Diyarname
Komeleya Nivîskarên Kurd li Amedê çû serdana nivîskar û rojnamegerên kurd ên girtî û ligel silavan, gazinên wan jî anîn.
Rêveberên Komeleya Nivîskarên Kurd ev çend roj in di nav hewldanê de ye ku herin serdana endamên xwe û nivîskarên kurd ên girtî. Encax îro ji dozgeriyê destûr girtin, lê tenê destûr ji bo du kesan derket. Li ser navê Komeleyê dozgerî destûr da Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz û rêveber Rodî Zinar. Her du çûn serdana rojnameger Tayyip Temel, nivîskar Alaattin Aktaş û parêzer Muharrem Erbey.
Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Yilmaz piştî hevdîtinê ji bo malpera me Diyarnameyê qala hevdîtinê kir.
Yilmaz got ku nivîskar û endamên wan ên girtî ji rewşenbîr û nivîskaran gazin dikirin, dixwestin nivîskar, rewşenbîrên kurd hinek din eleqe nîşanî wan bidin û wisa got: "Wan digot, 'Ji her derê kes û sazî tên serdana me, lê ev sê sal in em li vir in heta îro komele nehatiye serdana me, xwedî li me derneketiye.' Ligel komeleyê ji rewşenbîr û nivîskarên me yên din jî gazin dikirin. Silavên wan ji bo hemû nivîskar, rojnameger û rewşenbîran hebû û digotin bi piştgiriya wan dê moralê me baştir bibe."
Mehmet Yilmaz got moralê her sêyan jî baş bû, bi taybetî ji nivîskaran dixwestin ku dema pirtûkên wan ên nû derkevin ji wan re jî bişînin.
Ji girtiyan rojnameger Tayyip Temel ketibû rojiya mirinê jî û rewşa wî xirab bûbû. Li ser pirsa me Yilmaz bi vî awayî qala rewşa Temel kir: "Piştî grevê hat dermankirin, niha baştir e. Lê nexweşiya wî ya anemî, yanê ya xwînê heye. Niha tê dermankirin lê têr nake. Dibe wî bişînin Enqere yan jî Stenbolê. Ji aliyê tenduristiyê ve her sê hevalên me jî baş bûn."
Yilmaz got ku Temel, Erbay û Aktaş bi çûyîna me gelek kêfxweş bûne û her çavên wan li komeleyê û li piştgiriyê ye.