Diyarname
Fîlmê bi navê "Bridget Jones'se Baby" ku wekî sêyemîn fîlmê "Bridget Jones" e dê bê kişandin. Lîstikvanê navdar ê îngilîz Hugh Grant ku di sala 2009'an de ji bo BBC gotibû ku ewê di rêza sêyemîn ê fîlmê Bridget Jonesê de nelîze, niha diyar kir ku tiştek wisa nîn e û ewê di fîlmê nû de jî bilîze, lê hê senaryoya fîlm tê nivîsandin.
Fîlmê "Rojnivîska Bridget Jones" di sala 2001'ê de hat kişandin û ji aliyê gelek kesî ve hat temaşekirin; bi vî awayî bi ser ket. Lîstikvan Renee Zellweger ku rola Bridget Jones lîst performanesek baş nîşan da û di warê Lîstikvana Herî Serketî de wekî berendama Oscarê hat nîşandayîn. Fîlmê duyemîn "Bridget Jones: Sînorê Mantiqê" di sala 2004'an de hat kişandin bi qasî fîlmê yekemîn nehat temaşekirin.
"Bridget Jones" ji romana Helen Fielding a bi heman navî hatiye girtin. Senaryoya fîlm Helen Fielding û David Nicholls dinivîsin. Di fîlm de Renee Zellweger rola Bridget Jones a ezeb ku ji aliyê mêran siûda wê nîn e dilîze.
Nivîsandina senaryoya fîlmê nû didome lê hê nayê zanîn ku dê kengê bêkişandin.