Raste rast ez bibêjim: Ez ji kurdên ku bêyî heqaretê tiştekî nizanin aciz im; li ser navê xwe, li ser navê kurdan ez ji wan şerm dikim.
A rast min dixwest ez li ser nîqaşa pirsgirêkên Şanoya Kurdî vê hefteyê tiştinan binivîsim, lê piştî ew qas mailên ku li ser nivîsa min a "Notên vir de û wir de"* hatibûn, ev hefteyekê ye ez li ser vê nivîsê difikirim ku binivîsim yan na.
Di dawiyê de vaye nivîs:
Li ser "Notên vir de û wir de" ya di Diyarê Me de gelek mail hem hatin ser maildanka Diyarnameyê, hem jî hatin maildanka min a taybet.
Yekî ji wan tevî heqaretên xwe gotiye ku li Newroza Amedê "Ala Kurdistanê deqexe kirine" çima hûn nanivîsin (tevî gotinên xwe yên heqaretwarî).
Li ser alê, li ser hemû alan nêrîna min cihê ye.
Pêşî ez bibêjim: Haya min ji meseleya li Amedê nîn bû, bi wê maila ku (ne)biraderê min şand, haya min ji meseleyê çêbû. (Ew 'NE' bi taybetî min bikar anîye, ji ber ez wî wekî biraderê xwe hîs nakim; ev ne heqaret e, hîskirinek e)
Fikra min ev e:
Her kesê ku alê pîroz bibîne ez li piştperdeya vê nêrînê dinêrim.
Bi ya min al ne pîroz e. Tiştê pîroz mirov bi xwe ye. Al amûrek e. Wekî partiyek, artêşek, saziya berpirsa av û elektrîkê.
Al pîroz be ala tirkan jî, ya Sovyetê jî, ya Swîsreyê jî, ya Îngilistanê jî ya Naziyan jî, ya Siûdî jî pîroz e. Û ya Yugoslavyayê jî.
Loma ji bo min al ne pîroz e.
Ji bo min erdê ku mirov li ser rûdinin, helwesta ku li wê derê derdikeve der girîng e.
Li ser erdekê mirov bi hev re, di nav aştiyê de, bi awayekî ku hurmetê nîşanî hev bidin bijîn ji hemû alan pîroztir e.
Al her guherbar in. Lê mirovatî?
Her pergal li gorî xwe aleke hildibijêre, bi demê re wê diguherîne jî... Lê helwesta mirovahî li her derê yek e.
Li welatê di bin alekê de mirov bêne kuştin, asîmîlekirin, fikir û ramanê wan bê qedexekirin, zimanê wan bê qedexekirin ala herî mezin bê daliqandin jî ez pê çi bikim?
Li welatekî ciwan ji ber zanîngehan bêne revandin û kuştin, jin întîxar (xwe bikujin)
bikin, qîmeta kedê tune be ez wê alê pê çi bikim?
Belê fikra min ev e.
Û ez hin tiştan lê zêde bikim:
Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesud Barzanî hat Enqereyê al nehatibû daliqandin lê wî bi kurdî axaftin kir. Pirs ev e: Al bihata daliqandin û birêz Barzanî bi erebî biaxiviya baş bû, yan al nîn bû ew bi kurdî axivî baş bû?
Em werin ser mînaka Dejan Stankoviç
Dema ku Yugoslavya li ser kar bû, welat di bin rêveberiya Sosyalîzmê de bû Stankovîç hat dinyayê. Ew bi lîstina gogê mezin bû û her ku çû navdar bû.
Cihê ku ew lê mezin bû bi awayekî fermî "Komara Federal a Yugoslavyaya Sosyalîst" bû (Ew. di sala 1943'yan de hat avakirin û 1992'yan de hilweşiya). Zimanên wir ên fermî: "Sirbî-Hirvatî, Slovenî, Makedonî, Arnawidî, Macarî" bûn.
Stankovîçê ku di nav rewşeke wisa de mezin bû niha 31 salî ye û li Întera Îtalyayê dilîze.
Ji ber serketina xwe ya di fûtbolê de ji bo di Tîma Neteweyî de bilîze gazî wî kirin.
Sal 1998. Di tûrnûvaya wê salê ya Kûpaya Cîhanê de wî di bin ala Federasyona Yûgoslavyayê de lîst, ala wê derê hilda.
Sal 2006. Di tûrnûvaya wê salê de Stankovîç vê carê di bin ala tîma neteweyî ya Sirbistan-Karadaxê de lîst.
Sal 2010. Stankovîç vê carê bi formaya Sirbistanê, di bin ala Sirbistanê de di Kûpaya Cîhanê de lîst.
Stankovîç yekem kes e ku di bin sê alan de di tûrnûvayên Kûpaya Cîhanê de lîstiye.
Bi ya we di bin kîjan alê de Stankovîç zêdetir ber xwe da, zêdetir xwest tîma wî bi ser bikeve?
Bersiv ev e: Di bin her sê alan de jî heta ji destê wî hat kir ku baş bilîze, qet li alê nenêrî.
Dîsa jî em guh bidin bersiva wî (ji bo ajansên navneteweyî axivî): "Ez gelek kêfxweş im ku di bin 3 alên cihê de di Kûpaya Cîhanê de min lîstiye. Lê zêdetir ji bo fûtbola sirban ev rojek dîrokî ye ez kêfxweş im."
Ger hûn bibêjin: 'Yê me hê alek jî ku li her derê cîhanê hatibe qebûlkirin nîn e, bila alek çêbe em hê vê nîqaşê bikin', ew jî fikrek din e. Lê ez beşdarî wê jî nabim.
Û ev gotina Rojen Barnas ji bîra min naçe: "Nasnameya min di devê min de ye"
Tiştek din ku ez bibêjim nîn e.
Ger ez careke din vegerim ser "Notên vir de û wir de", ji bilî meseleya alê, ji bo mailên din ez dikarim vê lê zêde bikim:
Şaristanî (medeniyet) ger hebe li Tirkiyeyê jî, li Almanya, Iraq, Hindistan, li Hollandayê heman şaristanî ye. Tûkirina erdê jî, ji derî ketina hundir jî, rabûn û rûniştina me jî, her peyva ji devê me derdikeve jî li ser rewşa me ya em çiqas xwedî şaristaniyeke gewre ne nîşan didin.
Wekî din gotina pêşiyan e: Ger mirov ker be ha bêje, ha bêje.
***


