Şair di helbesta xwe de wiha dibêje:
Efendîno*
rahijin teşkên xwe
rahijin kincên xwe postalên xwe û şewqeyên xwe
çiyê we hebe li ser vê axê û we çi anîbe bi xwe re:
tenq, top, tifing, teyare…
û we çi ava kiribe: dibistan, qereqol, dadgeh
û hepsên bêdergeh, zindan û asaqgehên têrguneh
û jinên xwe jî esseh efendîno, zaroyên xwe jî :
hebe pîç û bêjiyên ji xwe jî
û kûçikên xwe jî bibin, pisîk û çivîkên xwe jî
û ala xwe jî ji bîr mekin efendîno, ala xwe jî
tiştekî, tiştekî nehêlin ji kerema xwe…’
Axirî gotine ‘ker bi kertiya xwe du caran bi cihê herî re derbas nabe’
Ji wê roja ku navê we bi haşa’yê pênase bûye ta îro, ku me pir bi derengî fam kiribe jî, axirî têgihîştin êdî gihîştiye cihê famê, em ne birayên hev in, qet nebe li ser navê xwe diyar dikim, ez ne birayê we me, haşa hûn jî ne biayên min in!
Çimkî, ne merivantiya me yek e, ne nan û ava me. Ne zimanê me yek e, ne çand û dîrok û axa me. Ne xwedayê me yek e, ne ola û kitêbên miqedes û pêxemberên me. Ne giriyê me yek e û ne jî; çendîn ku bi saya serê we me li deriyê xwe nedî be jî, esseh kenê me, ne jî kenê me yek û wekhev e, naşibe hev.
Ji loma, em ne birayên hev in efendîno!
Efendîno! çand û karê we destdirêjiya sebiyan, talankarî, dagirkerî, tevkujî, dizî, û teşîrkirina jinên we kuştî…
Çîrokên bi hovîtiya we hatî honandin têra şevên bi sedan salan dike da meriv bi sedan nifşan re vebêje, da ew tim xwe dûrî we bigrin, xwe ji we biparêzin.
Çimkî ku rih bibin bihost jî hûn nebûne-nabin dost û ne jî heval û yar û hîç nabin bira efendîno!
Çimkî li pêşberî dada dewleta we em ne wekhev in!
Çimkî di dada we de navê me paqijî ye!
Çimkî hûn dagirker em bindest, çimkî xwedayê we desthilatê we, yê me wijdana me…
Çimkî hûn nijadperest em hê nebûne milet…
Çimkî hûn û hevkar û bêjiyên we hov, lê em bêhêz û neçarên derengmayiyeke demî(!)
Çimkî hûn ji wî dolê ku bi gurî re dixwe bi xwedî re şînê digerîn in.
Çimkî, gur û kerî nabin bira, û em jî wisa!
Çimkî, rovî û dîk nabin bira, û em jî wisa!
Efendîno! çimkî mirîşkek kurd jî ku kurd were, çimkî ku kurdek rabe ji xwe re baqaliyekê jî veke, hûn har dibin, gilêz ji devê we dihêrike, çimkî hûn dîrek û endîrek dijminetiya me dikin, çimkî we hebûna xwe li ser tunebûna me û yên din ên ne ji we ava kiriye.
Çimkî biratiya we biratiya bêjiyan e efendîno!
Çimkî em aştîxwaz û azadîperest in, lê hûn, hûn şerxwaz û mêtinger in.
Em û hûn, na looo! haşa em ne birayên hev in efendîno!
Çimkî, hezar salî din jî bihore li ser vê xakê, ji hirçê post ji we ne dibe dost ne jî bira...
Ji lew şair giş negotiye.
Heta îro we em bi nav û ol û pirtûka wî xapandin û qaşo kirin birayên xwe lê…
lê bi destûra şairê min ê nemir, vê ristê li bin helbesta wî zêde bikim:
Efendîno!
rahêjin xwedayê xwe
rahêjin ola xwe
rahêjin pirtûka xwe
û
bêjiyên xwe jî bîr nekin
bişeqitin herin ji vir…
çimkî, em ne birayên hev in…
*Beşek ji helbesta Arjen Arî ya bi navê "Efendîno"


