logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Gelo pêşî jinan genim ajotiye?

  • Dîrok: 30/05/2020
Çend roj berê pirtûka Abdurrahman Ucaman a bi navê “Ferhenga Etîmolojiya Zimanê Kurdî” di nav pirtûkên min de bi ber çavên min ket; ev pirtûk çend sal in min kirîbû lê qet min lê nanêrîbû. Min pirtûk hilgirt; li dû hev min rûpel qilubandin lê di vê pirtûkê de min tu karê etîmolojiyê nedît. Ferhengek kurdî-kurdî bû; ev jî karek baş bû.
Bi rastî etîmolojî çi bû? 
Bi qasî ku dizanim, etîmolojî zanista reh, dîrok û çîroka peyvan e. Lê di pirtûka birêz Ucaman de tu tiştên bi vî awayî min nedîtin. Kurm ket hişê min. Kesek ku bi rastî etîmolojiya zimanî bi kurdî dike heye? Rast e rast û bi zanistî… Hema ez ketim înternetê, min “kurdî, etîmolojî” nivîsand. Bi tenê du gotarên bi zimanê tirkî min dîtin. Yek li ser peyva “kurd” bû û ya din jî li ser peyva “dewlet”ê bû û min hema di yek carê de ew xwendin. Ev her du kar jî karê etîmolojîk bûn. Ji van her du gotaran bêtir tu tiştek min nedît. Bi van gotaran hîsên min reht nebûn. Ez ketim youtube, berê min bi kurdî “kurdî etîmolojî” nivîsand, lê tu tiştên bi etîmolojiyê têkildar derneket. Vê carê bi tirkî min nivîsand vîdeoyek bi navê Ali Karduxos derket. Min vîdeo tikand û dest bi temaşekirinê kir. Peyva “ka” dikoland; bi tirkî bû; ev ne gor dilê min bû, lê dîsa jî min xwe da ber temaşekirinê. Her ku kûr diçû kelecanê bi min digirt; heta dawiyê vîdeo wekî li fîlmekî polîsiye an li lîstika kişikê temaşe bikim di cihê xwe de mat mam. 
Min vîdeoyê duyem û yê sêyem bi eynî awayî temaşe kirin û min ji xwe pirsî; Ali Karduxos kî ye? Li ser înternetê agahiyên ku min bi dest xistin; Ali Karduxos penaberekî kurd e ku zêdeter sih sal in li Yewnanistanê bi cih bûye. Li wir li zankoyê  bi zanista dîrok, arkeolojî, prehistoria, ziman û etîmolojiyê re tekildar bûye.
Ali Karduxos etîmolojiya peyvên ku digire dest me dibe demeke dûr ku dema kevirîn, dema berdîrokî (Prehistori). Genim cara yekem li Kurdistanê çandin, ev bi zanistî tê zanîn. Bi destê kî genim hat çandin? Wê demê mêr diçûn nêçîrê; jinan jî zarok diparastin, mêze dikirin; giyayên tên xwarin li doralî şikeftê berhev dikirin. Em dikarin bêjin cara yekem ên ku genim çandin jin bûn. Dema em bînin ber çavên xwe, mirovên wê demê çawa diaxivîn? Bi xwezayî, ne bi peyvên çêkirî, bi dengên kurt. Aniha peyvên herî kevn divê deng bin. Ev kîjan deng in?
Ali Karduxos dibejê, peyvên herî kevnar “d”, “v” an jî “b”, “p” û “r” ne.
Ezê du mînakan ji axaftina Ali Karduxos pêşkêş bikim.
Ya yekem “p” ye. Ali Karduxos dibêje dengê “p” ji bo nêçîrê pir girîng e. Ji bo rêça nêçîrê bişopînin divê hel û şopên nêçîrê bê binavkirin. Li ajalan organa paş “pa”, yên pêş “pi” ye; di “pa”, “pi”, “pêş”, “paş” di wê dema nêçîrê de hatine bilêvkirin.
Deng an peyva duyem “d” ye.
“Da”,dayik e; “Dayê min dan dayê min”; “Da dide.”…
“Da” erd e; “Ji jor dakeve”, “Şevan daweşîne”…
Dar, dad, dan, dam, dandik…
Bi vî awayî bi hezaran peyvên kurdî ji van “p”, “pa” û “d”, “da” yê çêdibin. Ne bi tenê peyvên kurdî, yên zimanên din ên hînd-ewropî jî ji vê rehê bi hezan peyvên xwe çêkirine. 
Ali Karduxos li ser zimanê kurdî û grekî (yewnanî) xebitiye, ew dane ber hev û peyvên ku ji vê rehê çêkirine dane hev.
Em dibînin, bi dehan peyvên ku ji vê rehê çêkirine di her du zimanan de yekwateyî ne.
Bi vî awayî kurdî dibe zimanê herî kevnar.
Daxwaza min ji her kurdek carek van vîdeoyan tamaşe bikin; dê bibînin ku xwedanê zimanekî çiqas qewîm û qedîm in.
Ez li benda keda Ali Karduxos im ku di pirtûkeke têr û kûr de wan pêşkêşî me bike. 

Hin Nivîsen Nivîskar

Mazdekê kurd bavê ramana komûnîzmê ye

  • 23 Adar 2010

Li dû dîroka elewiyên windaJi notên xwendinê yên dîrokê- VI)Divê destpêkê armanca vê nivîsê bi zêlalî bêjim. Di...

Ma tu bi kurdî biaxivî wê kurd rizgar bibin?!

  • 14 Sibat 2011

Ez kêm caran dicim komelan. Vê carê min bihîst ku ji bo zarokan dersên zimanî kurdî di komelaya bajarê ku em dimînin de dê bidin. Bi kêfxwesî ez...

Cengame Hebû Û Malamed Kiribûn

  • 11 Pûşper 2023

Sê meh berê min Elbistana xopan, wêrane û kambax di cih de hişt û ez çûbûm. Niha dîsa vegeriyam Elbistana ji ber erdhêjê wêranebûyî....

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li bajarê kurdan navçeya herî sar

ad

Îskeleta jina 14 hezar salî hat dîtin

ad

Wêneyê rojê; Kurdî vegerandin, lê ermenî ma!

ad

Di TRT'ê de kurdî serbest e lê li F Tîpî qedexe ye

ad

Di Tîrojê de hilbijartina kurdan

ad

Lîgê welatanê Ewropa go kînga dest pa bikerê?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname