Diyarname
Bi fermana Wezareta Edelatê ya Tirkiyeyê li hemberî Hevserokê berê yê HDP'ê siyasetmedar Selahattin Demirtaş hewldanên rûmetşikên têne kirin. Koma Parastina Demirtaş ev hewldan ragihandin; DEM Partî dijî vê daxuyanî da.
Koma Parastina Demîrtaş daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got ku li Girtîgeha Edîrneyê li dijî birêz Demîrtaş bi îdîaya lêgerîna ser û kincên wî hewldanên rûmetşikên têne kirin. Di daxuyaniyê de wisa hat gotin, "Bi fermana Wezareta Edelatê ji îro pê de birêz Demîrtaş dema ji bo hevdîtinê ji odeyê derê, di her derketin û ketina odeyê de li ber kamerayan dixwazin pêlavên xwe derxe. Em vê yekê wekî hewldana rûmetşikênê dibînin û em vê qebûl nakin. Ji niha û pêde ew dê dernekeve hevdîtina ligel malbat û parêzeran."
Li ser vê yekê Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got ew vê rûmetşikên û bêhiqûqiyê red dikin.
Di daxuyaniyê de DEM Partî wisa got, "Em wekî DEM Partî ligel hevalên me yên hatine hilbijartin û hevalên me yên girtî bi hev re kampanyaya xwe bi rê ve dibin. Ji dema ku pêvajoya hilbijartinê dest pê kiriye ji ber ku gel li qadan xwedî li partiya xwe derdikeve desthilatdarî ketiye nava bêçaretiyê, loma jî hemû gavên bêhiqûqî xistine dewreyê. Lê bila bê zanîn ku bi tiştên wisa dijî rûmetê mirovahiyê nikarin pêşî li DEM Partiyê bigirin. Em bang dikin ku gavek zûtir dest ji kirinên dij mirovî yên lihemberî Demîrtaş û hevalên me yên li girtîgehê berdin."
***
DEST JI VÊ KIRINÊN XWE BERDAN
Piştî nûçe hatin belavkirin, piştî di tora civakî de bûyer gelek bû mijar bi rojek parêzerên Demîntaş daxuyanî belav kirin û gotin ku "îro reveberiya girtîgehê dest ji kirinên xwe berdane." Parêzerên Demîrtaş roja 14'ê mehê çûn hevdîtinê û paşê daxuyanî belav kirin. (Not: Ev paragraf 14'ê mehê li nûçeyê hatiye zêdekirin)