logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Xwekujiya kerî

  • Dîrok: 07/07/2016

Dibe we jî wekî min di hin nûçe û çîrokan de xwendibe, ‘ di nav keriyê mîhan de yek dide pêşiya kerî, diçe di kendêl re xwe diavêje jêr û pêre pêre yên din û hemî kerî’. Ji vê yekê re dibêjin derûniya kerî yan jî xwekujiya kerî.

Çi wekî derûnî, çi wekî qewimîneke telefker, ku meriv wê yekê wekî nexweşî yan jî wekî helwesteke pênase bike, meriv dibîne ku ew nexweşî bi demê re derbasî giyanê mirovan jî bûye û mirov jî bi wê derûniya kerî qewimînên telefker ên xwekujiyê wekî rêbazeke pêk tînin. Lê belê, di navbera vê xwekujiya kerî û mirovan de ferqek heye. Xwekujiya mirovan ji ya keriyê mîhan bêhtir dişibe xwefedakirina mêşên hingivî. 

Tê zanîn, di çanda mêşên hingiv de bo keybanûyê xwe feda kirin heye. Yanê wek a keriyan mîhan keybanû nade pêşiyê û naçin ewil xwe ji kendalan re navêje, yan bo ku êrîşekê têk bibe xwe nade pêşiyê, berovajî, keriyê mêşan bo keybanûyê xwe feda dike, yanê xwe dide kuştin. 

Lê ya mirovan jî ji ya mîhan bêhtir dişibe ya mêşên hingiv. Di ya mîhan de ewil pêşeng xwe di kendêl re werdike û piştre kerî dide pey, lê ya mêş û mirovan de kerî yan jî di kerî de kesên hatî hilbijartin ên ku ji alî pêşeng ve hatî motîwekirin xwe ji bo pêşeng an jî keybanû-keyserê feda dikin, dikujin û didin kuştin.

Dibe ku di nav hin jîndarên din de jî ew tişt hebe. Lê bi min, bo ya mirovan mînaka mî û mêşan balkêş hat.  

Jixwe, hûn ji min bêhtir bi çîroka popîler a Hessen Sabbah haydar in.

Têkîliya derûnî ya di vê rêbaza xwekuştinê de ku di kerî, mêş û mirovan de çi ye, çawa dertê asta xwekujiyê û hin kes kuştinê, pê nizanim, jixwe derûnîzanînî ne karê min e, lê ya dizanim, kî vê yekê bi kê dide kirin, kî kê tîne asta xwekuştinê û pêre pêre kuştina bi sedan, hezaran qurbaniyên bêguneh, bi min-me dide nîşandan ku di navbera derûniya mirov û kerî de hê pir cûdahî, ferqa medenîbûnê çênebûye. Û hêj jî mirov bi derûniya kerî xwedan helwestan in; hin hinan feda dikin, hin bi xwefedakirina hinan dijîn, û hin jî bi tirs û xofa wê xwekuştinê tên kêdîkirin.

Diyar e, giyanê Hessen Sabbah hê di beden û kesayetiya hinan de bi hemî erjengiya xwe ve dijî.

Hessen Sabbah tanî bêkêr û beredayî li dora xwe kom dikirin, bi giyayên haşhaşî ew serxweş dikirin û dişand ser rikkêşên xwe. 

Lê  hemdemên wî, Hessen Sabbahên îroyîn jî qey dibêjî pirtûka wî xitim kirine, bi rêbaza wî radibin hema li ser navê olekê, baweriyekê, bîrdoziyekê, dewlet, netew û komekê şêxitiya xwe îlan dikin, ango dibin Hessen Sabbahên roja me û li dora xwe mirîdan dicivînin, li vê xaka rojhilatê ku bi destê wan şêxan ewilî evîn, hez, azadî, nirxên jiyanê û xweşikayiya wê, bidestxistina nanî, hêviya pêşerojê, mafên tekakesî, hizrî, nasnameyî û civakî hatibe kuştin û tunekirin (!) di nav reşbîniya bêhêvîtiyê ya îroj û siberojê de û di nav hest û hizra ‘ma qey li vê dinê tiştekî min î ku jidest bidim heye’ de,  pir hêsa mirîd-xwekujan peyda dikin û ew mirîdên hino hino tên asta xwekujiyê, wek ya mêşên hingivî ji bo keybanû û keyserên (şêxên) ol û bîrdoziyên xwe yên ‘pûşt’ him xwe diteqînin-dikujin û him jî bi xwe re gelekên bêguneh…

Li vê xaka ku ferd û civakên wê bi xweşikayiya jiyane nehesiyan e û ji çejnên cîhana rengîn û zengîn tam nekirine, mixabin di nav xwe de him Hessen Sabbahên hemdem û kirêt peyda dikin, him jî xwekujên pîskopat.

Ji lew, a ew dikin, didin kirin, diteqînin û dikujin, ku bo çi û li ser çi navî dibe bila bibe, ne pîroz e û ne rewa ye. 

Hovîtî ye, ji kana derûniya kerî xwedî dibe. 

Ji lew, meriv dikare bipirse, wek derûnî, gelo di navbera xwekujiya kerî û mirov de çi cûdahî heye?

Bersiv pir hêsa ye, em dibînin di derûniya xwekujiyê de, ya/ê daye pêşiya keriyê mîhan ewil xwe di kendêl re diavêje hembêza mirinê, lê wek a mêşên hingiv, ên dane pêş keriyên mirovan, keriyên mirovan heya kendêl dibin, li wir xwe didin kêlekê û keriyê li pey xwe yek bi yek di kendêl re diavêjin hembêza mirina qaşo lehengane, qaşo pîroz û ya ku ehmeq, dibêjin qey riya wê diçe navenda cinetê nava hûriyan û nûriyan.

Bi min sedem, ta ku civakên vê xakê birçî, nezan, xulam û mirîdên şêxên bêderpî bin, li vê xakê ta ku xwefedakirin, xwekujî mirina pîrozwer bê hesêb, gelo wekî giyayê ku di biharê de kesk kesk zîl dide, wekî wî zîlê giyayî qey hêviya ‘siberoj dê ji îro xweştir be’ jî zîl dide û kesko kesko şîn tê!?     

Hin Nivîsen Nivîskar

Ey Dad!

  • 03 Kewçêr 2014

Ku li ku, di kîjan wext û deman de navê wê hatibe hildan nizam! lê ji berî zemanan ve ye, ku her behsa wê tê kirin. Wekî alaleyekê, wekî diruşmekê, ji...

Paytextek bo hunera me!

  • 13 Berfanbar 2020

Ne bo nivîsandinê, afirandinê, amadekirinê; bo pêşandanê, xuyabûyînê, bazarkirinê wekî ya hemû netew û zimanan pêdiviya wêje-hunera me...

Di siya wêjeya kilasîk de nedîtina nûjeniyê

  • 06 Rêbendan 2015

Wekî mijara dîrokê ye; kokên me diçin ta filan serdemê, kalên me ji filan derê hatine, filan mîrîtiyê bêvan dewleta yekem a kurd ava kiriye, Rustemê...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li kîjan welatî kîjan tîm bû şampiyon?

ad

Di yekemîn Roja Dayikan a Mulkiye de çalakiyek ji bo wê

ad

Jîna Amînî û 'Jin Jîyan Azadî' berendamên Sakharovê ne

ad

Ji Aramê 6 pirtûkên bi kurdî

ad

Amed Sporê serok û rêveberiyeke nû hilbijart

ad

"Rêya Kadizan" derket!

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname