Di tenûra guhê min de dengê qirçîniya agirê har dihat. Qirçîniya êgir, di kerîneka guhên min de dioland, dioland û hey dioland. Cilêtekî tûj, perdeya dîmena guhên min birî, pejkên xwînê li ser dîmenê dojehê dipejikî, dîmen vediguherî xwînê, xwîn vediguherî dîmenê…Dengên, de beseeee looooo! Di guhên min de dikir zingînî û digo: Naxwazim, naxwazim, naxwazim, naxwazim, naxwazim…
Dengekî şilopilo di beroşa serê min de dibû mezeloq, mezeloq di dest de, dest bi mezoloqê ve, beroşa serî dikir puxepux û dikeliya, çavên beloq û tenûra guhê min, di kelecanê de direhêlî, hestên hêzê, tirsê û kerbê dibûn gilokek û di qirika min de dialiqîn. Ez diwelidîm, erê erê ez diwelidîm ji dêya xwe. Dengê şilopê ji tenûra guhên min venediqetiya, min li welidandina xwe dinêrî, na, na, min li xirpişandina cinawirekî temaşe dikir, na teqez min xewn û xeyal didît, ez jî nizanim min çi didît, serê min tevlihev bûbû. Na na teqez ez xewnan dibînim. Med-cezîrên di hundirê beroşa serê min radipelikî û nizm dibûn, mîna pêlên behrê bûn. Di zara guhên min de sîmetrî û asîmetriyên min diwelidî. Der-sîmetriyek, ji malzarokê difiriya ser doşekê, doşekek bi xwîn, doşek dişemitî ez li ser doşekê divajiyam. Dengê de bes e loooooooooooo! Û dengê pirr xweşşşşşşşşşşşşşşş e!… di qula guhên min de pêl didan, beroşa serî di qula guh de, qula guh di beroşa serî de, li hev heyirîbûn, herdu dibûn yek, yek dibûn herdu, li zayindina xwe dinêrîn, dinêrî. Di qula guhên min de dagirkerî, li dîlê siwar dibû, siwar dibû, siwar dibû... Perdeya guhên min ê diltenik diqetiya û beroşa serê min bi trafoyê elektirîkê ve dizeliqî. Çavên beloq li ser cilêtê tûj, dest bi cilêt ve, cilêt li ser dîmenê, cilêt ji dest baz dida, dibirî û disekinî, dibirî û disekinî…
Her şev di van xewnereşkan de dijiyam, min nizanîbû tiştên tên dijîn xewnereşk in, an jî rasteqîn in. Feqet niha a rast ez bi vê derûniyê dijîm. Belkî jî najîm, belkî tenê giyana min a şîzofreniyê ye, belkî ruhê min ê bi pêl û pêl ber bi xêzika asoyê ve diçû û wenda dibû. Tenûra guhan, beroşa serî dikeland, beroşa serî ji serî baz dida, çavên beloq lê temaşe dikirî. Peyv, di qirikê dialiqî, gotin diesirîn û dibûn êş, êş vedihuzî gotinan, gotin dibûn hevok, hevok dibûn paragrafek, paragrafek dibû metnek, metnek dibû çîrokek, çîrok di beroşa serî de dikeliya, serî di qula guh de, qula guh di hemêza çavên beloq de, ez dibûm çavên beloq, na ez dibûm beroşa serî, na na ez dibûm tenûra guh de, tew ez dibêjim min xwe dixist dewsa cilêt, na loooo! Ez dibêjim ev paradoksên min in. Cilêtê tûj, di tenûra qula guhan de, di beroşa serî de û di çavên beloq de çîrok diafirand, ez bûm tenûra guhan, beroşa serî û çavên beloq, na na ez xelet im, ez ne vana yek im jî, ji nav vana de tenê yek im, belkî jî giş im û belkî jî ez’ên min in. Dîmen diqusiya, cilêt har bûbû di tenûra qula guhên min de, min qusandina xwe didît, ez diqusiyam, diqusiyam, diqusiyam û hey diqusiyam. Qirçiniya tenûra har beroşa serî disincirand, çavan ji beroşa serî de baz dida û dirikrikî. Guh, beroş disincirand, beroş çav disincirand û her sê dibûn yek, hevdu dikelandin.
