Diyarname
Îsail Bîenala Stenbolê di navbera 12'yê rezberê û 8'ê sermawezê de dê li dar bikeve. Cihên ku Bîenal dê li dar bikeve diyar bûn.
11'emîn Bîenala Navneteweyî ya Stenbolê dê bi beşdariya 69 hunermend û komên hunerî yên ji 40 welatan li dar bikeve. Niha cihên ku dê çalakiyên Bînealê li dar bikevin diyar bûn:
Antrepoya 3 nimre ya aîdê İstanbul Deniz İşletmeleri ya li Findikliyê, Depoya Titûnê ya li Tophaneyê, Dibistana Ruman a li Ferîkoya Şîşliyê.
Dibistana Ruman a Ferîkoy ji sala 2003'yan ve ji ber ku xwendekarên wê nîn e girtiye û niha yekemîn car dê deriyên xwe ji bo çalakiyên hunerî veke.


