Diyarname
Goç-Derê (Komeleya Kesên Koç Kirine) li ser Nisêbînê ku bi temamî 134 roj derketina kuçeyan lê qedexe bû raporeke amade kir û îro ew eşkere kir. Hevserokê Goç-Dera Amedê Yilmaz Kan rapor xwend. Vane ji raporê hin not:
- Di nav heyeta lêkolîn kir de Hevseroka Komeleyê Semire Nergiz û Yilmaz Kan, endamên Rêveberiyê HaknasSadak, Sadettin Akay û hiqûqnas û pisporên teknîkê hebûn. Heyetê lêkolîna xwe 2'yê gelawêjê kir. Heman heyetê roja 25'ê tîrmehê lêkolîna xwe ya pêşî kiribû, piştî lêkolîna duyemîn rapor hat temamkirin.
- Cihên lê gelek pevçûn çêbûne bi têlan girtine, qedexe kirine û hê nahêlin kes bikeve cihên hê têne xirakirin.
- Li taxên qedexe kirî dest bi xirakirin û rakirina xerfiyatê kirine û ev kar ji kompaniyên herîmî dane kompaniyên biyanî ku ev yek balkêş.
- Di dema qedexeyê de sivîl û esnaf neçûne cihê kar, kargehen xwe venekirine. Di van kargehan û li malan dizî çêbûne. Di rewşa qedexeyê de ji ber ku ji bilî hêzên ewlehiyê îhtîmal tune bû kes li kuçeyan be ev meseleya dizî divê bi awayekî bi bandor bê lêkolînkirin û kiryar bêne dîtin, bêne darizandin.
- Kesên ku bi zorê hatine koçberkirin, mal û milkê xwe terikandine divê ji bo won alîkariya madî û manewî bê kirin.
- Hatiye dîtin ku di dema qedexeyê de û paşê jî destûr nedane ku cenaze li goristanê bêne definkirin.
- Rayedarên dewletê agahî nade rêveberiyên herêmî û hevparî çênabe.
- Ji bo travmayên li nav civakê bêne rakirin divê hesta edaletê bê xurtkirin, gavên ji dil bêne avêtin.
- Protokola Otopsî ya Minnesota belgeya bingelîn a Neteweyên Yekbûyî ye, divê lêkolînên binpêkirina mafan, îşkence û lêkolînên li ser mirinan li gor vê belgeyê bêne lêkolînkirin, pisporên zanyar vê yekê bikin.
- Ji bo derxisitna holê ya binpêkirina mafan em bi lezgînî bang li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisa Tirkiyeyê dikin ku bi lezgînî here navçeyê.
- Ji ber li bajarên xirakirî û şewitandî de hê ketin û derketina wan deran qedexe heye hê tam rewşa texrîbatan nayê zanîn.
- Heyeta me di lêkolîna li tax û çarşeya Nisêbînê de kir dît ku li ser dîwaran nivîsên nijadperest hatine nivîsandin.
- 6 taxên ku hatine xirakirin û şewitandin bi giştî 45 hezar kes ji wir koç bûne li bajar, navçe û gundên nêz bi cih bûne. Dewletê heta niha ev koçber qet agahdar nekirine. Armanc ew e ku veger bê dirêjkirin, ev kes ji cih û warên xwe bêne veqetandin.
- Di salên 90'î de jî mirov hatin koçkirin, hat dîtin ku polîtîkayên komkujiya çandî ne ji bo demekê, her çiqas rêbaz û asta wan biguhere jî bûye polîtîkayeke dewletê.