Serdana Selahattin Demirtaş û şanda pê re ya Başûr qediya. Heta niha kêm serdanên navxweyî ewqas deng vedane. Hevdîtina ewilî ya Demirtaş li Serê Bilind a Pîrmamê li qesra Serokatiya Herêma Kurdistanê pêk hat.
Ew qesir piştî sala 2005‘an ku Mesûd Barzan bû Serokê Herêmê li wir hatibû avakirin. Li wî cihê Pîrmamê ku niha jê re dibêjin Serê Bilind, piştî serhildana 1991‘ê, Mesûd Barzanî û endamên din ên malbatê jî di nav demê de li wir bi cih bûn. Serê Bilind raserî Hewlêrê ye û di warê ewlekariyê de jî cihekî muazem e.
Du tabloyên salona pêşwaziya mêvanan a qesra Serokatiya Herêma Kurdistanê gelekî balkêş in. Her du tablo dîroka dûr û ya nêz a Kurdistanê di nava xwe de dihewînin. Tabloya yekem portreya bavê hizra netewî ya kurd Ehmedê Xanî ye. Tabloya duyemîn jî temsîla dema Mîr Zeynedîn bi Mem re satrancê dilîzê û Beko cihê Mîrê Botan û yê Mem ê Alan bi hev dide guherandin.
Demîrtaş û Barzanî ligel şandên bi xwe re li ber wan her du tabloyan wêneyên xwe girtin û ji çapemeniyê re belav kirin. Dibe ku bi kişandina wêneyên li ber her du tabloyan xwastibin peyamekî jî bidin raya giştî ya navxweyî;
Li Bakur serdema pêşiya xendekan û ya piştî xendekan tê jiyandin. Li Rojava bi ketina artêşa tirk a Carablûsê re awir hemû çûne ser wê yekê ka gelo Efrîn wê bigihe kantonên din. Rewşa Başûr ji ya her du parçeyên din xerabtir e. Metirsiya ku di rojên pêş de milmilaneyên siyasî bibin sedema ku kurd xweziya xwe bi van rojan bînin heye.
Eger em şerê birakujiyê lê nekin, têkiliyên navxweyî yên kurdan ti caran wekî niha xirab nebûne. Parlamentoya Başûr bêfonksiyon maye. Aborî di rewşa herî xerab de ye. PDK behsa ragihandina serxwebûnê dike lê aliyên din ên siyasî yên Başûr vê yekê wekî manevraya guhertina rojevê dinirxînin. Pirsgirêka di navbera PYD û ENKS’ê de dibe sedema têkiliyên xerabtir ên PDK‘ê û PKK‘ê. Di ser de jî, rojekî piştî serdana herî dawî ya Barzanî ya Tirkiyeyê, ku gotibû dê di demeke nêzîk de tiştên erênî biqewimin, artêşa tirk kete Cerablûsê de. Bi vê yekê re agirê di navbera aliyan de gurtir bû.
Nebûna têkiliyan û zimanê medyayê yên aliyan êdî dibe sedem ku girse jî di bin bandorê de bimînin. Civaka xwediyê fikrên cuda di bin atmosfera siyasî ya serdest de ji hev dûr dibe. Têkiliyên navmirovî bi jehra pirsgirêkên milmilaneya siyaseta serdest dikeve.
Serdana HDP‘ê ya di bin serokatiya Selahattin Demirtaş a Başûr ku 21‘ê vê mehê destpêkiribû, avek di ser vî agirî de rijand. Hêviyên ku partiyên kurd dîsa nêzîkî hev bibin afirîn. Pişti Pîrmamê, Demirtaş hem li Hewlêrê û hem jî li Silêmaniyê bi civînên ligel hemû aliyên siyasî gera xwe dewam kir.
Eger mirov guh bide medyaya nêzîkî PDK‘ê armanca serdanê daxwaza navbeynkariya Barzanî ya ji bo lihevanîna PKK‘ê û hikûmeta Tirkiyeyê bû. Û mirov guh bide medyaya nêzîkî ji PKK’ê bigirin, heta YNK‘ê, Goran û Îslamiyan jî, HDP‘ê navbeynkariya aliyên siyasî yên Başûr kir û xwest krîza heyî ji holê rabike.
Demirtaş roja 25´ê vê mehê, roja dawî ya serdana xwe careke din çû Serê Bilind û dîsa li wir bi Mesûd Barzanî re civiya. Helbet Demirtaş bi vê serdana nû peyama partiyên din ên ku bi wan re civiyabû ji Barzanî re ragihand û encamên hevdîtinên xwe jê re danî ser maseyê.
Dibe dema ku Demirtaş careke din piştî çar rojan di ber her du tabloyên li qesra Serokatiya Herêma Kurdistanê re derbas bûyî li Ehmedê Xanî nêrîbe û wekî mizgîniya serdemeke nû pê re bişişî be. Helbet dibe ku tenê li nav rûyê Beko jî nêrî be û bi xemgînî di ber re jî derbas bûbe.
Lê Demîrtaş li qesrê li kîjan tabloyê nêrîbe û hevdîtinên wî bi çi awayî meşiya bin jî, serdana wî ya Başûr hêviyek nû bi civaka kurd re afirand.
Balkêş e ku ev hêviya nû ne partiyeke kurdistanî lê serokê partiyeke ku bi siyaseta xwe ya tirkiyeyîbûnê tê rexnekirin di nava civakê de afirand. Ev jî bi serê xwe sîleyeke dîrokî ye.


