Sor e axa wê…
Ne mîna qetemêlakekê sip î sor;
Hinetîtkî, cî bi cî bi ser hevrîşmiyeke pembeyî ve, nermesor…
Dêra Sor di xilmaşiyeke dîrokî de dev bi mohr, li wê guhera nîvnewalî warê kundê kor, raserî Zivinga Mûsa kavilek e ji hezaran şûnwarên kir î kavil…û xir î xalî!
Her kavil cendekek e wesle bi wesle ji gewde jêkirî, û her cendek kavilek e li vî welatê dîrok bi ser dîrokê de serjêkirî…
Mîratxurên Mîr Somê Omerî, Çaliyên duh xwedî xwedavend îro li Edeneyê, li Mersînê, li Qedîfeqeleya İzmîrê ‘noka li kevir ketî’, bi navê Xirbê Sor bi nav dikin wî şûnwarê bêrîvanan di bergeha bêriyekê de wendakîrî…
Û ji wê rojê de wenda ye Xirbê Sor, Dêra Sor wenda!
Û ez wenda me, tu wenda yî, ew wenda:
Di nava Xetên Sor de li ser xakeke dabeşkirî!
01/08/09
arjenari99@yahoo.com


