logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Şengul Ogur / Qaqibo

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo

Ehmed Huseynî û “Nivîskarê rastîn”

  • Dîrok: 23/06/2010

Di nivîsa bi navê “Bejnên kurt, zimanên dirêj û rûreşiya keysbazên kurmanciyê-III-” de Ehmed Huseynî niviskariya Helîm Yûsiv û Joseph Brodsky dide berhev û hêlên van her du nivîskaran yên hevpar û dijî hev destnîşan dike.

Li gorî Huseynî da ku kesek bikaribe bibe “nivîskarekî rastîn” divê bikaribe bi zimanê ku pê xwendiye, perwerde dîtiye ango bi zimanê serdestê xwe  jî binivîsîne. Û heke nikaribe bi zimanê serdestê xwe binivisîne ew kes nikare bibe “nivîskarekî rastîn”

Huseynî wiha dibêje: “Piştî ku Helîm Yûsiv xwe di zimanê hînbûnê de ku erebî bû, wek nivîskarekî xwedî behre, şêwaz, fantazî û xeyaleke dahênane çesipand, pêşkêş kir û baweriya me gişan bi nivîsandina xwe anî, êdî ji mafê wî ye, madem nivîskarekî rastîn e, ku bi wêrekî û bi xwebawerî berê xwe bide zimanekî din jî.” (Ehmed Huseynî, Azadiya Welat)

Li vir tê xuyan ji bo ku “baweriya me gişan bi nivisandina” niviskêr were, ew nivîsker divê teqez bikaribe bi berhemên xwe yên ku bi zimanê serdestê xwe nivîsî”, xwe ji serdestên xwe re “biçespîne” û heke bikaribe xwe ji serdestên xwe re biçespîne, wê çaxê wê bahweriya me pê bê û wê çaxê jî wê “maf”ê bi zimanê xwe nivisînê bi dest bixe. Na heke ku nikaribe bi zimanê serdestê xwe binivisîne, nikaribe xwe ji wan re biçespîne, ew ê nikaribe bibe “nivîskarekî rastîn” û tu mafê nivîskêr nîn e ku bi zimanê dayikê binivisîne.

Li gorî vê nêzîkatiya Huseynî, hemû helbestvan, çîroknivîs, romanivîsên kurd yên ku nikarin bi tirkî, erebî, farisî berhemên hêja binivisînin û xwe bi serdestên xwe bidin çespandin, ne “nivîskarê rastîn” in. Û ne baweriya me bi wan heye ne jî “maf”ê wan yên bi zimanê dayikê nivîsin heye.
Huseynî,di nivîsa navborî de,bi awayekî metelmayî wiha dipirse: “Çima piraniya nivîskar û rojnameyên  kurmanciyê, tenê, dikarin bi kurdî binivîsînin? Çawan nivîskarekî kurd, ku tirkiya wî ji kurdiya wî baştir, dewlemendtir û berfirehtir e, nikare bi tirkî çîrokekê, ne di asta tirkekî çîroknivîs de, lê di asta kurdekî tirkînivîs de, binivîsîne.?”

Heke em vê nêzîkatiya Huseynî ji xwe re referans bigirin divê îro hemû helbestvan, çîroknivîs û romanivîsên kurd, dev ji nivîsîna bi kurdî berdin û hewl bidin ku bi tirkî, erebî û farisî binivîsin. Tenê nivîsîna wan ya bi erebî, tirkî û farisî jî ne bes e; her wiha divê berhemine hêja jî bin da ku ji hêla serdestan ve werin “çespandin’. Piştî ku xwe ji serdestên xwe re dane çespandin, hînga wê baweriya me bi van nivîskaran be, hînga wê mafê wan yê bi nivisîna bi kurdî hebe û encax hingê wê bibin “nivîskarên rastîn”

Li gorî vê nêzîkatiya Huseynî,  gelek kesên ku îro tenê bi kurdî çîrokan dinivîsin û ji bilî çîrokên bi kurdî çîrokên wan nîn in, ne “nivîskarê rastîn” in. Her wiha gelek romanivîsên kurd yên ku romanên wan ji bilî kurdî bi zimanekî din nîn in, ne “nivîskarê rastîn’ in. Heman tişt bo helbestvanên kurd yên ku tenê bi kurdî dinivîsin jî derbas dibe.

Ev nêzîkatiya Huseynî ne nêzîkatiyeke nû ye. Di kovara Jiyana Rewşen, hejmar 43, sala 2000’î de jî Huseynî wiha gotibû: “Ji bo ku tu bikaribî qabiliyeta însanan detnîşan bikî û rastiya nivîskariya wî ronî bikî, pêwîst e her kes bi zimanê ku li dibistanê xwendiye bikaribe hestên xwe derbibire. Mirovê ku nikaribe bi zimanê dibistanê derbirînê bi kar bîne, bi zimanê dayikê ku li dibistanê nehatiye bikaranîn nikare xwe derbibe. Mirov rasteqîniya nasnameya nivîskariya xwe ji zimanê dibistanê digire.”
Belê, sal 2000 û sal 2010 Huseynî heman ramanê diparêze. Di vir de jî diyar dibe, li gorî Huseynî, da ku nivîskarek bibe nivîskarekî rastîn, ji bo ku “rasteqîniya nasnameya nivîskariyê” bi dest bixe, teqez divê bikaribe bi zimanê dibistanê, ango bi zimanê serdestê xwe binivîse û berhema xwe cara pêşîn bi zimanê serdestê xwe bide û xwe bi wan bide çespandin.

Heke gelek kesên ku îro nivîskarên kurd in, berî deh salan ev raman û nêzîkatiya Huseynî bipejiranda ez bawerim gelek roman, çîrok û helbestên kurdî yên ku niha hene, wê di pirtûkxaneya kurdî de nîn bûna.

Hîç pêdivî û divêtiya me nîn e ku em bikaribin bi zimanê dibistanê ango bi zimanê serdestên xwe binivîsin. Beyî ku em ji zimanê serdestên xwe berheman bidin jî, em dikarin berhemên gelek serkeftî ji xwe derînin û bibin “nivîskarên rastîn”

Ehmed Huseynî bêyî ku bikaribe bi erebî binivîse jî nivîskarekî rastîn e, Mehmed Uzun bêyî ku bi tirkî binivîse jî nivîskarekî rastîn e. Hesene Metê beyî ku bi tirkî binivîse nivîskarekî rastîn e. Em dikarin navan zêde bikin…

Divê baweriya me bi me hebe. Helbet, pirsigirêka negihabûn û kamilbûna berhemên me  hîn hene lê sedem ne nekarîna nivîsandina bi zimanê serdestên xwe ye û çareseriya wê ne ew e ku em biçin û bi tirkî û erebî û farisî berheman bidin.
Sedem kêmbûna pirtûkên kurdî û tekane çareserî jî, dîsa pirtirkirina berhemên bi kurdî ne.

gernus@msn.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Xewndizê

  • 02 Sermawez 2010

Bajar jî xwe radestî xewê kir Dengê dîkan jî nayê vê berbeyaniyêStêrika li pencereya min bê deng e wekî minŞewleya şaneşîna şîn xemgîn...

Gelo ez heme?

  • 06 Adar 2009

Ger ku tu rast bî ey Descartes, naxwe ez nîn im.Ma te ne bi zimên ramanwerbûyîna xwe û bi vê ramanwerbûyîna xwe hebûna xwe peyitandibû û wiha gotibû:...

Aştiya me

  • 25 Kewçêr 2009

Dibêjin, "Çima hûn şahînîtî dikin? Çima şahîntiya aştiyê dikin? Çima hûn kevokên aştiyê bi coşeke mezin pêşwazî dikin?"...

Hemû Nivîsen Şengul Ogur / Qaqibo

Şengul Ogur / Qaqibo kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Partiya Çepa Kesk hevserokên xwe hilbijartin

ad

Êvarek ji zivistana gundî

ad

OZGUR GUNDEM

ad

Ronaldinho 46 serey xwu de reyna dest bi fûtbolî keno

ad

Pêşbaziya Dosyaya Helbestan a Arjen Arî li benda we ye

ad

Klîba Hefteyê: "Siwaro"

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname