Di herîkîna zemên de her wisa bûye, hinan zilm kiriye yên zilm lê hatî kirî jî liberxwe dane; qirîyane dengê xwe berz kirine, hinan bi hawar, hinan bi lava, hinan bi berxwedanê lê hinan jî bi aqil..!
Li ser vî erdê li vê erdnîgariyê vegerî deriyê kîjan roj, meh, demsal û salê vekî ji zemanên çûyîn ji bîrê ta yên li bîr û hê li dar, li ber çavan; êş, zilm û baboletên bi destên zordar û zordestan ên li bin û ber destan, li bin û li ber çoyan nalî û berxwedayî wekî çîroka duhî û îroyî tên vegotin, zindî ne wekî ya vê kêliyê…
Yên lava kirî dilê kesî pê neşewitî çûn hey çûn, ên qiriyan, kirin hawar û gazî bi berxwedêriya xwe bes rûyê mirinê pak kirin, lê yên bi qail!..
Ji ew ên li vê erdnîgariyê ne, li vê erdnîgariyê mîna me êş û elem, zor û zilm dîtî; azmûna yên bi-aqil, a cihûyan û ermenan bo yên hê ji ber zilm û zorê diêşin, dinalin, û helbet ên têdikoşin, li berxwe didin hêjayî jê encam derxistina ye!
Min wekî hemû kesên vê serdemê de dijîn ne bi çavên serê xwe qira ermenan dî ne jî ya cihûyan…
Wekî yên hay pê çêbûye û dizanin min jî zilma li cihûyan hatî kirin bi rêya fîlmên sînemayê hîn kir, pê hestiyar bûm, a ermenan jî bi rêya çîrokên hê li van deran neferikîne û bi rêya roman û lêkolînan…
Çi tiştî kariye wan bûyerên sedsalekê bariya vê bi rêya fîlm, lêkolîn û romanan, ango bi rêya hunerê raxin ber çavên me û em pê xemgîn û hestiyar bibin; empatiye bikin, pê re jî dewlet û hêzên cîhanê rabin ji wan lêborînê bixwazin? Ew tişt wîzyon e, dîplomasî ye û sermiyan e; ew sermiyan jî aqil pêvtir ne tiştekî din e…
TACA ZÊRÎN
Binêrin erd û zeviyên îsraîliyan tune ku têde xaniyekî ava bikin lê hemû tovên çandiniyê di destên wan de ne, ger ew salekê tov çênekin em ê bê genim bimînin. Parçeyek axa wan tune li ser fabrîqeyekê saz bikin lê hemû teknolojiya cîhanê ya bi destê wan tê çêkirin an di bin kontrola wan de ye, bîrek xwe ya neftê tune lê bazirganên mezin ên neftê ew in.
Heçî ermen in, wekî cihûyan li dîasporayê borsaya lobiyan di destê wan de ye; camêran gorî kêfa xwe dikirin jî difroşin jî…
Ev giş ji sermiyanê tê, ger sermiyana te hebe dikarî bikirî-bifroşî; lobiyan jî, hikumetan jî, dewletan jî, hêzan jî, aştî û şeran jî…
Û ew sermiyan jî ji rabirduyê de ji tiştên hatine serê wan aqil girtine; aqil e sermiyan e ew! Loma gotine, ‘aqil taca zêrîn e ser serê her kesî nîn e’.
Li ku van tiştan dikin? li derveyî welatê xwe, li dîasporayê.
Îro kes nikare ne tiliya xwe ji cihûyan û ermenan re dirêj bike ne jî serê xwe jê re bihejîne.
Ger tiştekî wisa bibe jî, tevî hêzên ku li cem wan bin, dê li kêleka her hunermendekî/ê ermen an ê cihû hunermendekî/ê cîhanê yê/a navdar wê li ser piyan raweste û bêje: ‘ez li dijî ev zilma ku li neteweya dostê/a min a ermen an cihû dibe me’ û ew ê bang bide ku cîhan jî li dijî wê zilmê raweste…
ÇÎROKA ME
Lê ya me! Ê me jî çîrokeke me heye, qasî ya wan belkî ji ya wan jî biêştir…
A wan bi dawî hatiye ya me hê li dar e; roj bi rojê hê tê honandin, çend rûpelan li xwe zêde dike.
Û qey dibêm hejmara dîasporayên me yên li cîhanê ji tevahî serjimara ermenan pirtir e, ji ya cihûyan jî qat qatî zêdetir e.
Yê wan erd û zeviyên wan hene yê me erd û zeviyên me, ango sermiyana me xelkê dest daniye ser; lê aqilê me!..
Yên li Ewropayê ne, êdî du-sê nifş gihîştine hev; qet behsa yên li wan deran bûne xwedî firinên lehmecûnan û bûfeyên doneran nakim.
Qet behsa yên li ser navê kurdetiyê çûne wan deran û piştî salekê diduyan, ku havînan vedigerin welêt borseya erd û zeviyan bilind dikin jî nakim û yên ku dîsa li ser navê kurdetiyê çûne wan deran û bi şandina euroyan li van deran fînansoriya merivekî xwe yê tefecî dikin jî nakim…
Çi ku ew ne xwedan wîzyon in; ne dîplomat in, loma gazind lê nabin ku piştî heqê ‘otirimê’ wergirtin hema dibin ‘Eurohez’!
