logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Arjen Arî / Agirdank

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank

14 çarîn: dil, û şitlên ji ber dara dil çûyî

  • Dîrok: 24/01/2009

   


dil
navê te kaçûmanok, navê te bêndera tayê
sira nesimî hênik tenik, dil Çola Kerbelayê
ziman melhêba peyvan, çarînan didêrim
hemû qamûs bi navê te radibin reqs û semayê


şitl
1
şevekê, hew şevekê
ji paşîvê heta şeveqê
ez bibûma bahrek 
û tu kelekek bûya li kêlekê!

2
biçûma… dûr biçûma
li parsa hezê leqayî te bibûma
parsa kirî me bikira şekir
û me bela bikira li zarokên xakekê.

3
rojekê, rojekê pêrgî te bêm
dişêm çivîkên çavên xwe bifirînim
stiraneke nîvcomayî dê birevînim
ji ser şaxê henara l’ daristanekê.

4
motacî du peyvan im niha:
yek, ji bo çavên te biçurisin
ya din, bo porê te pê şeh bikim
li ber kezîkura neynikekê

5
ne tu bî
hezê çawa li ferhengê zêde bikim?
peyvê çawa ji Evdêl deyn bikim?
kaniya ji nû ve zayî me, dikim
zêde bibim û biherikim berûbahrekê

6
her tu welatê min î  bênav î: 
di tofana jiyê de tu qeraxa herî kevî
tu li başûrê dilê min dikevî:
layek te rastî, layek yekera xeyalekê!

7
tenêtiyekê dimeyênê dilê min
wey li min, li kê dinerin çavên te?
sihar dê bimeya li ser mijankên te
ku min şev bikuşta bi xençera maçekê

8
qîzikeke çil-kezî ne xweziyên min
bi şev dihûnim, bi roj wan şeh dikim
bi her şehkirinê re dilê te seh dikim
dimînim,nikarim derêm ji binê çalekê!

9
dikulkul im li ser rêya dildayînê
kulekê kulek im, her  li dû kerî:
tu bi vê rikkê, lê… ez bi vî serî
nagihine hev li duriyanekê!

10
ji hemû deran tu ji dil dixwî
noşîcan be noşîcan, ku tu min jî bixwî
tu nexwî, dil dê çi bihele d’ min de
qajikek im di nav diranên hezê de
heza te dişibe qajikçûtina qereçiyekê

11
kurmikê hezê ku di dil de geriya
bi ser peyîzê de henar ku pel bi pel weriya
piştî her birqê ku ezman giriya
xuşşîna robaran  e mizgîna biharekê

12
tu a di dilî de, bi dilî re tu ê bikevî tirbê jî
tu ê li ser tirbê durikekê dirêj vebêjî
tu ê hezê birêjî hezê li tevî tava xilolîkan
pahra zarokê giryan, ya çîrokbêj:vebêjî!

13
taldeyek î tu, sîtaveke zinarî, bayekî hênik
tayê jiyînê bi hezê stûr,bêhez xavik xavik
bi ya dilê xwe bik lo, bi ya dilê xwe
dil qesr û qonax e, pahra mirîyan e çalik!

14
hez bêtemen e, di temenê hezê de me ez
ez bêtemen im di temenê min de ye hez 
bibez, newest li dû dil da tu bi ser hezê vebî
dara sêr ,mixabin çi berî nade;
lê her xerzik bi demê re dibe rez!

arjenari99@yahoo.com

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Çîroka di ser taştê de

  • 14 Adar 2009

Digotin li wî serî dinyayê ye, sar e; heşt mehan berf ranebe ji erdê... Hinekan jî digot şeş heyvan roj e li wê, şeş mehan şev…Ez neçûbûm wê...

Ji nav 56 çivîkan qertelek…

  • 24 Tîrmeh 2007

      Çîve-çîva çîvîk eÇivîk lepek e.Çîve-çîva çivîk eÇivîk gepek...

Birîna Reş*

  • 20 Rezber 2008

Ji bo bîranîna Musa AnterDi wextekî ku lehengên çîrok û çîvanokan: dêwên heft serî, mirovên ku ferên aşan bi lingên wan ve,...

Hemû Nivîsen Arjen Arî / Agirdank

Arjen Arî / Agirdank kî ye?

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Nîqaşeke nû: Pirsgirêkên wergera kurdî

ad

Ji qada hunerê 5 nûçeyên derketine pêş

ad

Ger HDP bibe partiya Tirkiyeyê...

ad

Li DYA'yê tîraja kovar û rojnameyan dadikeve

ad

Ji Kidman sehneyên balkêş

ad

Otonomiya Kurdên Rusyayê komkujiya Şengalê şermezar kir

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname