dîtin kurdiya wî ne kêmtirî tirkiya wî ye! Ezê ji neçarî vê pêrsê bikim ku birêz Gul ji bo çi helbestên xwe tev de bi zimanê xwe nenivîsîne? Ez naxwazim bêjim ku dîsa dîkekî me li ser sergoyê xelkê bang dide ji ber ku min hêvî heye ewê ji vir û pê ve van helbestên xwe yên delal bi zimanê xwe yê delal (kurdî) binivîse!
 
Bi raya min helbest ev tişt e ku bikaribe mirov li paşerojê, an jî li destpêkê bizivirîne, rêyek li ber mirov veke da ku mirov bi hestên xwe yên îroyîn ku bivê nevê bi hestên gerdûnî re têkilî hev bûne, bikaribe ber bi zarokatiya xwe ve biçe, ber bi cihê ku serencama jiyana mirov dest pêkiribû ve rêwîtiyek xeyalî pêk bîne. Hin helbestên Masûm Elmas Gul dikin ku mirov xwe bi gerîneka guhê dema borî ve berde: Hezkirina ji te, bi jinaniya te/tahma mirovê ewilî/ li ber şahidiya ewilî ya rûyê erdê/ esmanê ewilî/roja ewilî/ roya ewilî/ bi tahma jiyana ewilî/ hezkirina ji te, bi jinaniya te/ hezikirina ji te, wek Hewayê...
 
Helbestên Masûm Elmas Gul, ji wê keftelefta şolî ya helbesta tirkî dûr in û di hema demê de, bi têra xwe ji dewlemendiya wê jî sûde wernegirtine, lê reh û terhikên xwe bi hewla xwe, bi keda destê xwe bera nava axê dane. Lê ji bo ku helbestvan bikaribe bejna helbesta xwe bide ber ya helbestên mayî û di edebiyatê de dengek xêrê bi ser xwe bixe divê di pêşerojê de bi berhemên hê xurtir û serkeftîtir derkeve pêşberî xwendekaran. 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Siyabend û Zîn, Mem û Xecê

  • 01 Gulan 2008

 Siyabend xortekî serhildêr e. Mêrekî bi bext, şervanekî dîn e. Paxavê bi beg û giregirên eşîran nake. Serî ji zilmê, neheqî û...

Çend gotin li ser wergerê

  • 16 Gulan 2007

 “Werin, em dagerin jêr, zimanên wan tevlîhev bikin da ku ji gotinên hevdû fêm...

Pê şabûm

  • 16 Gulan 2007

Min bi tirs dest jê re hejand, bi didulî, bi şikebarî... Di bin siya sipîndarekê de bûm wê awirên xwe yên ku ez hînê bendewariyê kiribûm, raserî...

Hemû Nivîsen Rifat Arya/ Mesîla Dil

Rifat Arya/ Mesîla Dil kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

65 pirtûk û kovarên kurdî hatin qedexekirin

ad

Amed Spor li teknîk dîrektorekî nû digire

ad

Serhad Bapir li Yewnanistanê pêşangeh vekir

ad

Ji bo kurdî kampanyayeke di asta navnetewî de hat destpêkirin

ad

Şaredariya Îdirê şûrek li "12'yê Rezberê" da

ad

Ji bo yên nû dest pê kirine: 'Kurte Wêjeya Kurdî'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname