Diyarname
Pirtûka nû ya çîrokan a nivîskar Şêxo Filîk bi navê "Ew ne ez bûm" ji Weşanên Avestayê derket. Di pirtûka ku 64 rûpel e de 7 çîrok cih girtine.
Pirtûka "Ew ne ez bûm" duyemîn pirtûka çîrokan a Şêxo Filîk e ku berî vê di sala 2015'an de pirtûka wî "Bêbavî" derketibû.
"Ew ne ez bûm" ji 7 çîrokan pêk tê ku hemû çîrok bi şêwaza kolajê hatine nivîsîn. Kolaj cureyeke nevdeqî (intertextûality) ye ku Julia Kristeva ev teorî li ser gotina "tu tişt nemaye ku nehatibe gotin" a Mikail Baxtîn ava kiriye.
Wekî hemû berhemên awangard "Ew ne ez bûm" jî bi mebesta balê bikişîne ser kaos û qeyrana civakî hatiye nivîsîn ku ew kaos û qeyran sedema klîşe û xitimînên nivîskî bi xwe ye.
Lewre awangardîzm di wê îdîayê de ye ku pêngavên mezin her bi gavên biçûk dest pê kirine. Ev pirtûk jî li ser vê rêyê bi zimanekî çîrokî hatiye sazkirin. Çîrokên vê pirtûkê ji metin, gotin û peyvên heyî wekî çîrok, roman, gotinên stranan, nûçeyên rojnameyan, gotinên pêşiyan, biwêj, diyalogên fîlman û hwd hatine sazkirin, bi şêwaza çîrokî hatine honandin.
Di pirtûkê de ev heft çîrokên bi navê "ez bûm", "da", "vegera nifşekî wendabûyî", "dîsgotina straneke bêgotin", "bajarên neqediyayî, "....nê. ...om..î" û "aroş em alam em" cih girtine..
Nivîskar Şêxo Filîk di sala 1982'yan de li Semsûrê hatiye dinê. Wî di sala 2006'an de yi zanîngehê beşa mamostetî temam kiriye û dest bi mamostetî kiriye lê piştî sê salan bi KHK'yê ew ji mamostetî hatiye avêtin. Paşê wî dest bixwendina hiqûqê kiriye û ev beş jî xilas kiriye lê vê carê pirsgirêkên nedana rusheta parêzerî derxistine pêşiya wî.*
Yekem pirtûka wî di sala 2015'an de bi navê "Bêbavî" (Avesta, çîrok) derketiye. Dûre pirtûka "Biraz Dolaşacagim" (çîrokên ji wêjeya kurdî) di sala 2016'an de wergerandiye tirkî. Û niha ew bi "Ew ne ez bûm" li pêşberî xwendevanan e.
Şêxo Filîk ku heta niha di hin pêşbaziyan de bi çîrokên xwe xelat girtibûn, wekî pêvajoya nivîsê jî di Diyarnameyê de bi navê "Roja Nehşemî" quncikek wî heye.
- Ew ne ez bûm / Şêxo Filîk/ Weşanên Avesta / Çîrok / 2020 / 64 rûpel


