Diyarname
Pêşbaziya Çîrokan a Abdullah Duran ku ji aliyê Egîtîm-Sena Amedê ve tê lidar xistin bi dawî bû û kesên bi serketin hatin eşkere kirin.
Îsal 12'yemîn car hat lidarxistin. Di beşa kurdî (kurmancî u kirmanckî) û tirkî de pêşbazî hat li dar xistin. Di beşa kurmancî de Lehî Bohtan bi çîroka “Çîroka Kulek: Zemanê Bêziman” bû yekemîn. Ji gitîgeha Tîpa F a BOluyê Mesut Yurtsever bi çîroka “Veqetîna Ewil” bû duyemîn. Memê Miksî jî bi çîroka xwe “Qasimê Xelîlî û Giregirên Helbesta Kurdî” rêza sêyemînî bi dest xist.
Li aliyê din çîroka Lokman Laçîn (Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê) "Çengo", çîroka Turan Uysal (Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê) "Av" û Çîroka Esengul Adiyaman a bi navê " “Kefşila Giyayê Jehrê” hêjayî xelata mansiyonê hat dîtin.
Ji bo kirmanckî de qet çîrok nehatin şandin loma tu nirxandin nehat kirin.
Di beşa tirkî de Merve Bozyel bi çîroka “Kent Rehberi” bû yekemîn. Ji Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê Halil Dag bi çîroka “Okuzun Gozuyle" bû duyemîn, Dilda Erol jî bi çîroka “Agirlaştirilmiş Gece” rêza sêyemînî bi dest xist.
Li aliyê din bi çîroka “Pou” Zulfikar Turç (Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê) , bi çîroka “Eski Bir Yara” Ugur Işik û bi çîroka “Deklanşor” Ali Murat Çelik (Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê) xelata mansiyonê girt.
Roja 28'ê adarê kesên bi ser ketine bi merasimek ku dê li Şaxa Nimreya 2'yan a Egîtîm-Sena Amedê li dar bikeve bêne xelatkirin.
Abdullah Duran kî ye?
Abdullah Duran zarokek kurd e ku hê diçû dibistana seretayî, di bûyerên Amedê de, roja 28'ê adara 2006'an bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da. Ji bo bîranîna Duran, Egitîm-Sen her sal Pêşbaizya Çîrokan li dar dixe.


