logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

5 helbestvanên jin ên kurd

  • Dîrok: 06/11/2006


Gulîzer, Jîla Huseynî, Fatma Savci, Kejal Ahmed û Axîn Welat 5 jinên kurd ên helbestvan in. Û niha di nav rêzepirtûkên ŞAHMARAN a Weşanên Avestayê de derketin pêşberî xwendevanan bi berhemên xwe yên nazik...


Avesta ev demeke dirêj bû, ez texmîn dikim nêzî salekê bû pirtûkeke bi kurdî çap nekiribû û bêdengî lê hakim bû. Û wê rojê bi derxistina qevdek pirtûkan ên bi kurdî ev bêdengiya xwe ji holê rakir.
Di nav vê qevdegula pirtûkan de 5 heb pirtûkên helbestvanên jin ên  kurd hebû ki di bin navê rêza ŞAHMARAN de hatine weşandin.

Ez kêfxweş bûm, min xwest bi we re par ve bikim.

***

“Keziyên Jinebî”

“Keziyên Jinebî” navê pirtûka hebestvan  Gulîzer e ku ew ji Amedê ye. Gulîzer mamosteya zimanê îngilîzî ye û "Keziyên Jinebî" jî pirtûka wê ya yekem e.
Di pirtûka ku 78 rûpelan de helbestên xweşik hatine pêşkêş kirin.

Yek ji wan:

“Mem”

Ez ji mêj ve bûm Zîn
Xwezî quncikekî dilê te jî
Mem bûya

***

 “Gulên Qasid“

“Gulên Qasid” pirtûka yekem a Fatma Savci ye. Savci ku ji Girêmîran a Nisêbîna Mêrdînê ye, 11 salên xwe di girtîgehê de derbas kiriye. Kurdên Bakur ji helbest û nivîsên wê yên ku ji girtîgehê şandibûn û di cihên cur bi cur de hatibûn weşandin nas dike.
û çarînek ji helbesteke Fatma Savci:

Niha ji temenê pirpirîkekê kintir bûye evîn
Dil wergeriyane deşteke bê baran
Soz û peyman geyileke çikiyayîn e mîsal...

***

“Mirina Rojê”

Ez yekem car navê Jîla Huseynî dibihîzim. Ew di sala 1964'an de li bajarê Saqiz a Rojhilat hatiye dinê. Di 15 saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan dike, lê di sala 1996'an de, dema diçe pêşiya helbestvan Şerko Bêkes ku diçû Tehranê di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dide.
Û "Mirina Rojê" yekem pirtûka Jîla Huseynî ye ku li Tirkiyeyê tê çapkirin.
Ji bo pirtûkê Şêrko Bêkes pêşekeke nivîsandiye û ji bo Jîla Huseynî gotiye: "Ji bo azadiya xakê, azadiya jinê, azadiya gotinê dijî, evînî li ku ba ew jî li wir bû (...) Ez bi nêzîk ve, di riya nameyên wê yên ciwan re dizanim ku şiîr aşiq bû û Jîla jî maşûqê wê."

û çarînek ji helbesteke Jîla Huseynî:

Eger bû û te jinek dît
bejna wê bi xemê xemilandî be
çavên wê kiz û xembar bin
û te ez pê şibandim
neveciniqe
nebêje wêneyê vê hejarê
di albuma raburiya min de
yadîgar e.

***


“Bayê Bakur”

Yek ji pirtûkê ku di nav ŞAHMARAN'ê de hatiye çapkirin jî "Bayê Bakur" ê Axîn Welat e. Axîn Welat ku ji Efrînê ye, zêdetir bi pirtûka wê ya "Helbesta bê ziman" (sal 2000) û nivîsên wê yên li ser malperên kurdî hatine weşandin tê nasîn.

Helbesteke Axîn Welat:

Lome

bes loma bike
ditirsim lêvên min
vemirin

***

“Qehweyek ligel wî”

Pirtûka din ku bi navê “Qehweyek ligel wî” ku ji Avesteyê derketiye ê Kejal Ahmed e.
Keval Ahmed ji Kerkûkê ye û heta niha hin berhemên wê çap bûne.   “Qehweyek ligel wî” jî ji nav van berheman hatiye bijartin û xwe gihandiye ber destê xwendevanan.

Û helbesteke Kejal Ahmed:

Çay

Tu dizanî
helbestên nexweş
her wek çaya nexweş e
qet mirov nikare bi dawî bîne

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Çapemeniya Kurdan a Neteweyî Heye Gelo?

  • 23 Sermawez 2020

Ev ji ku derket?Ez bêjim:Çend roj berê, hevalê me Bedran Dere li ser twittira xwe wisa nivîsî;"Hemû xebatkarên çapemeniya kurdî di kongreyekê de xeyal...

1992 – 2003 – 2012 – 2025

  • 23 Tîrmeh 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Emê di vê nivîsê de bi ser reqeman re agahiyan rêz bikin. Emê agahiyan bidin ber hev û jêderxistina encameke erênî-neyînî ji bo we bihêlin. Lê bizanibin ku van reqeman gelek bandor...

Çîroka Ajokarekî

  • 26 Pûşper 2008

 Saet li dor dehê rojê bû. Ezê siwarê texsiyeke ticarî bama. Dema pêdiviya min zêde bi demê çêdibe ez siwarê texsiyên ticarî dibim....

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

1700 kesî xwe tazî kir

ad

YSK'ê encamên dawî eşkere kir

ad

Baskî, katalanî û galîsî dikare bibe zimanê YE'yê?

ad

Demirtaşî nivîsî, hunermendan stran, va ye senfoniya 'Welat'

ad

DYA'yê beşek ji hêzên xwe şandin Bakurê Sûriyeyê

ad

Ji êrîşkarên rojnameya Evrenselê kesekî hat binçavkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname