logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Girêka faşîzmê

  • Dîrok: 03/03/2016
Temenê Komara Tirkiyê ku ji komarê bêtir dirûvê desthilatdariyeke faşîst pê dikeve û her wiha seranserî dîroka wê bi qonaxên qiran û bi qadên şewatan tije ye, nêzî sed salan e. 
Ji nav kavilên bermayiyên desthilatdariya Osmaniyan a bi sedan salan, komara ku pêk dihat jî mîna maka xwe bi xwînê hate strandin. Heman rêbaza zilma kujer, rêbaza birêvebirina dewleta nû jî bû. Nav û awa nû bû lê feraset û bîrdozî heman bîrdoziya ku kujerê gelek netew û olan bû. Li gel vê mirov dikare bibêje ku di hêla nêrîn û nêzîktêdayina li netew û nijadan de, feraseta Osmanî, ji feraseta komara nû gelekî li pêş û çêtir bû. Bîrdoziya ku bûbû  bingeha komara nû, ji bilî heman feraseta dagirker û mêtingeriyê, nijadperest bû û hebûn û mafê gelên din yên ku li ser vê xakê dijîn, nas nedikir.
Loma jî dîroka vê komarê seranser raperîn e. Ango çemekî ji xwînê ye ev komar ku bêrawest diherike. Hîlebaziya ku di serê pêşî de li kurdan hate kirin bû sedema bi dehan raperîn û her wiha kuştin û şewatan û ya kambax jî ku hê jî bi awayekî mayinde nehatiye çareserkirin.
Ku mirov li şert û mercên wê demê û yên niha binêre û wan rûberî hev bike, bi awayekî çipîtazî tê dîtin ku ji roja yekem heta roja îro tu tişt neguheriye, mixabin. Ligel bîst û neh raperînên kurdan, ne çareseriyek pêk hatiye û ne jî di feraseta desthilatdariyê de bi qasî serê misqalê guherîn çêbûye.
Bê rewş û nêzîktêdayînên not sal berê di kîjan çarçoveyê de bûn, îro jî heman tişt e. Her wiha rawest û dîtina desthilatdarên emperyal û cîhana hemdem jî qet neguheriye. Lê ji van bêtir û herî kambaxtir ew e ku rawest û liva kurdan jî gelekî bi pêş de neçûye. 
Wekî mînak, di raperîna Şêx Saîd de ku mirov şert û mercên wê demê û rawest û tevgera eşîrên kurdan, helwesta desthilatdarî, hêzên cîhanê hilde dest û bi kîtekît dahûrîne û wan bi yên îroyîn bi de ber hev, dê ev bi awayekî vekirî bê dîtin ku di pirsgirêka kurd de, bê di roja yekem de rewş çi bû, îro jî heman tişt e û gavek jî bi pêş de neçûye.
Wê demê, eşîrên elewî û bi taybet hêzên di bin serokatiya Seyit Rizo, hin serekên civaka kurd ên wekî Seîdê Kurdî; her yek ji ber sedemekê destek nedane raperînê. Dewletê, mîna îro, her cure fêlbaziya xwe bikar aniye û rê li ber yekîtiya kurdan girtiye. Çi kapîtalîst, çi sosyalîst; hêzên cîhanê yên emperyalîst ne li gorî mafdarî û rastiya jiyanê lê belê wekî  îro û wekî her carê li gor berjewendiyên xwe yên mêtingeriyê tevgeriyane. 
Bi rastî ev yek, gelek rastiyan bi xwe re derdixe holê. Yek jê hişk û hovîtiya feraseta desthilatdar a dagirkerî zû bi zû dev ji pariya di devê xwe de bernade û loma jî naguhere. Duyemîn, gelê kurd jî ligel gelek hewldan û berdêliyên giran ku bi rik û bi egîdî nêzîkî sed salî didomîne, birêxistbûna xwe tekûz nekiriye û bi vîneke pihêt yekîtiya xwe ya ku divê teqez bibe pêk neanîye.  Sêyemîn jî ew e ku ligel hemû gotinên mirovane û dadlane yê cîhana emperyalî, ew her tim alîgir û parastvanên berjewendiyên xwe yên rojane û her wiha yên aborî û siyasî ne. 
Ji ber vê yekê ye ku girêka pirsgirêka kurd ku her roj rehên jiyanê qut dike; her kêlî bêtir dişide û bêtir rewişta faşîzane digire. Ev jî tê wateya ku çareserî ne hêsan e û berdêliyên wê jî zehf giran in. 
Ku em li bûyerên rojên dawî û kirinên dewletê yên hovane li bajarên Kurdistanê binêrin û her wiha helwest an bêhelwestiya hin hêzên kurdan û her wiha hêzên desthilatdarên cîhanê hildin dest, em têdigihên ku dê bihara vî welatî zû bi zû neyê vê xakê û dê rûyê me wekî adetê carekê be jî nekene.  

Hin Nivîsen Nivîskar

ÊŞA ZIKÊ WAN

  • 28 Kewçêr 2014

Rojeke payîzê ku roj mîna rojeke havînî dinyayê germ dike, ji xeta bakur li binya xetê, li bajaroka belengaz a li pişt têlê, li keleha ku îro bûye warê...

XWESERIYA DEMOKRATÎK ÎRO NEBE KENGÎ?

  • 30 Tîrmeh 2011

Helbet piştî gelek zehmetî û berdêliyên mezin mirovahî hatiye qonaxa ku îro em tê de ne. Bi sedan salan koledarî, di nav pergala împaratorî û...

KÊFERATA PÊNÛSÊ

  • 13 Berfanbar 2011

Baran dibare, ji erda hişk û ji ezmanê çik ê sayî. Di kîjan deman, kîjan hiyamê de, li ku dera gerstêrka girover bû, ji şeş mîlyar seriyên mirovan...

Hemû Nivîsen Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL

Îsmaîl DÎNDAR / ZELAL kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Amed û Stenbol jî di nav de Fîlmmor diçe 7 bajaran

ad

Li hemberî DTP'ê operasyonek mezin pêk anîn

ad

Ji cîhana fûtbolê çend nûçeyên derketin pêş

ad

Di roja jinan de jin betal man

ad

Li ber ronahiya Agirê Çaran şano

ad

Lîstikvanên Diyarbekirsporê derneketin îdmanê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname