Stenbol
Encamên sezona 2009-2010'an ên 10'emîn Xelatên Şanoyê yên Lionsê eşkere bûn. DestAR-Theatrea ku yek ji komên şanoyê yên Kurdî yên nû ye, ku navenda wê ya bi navê 'Şermola Performans' li Stenbolê ye, bi lîstika xwe ya bi navê Cerb (Experiment-Deney) ve, di şaxa "Lîstika Xweser î Nû"yê de, hêjayî xelatê hate dîtin.
Şanoya Kurdî ber bi geşbûnê ve diçe. Bi zêdebûna komên şanoyê yên kurdan re berhemên şanoyî jî ji berêkê ve zêde dibin, her wiha komine şanoya kurdî dest pê kirine xelatên şanoyê jî werdigirin. Yek ji komên şanoyê yên kurdan, DestAR-Theatreê, bi lîstika xwe ya bi navê Cerb (Experiment-Deney) a ezmûngerayî-bêdiyalog, di çarçoveya 10'emîn Xelatên Şanoyê yên Lionsê, şaxa "Lîstika Xweser î Nû"yê de, hêjayî xelatê hate dîtin. Lîstika ku honak û derhêneriya wê ji aliyê Mîrza Metîn ve hatiye kirin, ji aliyê gelek rexnegirên şanoyê ve jî hatibû ecibandin, der barê wê de di çapemeniyê de nivîs hatibûn nivîsandin.
Endamên "Jûriya Gel", ku ji Bînerên Direklerarasıyê pêk tên, li 16 bajarên ku di Sezona Şanoyê ya 2009-2010’an de sehne lê vebûn, li lîstikên ku hatin lîstin temaşe kirin û di kategoriyên Performans û Sêwirandinê de serketîtirîn hunermend û berhem diyar kirin.
Li gorî van nirxandinan, lîstika DestAR-Theatreê ya bi navê Cerb (Experiment-Deney), di şaxa "Lîstika Xweser î Nû"yê de, hêjayî xelatê hate dîtin. Nirxandina Sezona Şanoyê ya 2009-2010'an, ji aliyê 162 Bînerên Direklerarasıyê ve, ji nava temaşekirina li 361 lîstikên sezonê hate kirin û koma şanoyê ya kurdan bi vê lîstika xwe ve xelat wergirt.
Xelat wê 31'ê gulanê li Navenda Çandê ya Caddebostana Stenbolê saet 20.30'yan de bê pêşkêşkirin.
Ji bo kesên bixwazin li Cerbê temaşe bikin:
- Di çarçoveya Festîvalaı Şanoyê ya Rojên Ciwanan a Şaredariya Mezin a Stenbolê de, li Sehneya Fatih Reşat Nuriyê, 19'ê Gulanê, di saet 15:00 û 19:00'an de li pey hev.
Di çarçoveya ÎATG'yê de, li Sehneya Dormenê ya Şaredariya Şişliyê, 26'ê gulanê, di saet 20:00'an de.