Têgeha “xwedîlêderketinê” her tim ez aciz kirime lewre heke hûn xwedîlêderkevin hûn hêz in, hûn desthilat in yên li hemberî we bêhêz in, mexdûr in. Yê ku çareyan pêşkêş dike, yê ku her tiştî baştir dizane her hûn in! Li ser encameke wisa em ê karibin pirseke bi vî awayî bikin; sebeb çi ne ku hûn desthilat in, ew mexdûr in, mecbûrê şewqet û alîkariya we mane?
Ew sebeb ji holê werin rakirin, hiqûq hebe, demokrasî hebe, zilm û zordarî tunebe, her bawerî her fikir û raman, her reng azad be ê mesele nemîne. Ew “beledbûna bi xwe ya li hemberî mexdûran” hûn alîgirên wan bin jî carna hukum li şêweyê dike. Wisa ku carna di derbirînan de (helbet ji niyetan tu şik nîn e) em pirgî xeletiyan tên. Heke yek bi yek em li derbirîn û têgehan hûr nebin di rabêj û tevgerên me de kêmanî dimînin, ev detay xuya bikin jî ji bo “yên din” ji bo mexdûran ne detay in…
Têgeha “Gelê Êzdî” jî yek ji wan derbirînan e ku bi problem e, wextê ev têgeh tê bikaranîn wekî êzdî miletek cuda bin têne hîs kirin û bi vî awayî halek îzoleyî yê din xwe dide der. Ew kurd in lewre têgeha kurdên êzîdî rastir e.
Her wisa heke bi mexduriyeta wan re em li serkeftin, hewl û têkoşîna wan nefikirin emê dîsa bibin sebebê kêmaniyan. Ji cudabûna baweriyê ketibe bi çand, ziman û kultura xwe kurdên êzidî, zimên hem xweş parastine hem jî dewlemend kirine. Zimanê Mishefa Reş û Kitêba Cilwe bi kurdî ne, jiyana wan her bi kurdî reng û şikil girtiye.
Di warê edebiyatê de li Kafkasê ew war û bingehek in. Em aliyê îdeolojîk deynin hêlekê (çiqas dixwestin îdeolojîk tevbigerin an jî çiqas mecbûr man, ev pirsên dîtir in, li gorî kesan rewş û rastî çi mehneyên xwe hebûn û hwd pirsên wisa dikare werin kirin) û em ziman esas bigirin em ê bi rihetî karibin bêjin kurmancîaxêv deyndarê wan in, çawa deyndariya me ji bo Hawar û gelek gavên dîtir heye.
Binihêrin di warê edebiyatê de, di warê lêkolîn û kedê de ew hewqas serkeftîne lê kesek ji wan navê xwe neda pêş, negot, “ez”. Dîsa ger em hinek hêlên naverokê û aliyên îdeolojîk deynin aliyekî emê bi rehetî bêjin Hewariya Heciyê Cindî ji alî modernîzasyona kurmancî ve, ji alî afirandina zimanê romanê ve şaheserek e. Min di romanûsiya xwe de rûmet li nihêrînên Mehmed Uzun girt ku ew bi hewl bû azadiya takekes derxe pêş, têkiliya edebiyatê û azadiya qelemê bi bîra me bixe. Bala me bide edebiyata dinyayê. Lê heçî ziman, zimanê edebî û zimanê romanê yê Heciyê Cindî ye kurmancî di romana wî de derya ye. Çi eleqeya tiştên wisa û babetê pev ve heye, helbet hewl didim bi bîr bixim ku em serkeftinên wan bi bîr bînin ev ji derî moralê wekî vehesîn dibe sebebê siyanet û hurmetê.
Kesên wekî Erebê Şemo, Qanatê Kurdo, Ordîxanê Celîl, Eskerê Boyik… Lê nirxên wekî Celîlê Celîl û gelek gelek rûmetdarên din… Baş e, heke em li detayan difikirin em li ziman, çand û edebiyatê difikirin ev pirs xweş bi mehne dibe; gelo kê li kî xwedîtî kiriye? Helbet ji hestiyariyê û ji halê romantîk, gotin ji devê min dernayên, berhemên wan referans in. Pirêzeya wan li meydanê ye. Ji jiyan û trajediyên bi serê wan de hatî peyv di berhem û derbirînên wan de bi can û rih in, xwedî xweseriyan in, bi şikil û şemala xwe behsa welatekî dikin ku erd, cî war cuda bin jî ew welat bi mirov re bi bizav e.
Ferqek wan heye ku şayanê rêzdariyek bêhempa ye; bindest bi awayek hewl didin xwe bidin begemkirin. Di bîst sî salên dawî de di edebiyata me de bi awayek hewlên wisa hatine dîtin. Em dibînin ku edebiyatvanên Kafkasê neketine nav hewleke wisa. Edebiyat û xebatê ji bo şexsê xwe nekirine pêpelûk, ziman û edebiyatê esas grtine belkî sirek serkeftina wan jî ew e. Li Celîlê Celîl binihêrin, we di kîjan gotin, nivîs an jî lêkolînên wî de, hîs kiriye ku ew xwe, navê xwe derdixe pêş…
Heke em li sernavê nivîsê vegerin em ê ji alî jiyaneke demokratîk ve jî bi bîr bixin ku bawerî, çand, deng û rengên cuda dikarin jiyanê bi şikil bikin. Lewre em kurd her ku azadiyê bi dest bixin ji alî rêveberiyê rastiyên wisa ji bo me şens in.
Nîşe: 1.Heya niha gelek caran min dixwest nivîs lê bikim, hestê xwe der bibim lê her ditirsiyam ku hukmê nihêrînên oryantalîst yên hundur xwe bide der! Yanî, ez jî bikevim halê şîretkar û xwedîlêderketiyan! Bila gotineke klîşeyî neyê dîtin lê serbestiya êzidiyan pêşeroj û azadiya miletê me ye jî.
2.Di sala 2004’an de li Îzmîrê min pêşniyar li Lal laleş kir ku wekî weşanxane ew me ji lezeta berhemên edebiyata me ya Kafkas nekin. Hat dîtin ku wî pêşniyar li ber çav girt. Em ji hin berheman mehrûm nekirin.
3.Di modernîzasyona kurmancî de ji bo derfetên derbirînê û helbet ji bo îmkanên ziman, edebiyata Kafkas tecrube û arşîveke muhîm e. Bi wê arşîv û danehevê ve ger em çavên xwe li edebiyata dinyayê vebikin gavên me siviktir bin.


