Ji bo guhdarîkirinê:
"Ji doh ve ye gerdûn digirî, ew derwêşek bû, bûbû heqîqeta aştiyê. Mirin emrê Xwedê; lê ya dilê meriv diêşîne çavên wî vekirî, û li aştiyê.
04.05.2025, Gerstungen, Almanya "
Min ji bo Sirri Sureyya Onder, ew gotin nivîsandibûn rojnivîskê; wê biba nivîs ; lê berdewama wê nedihat. Bi zekemê ketibûm, dikuxiyam. Bê qey girêkek li qelbê min hatibû girêdan, min dixwest pir tiştan binivîsim, min dixwest berê xwe bidim serê çiyayekî qêrîna xwe bilind bikim; lê qêrîna min di valahiyê de dima. Ez dikuxiyam û bê qey ew girêka ku bêhna min diçikand vedibû.
Çend rojên min bi kuxikê çûbû, min digot wateya kuxikê çi ye? Min berê xwe dida xwezayê û bêhna xwe dida û distend. Ez rehet dibûm.
Bûbû şev û şev bi kuxikê diket. Ez bi helbestê dihesiyam. Ferqa helbest xwendina min û bêhn sitendinê tune bû.
Nizanim bê zemên çawa diçû? Carinan winda bûm, carinan li ser xwe bûm.
Berî du şevan jî, min xwestibû li ser Arjen Arî, nivîsekê binivîsim.
"Vê şevê Arjen Arî çima hate bîra min? Min li strana Mehmet Atli “Negrî” guhdar dikir, hişê min çûbû ser Asya. Berî ku Asya biçe min jê re; wê ji min re nameyek nivîsandi bû: "Gava ku Asya koç kir, ez bi ser wê ve zêde negiriyam. Min êşa xwe avêtibû dilê xwe. Ew tê bîra min. Te dît, meha gulanê ye. Di vê mehê de, çûyînên me pir bin ax bûn:
"şehîdê dilê te ez bim
nekenîne bime dijmin. "
Wisa digot Arjen Arî. Roja koça wî tê bîra min û hemû helbestên wî êşên min birîn dikin. Tewlê gava ez şêrgeleya wî dixwînim giriyê xwe nagirim.
Li Navenda Çanda Mezopotamya li Qoserê, min Şêrgeleya wî xwendi bû. Guhdar jî, bi piranî dayik bûn, ez kelecanî bûbûm: "Şêrgele hene; bê kêl û bê gorn. "
Ji ber vê ye kirasê helbesta Arjen Arî pir li lehengên çiyayan tê, bêhna xwezayê gotinên wî tên.
Me dabû rê, berê me li Şirnexê. Em diçûn şîna hevalê xwe Şivan; lê Şivan bê kêl, û bê gorn bû.
Li wê odeya teng de, em bi ser wî de digiriyan.
Dengê şevê, berê xwe da ye min,û dibêje dengê min binivîse. Ez dibêjim dengê te Asya bû. Asya ji Ordu bû, ez jî ji Mêrdînê bûm. Wê di teqîna Sirûcê de hevalên xwe winda kiribûn; min di wê teqînê de hevalê xwe Emrullah winda kiribû.
"Ordu li ku Mêrdînê li ku? "
Min wê şevê jî cardin nivîsek xwe temam nekiri bû û ez razabûm. Du nivîsê min nîvco mabûn. Çima nîvco diman? Min digot, helbet wateyek heye.
Gava şiyar bûbûm, min ew xebera nexêrê dîtibû, jixwe gelek kesan dizanîbû ku koçkiriye; lê min nedixewest qebûl bikim. Par, hevalekî digot koçkiriye; lê çav li hêvîkê bû. Mirinek din jî bûbû para axê.
Ew derwêşê por spî, rihê wî tijî heqîqet bû.
Me di sohbetên xwe yên zaningehê de, qala wî dikir:
- Ew heqîqet bi xwe ye.
Li şeva me ya welatparêzan min helbesteke wî xwendi bû, ew helbest li nav welatparêzên Zaningeha Mêrsînê belav bûbû. Gava polîsan min binçav kiribûn, digotin:
- Ew qas helbestên li ser evînê hene, tu çima wan naxwîne; lê tu helbestên şoreşgerî dixwînî?
Helbestên xwe dinivîsad û davêt çopê; lê rojekê helbesteke wî ji çopê derdixin û dixwazin ku bixwînin.
Ew helbesta wî bi nav û deng bûbû. "Ez mirov bûm", digot. Dilê wî, bi qasî çiyayan bi heybet bû. Tewlê xwendina helbesta Ahmed Arif, bi qasî lê dihat li kesî din nedihat ew helbest ji dil û can dixwend. Erê, qelbê wî bîra dînamîtan bû.
Gava min eşêfa daran dikir, hema min ji dengê wî li helbestan guhdar dikir.
Ew şaxek ji dara berûyê bû.
Bêhna xwe li ber dara berûyê vedikir û lênûska xwe li bin wê darê vedikir. Rondikên xwe ji bo dara berûyê dibarand. Erê, mîna Arjen Arî digot:
"Çi bû gunehê dara berû yê?"
Pir ramûsan li geliyan hatibûn veşartin, ew jî bi hevalê xwe re bûbû ramûsanek helbestî.
Di wê helbesta xwe ku dengê xwe lê berda bû de digot:
"Her lêgerîn, heqîqet e hezkiriya min."
Gava wê helbestê dixwîne, ji wê şikeftê dengê kuxikekê tê. Ew kuxik dibe heqîqeta gelê bindest, ew gelê ku bi salan e li rastiya xwe digere.
Bêhn, kuxik. Bêhn enerjiya nû ye; kuxik rê nade ku enerjiya nû derkeve holê. Tişteke ku ne aîdê meriv be, kuxik wê derdixe derve.
Li wê şikeftê dengê wê kuxikê, mîna ku dengê wê kuxikê bibe rastiya hêviyê.
Wî li zaningehê berê xwe dabû rêya derwêşan. Kalanên wî li Dêrsimê dabûn ber singuyan, ew singu wî birîn dikirin.
Dixwest fêmbike û bi girêdayîna xwe enerjiyeke nû biafîrîne.
Edî li ser hespekî yî, porê wî spî û dibêje:
- Min para xwe ji heqîqetê girt, di vê dergehê de min deriyên heqîqetê yek bi yek li dû xwe hiştin. Mirin ne dawîbûn e, yê mirî laşê min e; rihê min bê dawî ye û bextwar e. Ez rêwî bûm, li her cihî şewqa min heye.
Cardin li wê helbestê vedigerim. Ew helbest dibe parçayek ji atoman; ew atomên wê helbestê li fezayê belav dibin.
Bi salan e, li ser heqîqetê ramanên xwe digot, dawiya dawî gihîştibû wê heqîqetê.
Ew êdî bû mêvanê Sirri Sureya Onder, pala xwe dana ezmên, li rojê temaşe dikin. Arjen Arî tê, ji wan re helbesta Şêrgele dixwîne:
"Şîrê şêr, di eyarê şêr de. Şêrgele hebûn şêrgele."
Erê ew şêrê gelê xwe bû.
Wî herî pir ji stêrkan hez dikir, dixwest xwe bigihîne stêrkan; lê êdî ew bixwe bûbû stêrk.


