Rêwiyek, ji trênê peya dibe, ber bi dilê xwe ve dimeşe. Di dilê wî de, şoreşa wî ya ku bi salan dimeşîne. Ez têk çûm an şoreşa min têk çû? Min li ku derê dest bi rêwitiya xwe kiribû? Ma ezê hetanî ku derê li xwe bigerim? Li derdora xwe dinêre û meşa xwe didomîne. Ji ku derê hatibû, wê berê xwe bide ku derê?
"Erê dotmam. Hetanî min xwe naskir emir çû." Gotina ku ji pirtûkê xwendibû di bîrê de. Pirtûka "Kundê Kor" jî, di vê kêliyê de hatibû bîra wî: “Ditirsim ku xwe nasnekim û bimirim." Kêm zêde gotinek bi vî rengî bû. Heger ez xwe nasbikim wê çi bibe, xwe nasnekim wê çi bibe? Mirov, di vê rêyê de diweste. Divê, li rawestgehanê rûnê û bêhna xwe derxe.
"Roj li ezmên pir bi sebir e, her sibeh derdikeve, û hêviyê li mirovan belav dike." Pirî caran zarokê ku di dilê xwe de xwedî dikim, gotinên xweş dibêje. Ev gotina li ser rojê jî, wî ji min re got. Li rawestgehê bêhna xwe derdixe û dibêje: "Rêya min ne hêsan e: dûr e, kûr e. Ne binî lê hêye ne jî serî lê heye. Bi qendê zehmetiyên xwe şêrîn e jî. Ax Martîn Eden, ax! Piştî ew qas zahmetî te kişand, tu çû û te xwe avêt deryayê. Te xwe fetisand." Ev bêxwedîtî di dilê wî de nasekine, û hema wekî fîlozafan tevdigere. Ka tu bisekine, tu ji navbera me û wî derkeve. Qadê jê re fireh bike, bila ew biaxive.
"Ma çima em hema li bersivê pirsan digerin? Pirs bê bersiv bimînin qey nabe? Tuyê çi pirsê bikî? Pirsa min ‘Martîn Eden çima xwe kuşt?’ Hêlîna wêjeyê berda û çû. Xwende ji hêlînê ket. Weleh rast gotine, gava ku dê çivîk û bav çivîk, ji hêlînê koç dikin; hêlîn sêwî dimîne. Çivîkên zarokên wan terqî dinya dibin. Ji ber vê ye gava ku mirovek nema dizane ku wê çi bike, jê re dibêjin, ‘Bê qey, ji hêlîna çivîkan ketiye’. "
Dengê min li wî ye, ez lê guhdarî dikim; lê hinekî birçî dibim, berî didim dikanekê. Zebeşekî biçûk û kêrekê dikirim. Li ber golê rûdinim. Hiş diçe ser bîstanê me yê zemanekî. Dê çivîk û bav çivîk, ew bîstan bi destê xwe danîbûn. Zebeşê xwe dixwim û paşê radibim ser xwe. Derbasî aliyê din ê rê dibim, li cafeyekê rûdinim û qehweyeke tahl dixwazim. Zarokê di dilê min de, berî dide rêwîtiya xwe, ez jî li bendî qehweyê me.
Rêwitiya te çawa diçe lo? Ka hûş be, ez ji xwe re li helbesta Rênas Jiyan - Li Herî Jorîn Firîna Bêbask guhdarî dikim. Heylooooo! Mêrik jî bûye hunerhez yabo! Welleh îşê wî nabe. De hûş be! Dengê xwe neke qehweya xwe vexwe. Ka hê qehweya min nehatiye. Jixwe doh şevê din, bi halekî serxweş çûm stargeha xwe. Ew çax li vê helbesta ku min qal kir guhdar bike: "Li vir çûnên min diwerimin. Kolan, li ber min vedizelin. Bi pey te dikevim, tu li pey min dikevî. " Ka ji dev min berde lo! Bisekin, bisekin ezê hê helbestek Selîm Temo jî bêjim. Helbesta çi, halê çi lo. Ma halê min halê helbestan e? Yaw bisekin ezê bêjim, binêre bê çi xweş gotiye: "Bêje çûyîn, çi peyveke dirêj e. " Ma vê rêwîtiyê kengî dest pê kir? Ji wê roja ku tu çêbû, rêwîtiya te dest pê kir. Di vê rêwîtiyê de, pir tişt xwe dubare dikin. Bêje cennetiyooo, bêje! Tu xweş nan diçîne şorbeyê ha. Erê, erê! Ez jî, wekî herkesî xweş nan diçînim şorbeyê. Erê lo, biçekî jî, qala Kafka bikim.