Û behsa bi sedan siyasetmedar, rojnameger û akademîsyenên li zanîngehên paytaxtên xweşik kar dikin jî nakim…
Bila ew qas komele û saziyên li wan deran heyî jî ji dervayî vê pirse bimînin.
Ne eyb e; raste rast pirsa xwe ji hunermend û nivîskarên ku hunermend û nivîskarên ziman û neteweya xwe dizanim û jê re rêza min heye dikim.
Şivan Perwer em dibêjin Pavarottiyê kurdan, Ciwan Haco wekî muzîkjen ku bo deh hezaran konsertan li dar dixe, û nivîskarên wekî Mehmed Uzun hê dema sax bû, û piştî wî Firat Cewherî, Hesenê Metê, Helîm Yusiv, Enwer Karahan, Ehmed Huseynî ku em dizanin pirtûkên wan bo çend zimanan hatine wergerandin…
Ew ên hatine bîra min, lê hûn dikarin gelekên din jî lê zêde bikin…
Baş e, qet dûr neçim hema ji van deh salên borî li her çar parçeyan bi dehan bûyerên zilmî yên li kurdan hatî kirin çêbûn-çêdibin hene û dizanim ku ji me pirtir jî dilê wan hunermend û nivîskarên me bi van bûyerên ji destê zilmê pêk tên diêşe…
DOSTÊN HUNERMENDÊN ME
Gelo me qet dî ye ew hunermendên me yên ku bi dehan salan in li wan deran in hunermend û nivîskarekî wan welatan ê gotin û helwesta xwe hem li cem hikumeta xwe hem li cem civaka xwe pere dike rawestiyaye û gotiye: ‘ez li dijî vê zilma li neteweya dostê min a filanî tê kirinê me’; yanê dosteki Şivan, Ciwan, Uzun, Cewherî û Hesenê Metê û Helîm û Enwer û hwd. qet tune bo bala raya cîhanê bikşîne ser zilma li me tê kirin ketibe nava hewldanê? Min nediye…
Helbet, meş jî rêbazeke bertek nîşandayînê û têkoşînê ye, helbet çalakiyên xwe birçî hiştinê jî rêbazek e, helbet mîtîngên bi deh hezaran bi sed hezaran li dar dikevin jî dem tê bivê nevê ye; lê gelo wîzyona me rê û rêbezeke din a îmajê kurdan empatîtir dike nîn e qey!?
Bi salan e hûn li wan deran in, mezinahiya navê we gihîştiye welêt û bi qasî çiyayên welêt berz û bilind e; hûn dibêjin û em jî ji we bawer dikin ku pirtûkên we bo bi dehan zimanan hatine wergerandin, bi beşdariya deh hezaran hûn konsertan li dar dixin, gelo qet li qada huner û entelektueliyê we dostekî/ê hunermend, wêjekar nîn e?
Da dîplomasiyê di odeyan de bikin, ne ku tim dakevin kolanan, ber konan.
Jixwe, li qadekê kon danîn, êlegên li ser diruşm nivîsî li xwe kirin, meş an xwe birçîhiştin rêbaza salan e…
Lê wîzyon, lê îmaj, lê dîplomasî; ew ne bi meşan tên bidestxistinê ne bi vedana konan, ne bi diruşman, û ne jî, êdî hukmê wê gotina ‘dostên kurdan tunê ne’ heye, ku hinceteke belengazane pêvtir tu wateya xwe nemaye…
Erê sermiyana me xaka welatê me ye ew jî destê xelkê de ye, lê aqilê me!?
Gelo hewce nake em car din guhdariya çîroka serkeftinê ya cihû û ermenan bikin, çawa hatin vê astê; nemaze hunermendên wan bi çi huner û bi çi zarî dost li dora xwe civandin hev!..
Wekî wan, heqê me ye jî, em ne li ber konekî, dixwazin li pişt kursiyekî ku li vî û wî aliyê we aktrîst, muzîkjen, wêjekar, hunermend, entelektuelekî/ê wî welatî yê/a gotin û helwesta xwe pere dike rûniştibe, bibînin…
Xelkê wisa kiriye, wisa dike, ma em pir tiştî dixwazin?!
DÎASPORA DIKARE ÇI BIKE?
Min dev ji hikumet, serokomar, serokwezîr, wezîr û mebûs û şaredaran berdaye, li cîhanê, li wan welatên Ewropayê heke dostaniya we bi keyayê taxekê re yan bi odeciyekî re tune be, dema pêwîstî bi dîplomasiyê, bi lobiyê bû divê em nebêjin dostên me tune ne.
Ev nayê wê wateyê ku hunermend îlam alîgirê partiyekê be; nexêr, ev ne karekî rêxistinî ye, karekî şexsî ye, erkeke netewî ye, sekn û helwesteke hunermendane ye.
Erê dîaspora ne tercîhek e, lê dikare bibe hêz û derfeteke dîplomasiyê, lobiyê, wîzyon û îmajê.