Guh go: De bes e loooo! Te serê min êşand
Beroş go: Hay ji te tune ye qey tev ji rûyê te dizê, tu guhdar dikî, tu guhên xwe mît dikî û tu frekansa ji beroşa serê min re dişînî û tu serde jî qebhetê bi ser min tînî, de ka ez te çi bikim.
Çavên beloq, tew ez dibêjim sûcê we herduyan e, heke tu guhdar nekî û tu di beroşa serê xwe de neesirinî, ev tevlihevî an jî ev bûyer pêk nayê. Wele hûn rastiyê bixwazin ev tawanbariya bela serê me her sêyan e.
Guh go: Wele rast dibêje çavên beloq.
Beroş go: Wele ez jî di vê qenaetê de me.
Ey de baş e hûn di heman fikrê de ne. Lê ez dibêjim em her sê jî yek in, na na ez şaş im, em ne yek in, em ji hevdu cuda ne, belkî jî em paronayên hev in. Belkî em sîmetriyê hev in û belkî jî em hemû dersîmetriyek in…
Cilêt dixirpişî ser dîmenê, ji navrana dîmenê xwîn û av diherikî, her ku min xwe tevde dida bêtir diqîriyam, min xwe berjêr ber dida, zîtok diavît, naxwazim, biwelidim dixwazim di malzaroka dîmena xwe de hişk bibim, naxwazim êşê xwe têxim giyana te, dixwazim di êşê xwe de biqusim, mîna mastên diqusin, lê mixabin do dikuta îro û ez û ez’ên xwe diwelîdî, rabirdû di hemêza dahatûyê de avis dibû… Di tenûra guh de agirê har tenûr dişewitand, navrana tenûrê fire dibû, dengê qirçiniya agirê tenûrê di qula guhên min de hîna jî dioland. Dengê de bes e looooo! Û pirr xweşşşşşşşşşşşşşşşşşşş e! Di aşê serê min de dihêriya. Aş, beroşa serî dihêrand, beroş avis dibû, di beroşa serî de hiş, binhişî û derhişî diwelidîn. Freûd dipengizî, hundirê beroşê û şerrê îd, ego û sûperegoyê dest pê dikir. Kî xurtbûya ew dibûn deshilatdarên beroşê, tenûra guh û çavên beloq. Derhişî û dersîmetriyek ji navranê difiriya û diketin hemêza çavên Salvador Dalî, di qula guhên min de Freûd û Dalî dikirin pistepist, beroşa serî de têgihin û wêneyan baz didan ser hevdu, têgih vediguherîn wêneyan, wêne vediguherîn têgihan, beroşa serê min Freûd û Dalî diresimandin, Dalî û Freûd jî ez diresimandin. Hijik, qirş û qal di mista wan de tenûra hundirê der-binhişiya min, çav û guhên min har dikirin, beroşa serê min dikelandin û ji çaven beloqî Freûd û Dalî dipengizî ser sêniya taştê, yekî beroş dikeland, yê din tenûra guh har dikir û vediguhezî kelê, kel dibû har û ji çavên beloq dipejikî ser tabloyê.
Guh û çav mirêka beroşa serê min in, beroşa serê min dixumxume. Ji nişka ve dîsa dengê de bes e loooooooooooooooooooooooooo! Û oxxxxxxxxxxweşşşşşşşşşşşê! Di tenûra qula guhên min de kir zingînî, beroş dibû guh, guh dibû beroş, beroş dibû çavên beloq, çavên beloq dibûn beroş, guh dibû çavên beloq, çavên beloq dibûn guh, hemû dibûn ez, ez dibûm em, na naaaaa! Hemû ne ez û em in. Nizanim belkî ez im, belkî em in, belkî giş in û belkî jî…
Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê me Çorê Arda pirtûka xwe ya çîrokan amade dike. Me jê xwest ku ji pirtûkê em çîrokek wî biweşînin. Ev e yek ji wan çîrokan... Ger ji xwendevanên me hinên bixwazin li ser biaxivin, yan fikrên xwe bêjin dikarin bi Çorê Arda re bikevin nav têkiliyê.


