Hêlîn Asmîn / Qamişlo
Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn û Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan bi 12 komên zarokan re di meha gulanê de dest bi projeya Şanoya Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribû. Di çarçoveya projeyê de perwerde hatiye dest pê kirin û ev proje didome.
Bi giştî 200 zarok tevli perwerdeyê bûne ku piraniya wan zarokên şehîdan in. Dersên ku di perwerdeyê de tên dayîn der barê bikaranîna deng, nefes û lîstikvaniyê de ne. Di encama perwerdehiyê de zarok dê cefenan (fabl) derxin ser dikê.
Der barê mijarê de endama Rêveberiya Komîteya Şilêr a Şopandina Mafên Zarokan Jûlya Xelo got: “Komên ku beşdar bûne ji Qamişlo, Kobanî, Heleb, navçeya Dêrik, bajaroka Rimêlan, Kampa Waşûkanî û herêma Şehbayê ne. Navendên ku projeya şanogeriyê lê pêk tên, li ser bajar û navçeyên navborî belavkirî ne.”
Zarok fêrî bikaranîna deng û lîstikvaniyê dibin û li ser wan jî ezmûnan pêşkêş dikin.
Jûlya Xelo li ser armanca perwerdeya şanogeriyê ji zarokan re jî diyar kir ku ew hestên zarokan dewlemendtir dikin. Li şûna derbaskirina demên vala bi lîstikên zarokan û şanoyê wan bêhtir nêzî civakê dikin û psîkolojiya neyinî ji ser zarokan radikin.
Xelo da zanîn ku projeya Şanoya Zarokan 19'ê tîrmehê dewam bike û di dawiyê de dê şahiyên zarokan li Kobanî, Şehba û Qamişloyê li dar bikevin.
ANHA