Kafka di pirtûka xwe ya "Der Prozess - (Doz)" de qala çi dike? Di dersê de, mamosteyê min analîzên pir xweş digotin. Çi digot? "Kafka, di vê pirtûkê de dibêje çawa meriv tê dinê, wê çaxê doza wî jî dest pê dike. Dibêje, em bi mirinê tên darizandin û jiyana meriv bi rêva mirinê didome. Belê, em hêmû mirov, ajal mehkûmê mirinê ne."
Ma ne huner jî, ji tirsa mirinê bû. Mirovên ku di şikeftan de dijiyan, li ser dîwaran resîm xêz dikirin. Ma ew xirecira wan ji ber çi bû? Ma ne ji ber tirsa mirinê bû? Bi xêzkirina wan wêneyan digotin, em jî hene. Kafka, ji hevalê xwe re gotibû: "Gava ez mirim, berhemên min bişewitîne." Lê bi serê zimanan jê re gotibû. Te, ev nivîs kir wekî şorbeyê. Biçîne, biçîne hinek nanê din biçînê. Bisekin, welleh min xwe lê berda ye. Her ku dinivîsim, bêhna min derdikeve. Di vê rêyê de, nivîs ji min re dibe wekî terapî. Welleh ne ji nivîsê bûya, min pere ji ber derûnînasan nedihişt. Di jiyana te de, ew qas bobelat derbas bûn, tu qet neçû derûnînasekî jî? Na wele, ez neçûm. Dê çivîka wî, li ber çavên wî perpitîbû û her şev dihate xewna wî li ber çavên wî dimir; lê ew qet neçûbû derûnînasekî jî. Mirina dê çivîkê belkî hê jî, qebûl nekiriye; lê mirina bav çîvîko di roja pêşî de qebûl kiribû. Bi wê mirinê, di carekê de mezin bûbû.
Ka hey te nivîs di şorbeyê de çinand, hinekî din xwê pê dake. Xwê- Xwêdan- Xweda û Xwebûn. Em vegerin ser mijara xwe ya rê. De vegere, ez te bibînim. Hişê min dîsa çû, ji xwe re digere.Li ku derê digere, ma tu aniha li ku derê yî? Hişê min di romana Maksîm Gorkî de, digere. Malmîrato hate bîra min, temenê te hê sêzdeh bû, te ew pirtûka wî di sê rojan de xelas kir. Ji wê pirtûka wî çi di bîra te de ma ye? Ew rûpelên ku dayika wî di trênê de bû, ji bîra min naçe. Ji wê çaxê de, min dixwest hema bi trênê rêwîtiyê bikim. Tu aniha li ku yî, berî du saetan tu li ku derê bûyî?
Doh, ji welêt mêvaneke min hatibû, şeveke xweş bû. Vê sibehê ez cardin hatim cem wî, hetanî Bahnofê pê re çûm. Bahnof îca çi ye malmîrat? Cihê ku trên diçin, rêya trênê lo. Erê, min ew bir stasyonê lo. Û vegeriyam hatim, li ber golê rûniştim. Mêvanê min ê pêşî bû. Min gote wî:
- Hetanî ku tu careke din hatî, wê xaniyek min jî çêbibe û vê carê te naşînim hotelê.
Digot, bide pêşiya min,tu bi zimanê almanî dizanî.
Erê, heyran erê! Ez jî, hinekî xwe paye bikim. Ji welêt hatibû, bêhna welêt jî, bi xwe re anîbû. Gava ku çûm cem wî, min dît ku strana Hozan Serhed Hewlêr lê dixe. Piştî ku Hozan Serhed, bi strana Hewlêr nasdike navê kurikê xwe dike Hozan Serhed. Hozan Serhedê kurikê wî jî, li Almanya penaber e. Ew çû, ez li çîroka xwe vegeriyam, bûm şorbe, nivîs bû şorbe. De, ji qewla Kovan Baqî, vê carê ji şerabê re ne noş beeeee! Ev nivîsa min noş beeeee! Hey te ev nivîs kir şorbe gotinên xwe yên dawî binivîse. Ez bi ya te bikim. Ez û bav çîvîko di hêlînê de bûn. Min xwarin çêkiribû. Wê çaxê wî mirî ditîtin. Ji qewla hevalê min ê doh, "Mirî dîtibin, ew jî bûbû rêwiyê mirinê."
Min got: Ha yabo!
Go çi?
- Tê bîra te, rojekê te bi wê şiva xwe ya hezîran, min dabû ber lêdanê. Dayika min hatibû malê, û bi ser te ve rabûbû.
- Te ev kurik xistiye çi halî. Weh, qey çavê te lê ye tu min bikujî?
Na, na, ezê Janya bikujim. Belê, bavê Kafka jî wî dabû ber lêdanê. Min, ji bavê xwe re gotibû, min te efû kir. Gelo Franz Kafka bavê xwe efû kir?
**
Ji bo guhdarîkirinê:


