logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

HDP wekî partî nekeve hilbijartinê ez dengê xwe nadim berendamên wê!

  • Dîrok: 05/02/2015
Gotina pêşî: Ez vê nivîsê wekî hilbijêrekî, wekî kurdek ji rêzê dinivîsim, ne bi nasnameyê xwe yê rojnamegerî.

Ev sernavê ku min lê kiriye ji aliyê min ve neyê nîqaşkirin, teqez e. Ez dubare bikim: HDP ger bi berendamên serbixwe bikeve hilbijartinê ez dê dengê xwe nedim wê. Ger wekî partî bikeve hilbijartinê ku divê wisa bikeve, ez dê hem dengê xwe bidim, hem ji bo wê çi ji destê min bê ez dê bikim.
Em bên ser sedemê:
Partiyek ji bo çi heye? Ji bo ku bikaribe bibe dengê hilbijêrên xwe. 
Partiyek ji bo çi heye? Ji bo ku bibe desthilatdar, yan jî bi qasî desthilatdar bi bandor.
Bi berendamên serbixwe HDP nikare bibe ev her du jî.
Heta niha biryara ketina hilbijartinê bi berendamên serbixwe di cih de bû. Lê êdî dem hatiye ku êdî wekî partî beşdarî hilbijartina giştî ya li Tirkiyeyê bibe. Di Hilbijartina Serokomariyê de li hemû bajarên kurdan û Tirkiyeyê bi temamî xebat nehatibe kirin jî ji hemû bajaran deng girt bi berendam û hevserokê xwe Selahattin Demirtaş. Heman Demîrtaş niha dîsa Hevserok e û rêberê HDP ye ku HDP bi wî dê bikeve hilbijartinê. Tiştê cuda ev e ku vê carê dê bikaribe li 81 bajaran berendaman nîşan bide û ji hilbijêrên 81 bajaran dengan bigire. Ji bo bajarê kurdan hedef ew e ku dengên ku girtine zêdetir bikin. Lê zêdetir jî bar dikeve ser hilbijêrên li bajarên Tirkiyeyê, bi taybetî jî bajarên mezin, yanê metropolan.
Vane hin îstatîstîkên ji Hilbijartina Serokomariyê;
Mînak Stenbol. 
Li Stenbolê Demîrtaşî sedî 9,09 bi giştî 650 hezar û 670 deng girtin.
Li Îzmîrê sedî 7,98, bi giştî 188 û 99 deng
Li Enqereyê, sedî 3,47, bi giştî 95 hezar û 31 deng.
Mêrsîn, sedî 13,46, bi giştî 122 hezar û 561 deng
Edene, sedî 10,66, bi giştî 114 hezar û 530 deng.
Wisa didome. Ev bajar û bajarên din... Gere her derê dengan bilind bike. Li Stenbolê 9 mîlyon û 387 hezar û 327 hilbijêr hene. Dema li Stenbolê ev 650 hezar î derxe mîlyonek an bi ser mîlyonek wê çaxê rêya têkbirina bendava sedî 10 vedibe. Ev yek ne tiştek gelek zehmet e.
Ji bo vê xebat, xebat û xebat divê. Helbet berendamên baş.
Dema di vê hilbijartinê de bendav têk here careke din dikare ji bo desthilatî qub bixwaze. Lê ger dîsa bi berendamên serbixwe beşdar bibe ne bendav têk diçe, ne desthilatdarî tê...
Ma partiyek her car bi berendamên serbixwe bikeve hilbijartinê dê çawa ji hilbijartinên xwe re bibêje ez hêviya we me? Li ser vê mirov dikare gelek tiştî bibêje. Lê gotina kurt xweştir e.
Welhasil, min gotina xwe got: HDP ger dixwaze dengê min bigire divê wekî partî beşdar bibe. Nexwe, bila rêya wê vekirî be, lê ezê dengê xwe ne bidim wan serbixweyan ne jî partiyek din.

Hin Nivîsen Nivîskar

Têkçûna îstîxbarata Îhsan Bozkurt

  • 13 Rezber 2022

Îhsan Bozkurt dibêje, “Îstîxbarata Îhsan Bozkurt tu demê ew qas têk neçûbû.”Bifikirin ku îstîxbarata welatekî têk diçe,...

Nivîseke vir de wê de: Hin agahiyên ku ez tênagihim çima

  • 29 Tîrmeh 2019

Bi destûra we ezê hin tiştan rêz bikim ku heta niha ez tênagihêm ku çima wisa ye.Amed Spora bi tirkîAmed Spor tîmekî kurdan e. Bênîqaş hemû kurdên...

Ji bo me çend zarok lazim in?

  • 20 Kewçêr 2022

Ma ne tiştek muhîm e em rojeva xwe bi xwe çêbikin?Çima?Em hinek li ser biaxivin.Mesele ji vir derket: Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di civîna partiya xwe de ji bo...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hostekarên vegotinê texsîr nekin!

ad

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

ad

Ege ji bo Rojên Belgefîlman xwe amade dike

ad

Bi kurdî gotarên Îsmaîl Beşîkçî bixwînin

ad

Projeya Şanogeriya Zarokan didome

ad

‘Minifest’ li benda zarokan e

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname