Li avahiya Dolmabahçe ku di dîroka Tirkiyeyê de cihekî wê yê taybet heye nêrînên Şanda Îmralî û ya hikûmeta Tirkiyeyê derbarê “Pêvajoya Aştiyê” de ji bo raya giştî hatin eşkerekirin.
Eger em banga Ocalan a ku PKK di biharê de kongreya xwe li dar bixe lênekin, naveroka daxuyaniyên her du aliyan tenê ji beyankirina niyetê pêk tê. Derbarê nexşerêya pêvajoyê de tiştek nehate gotin. Her wiha zelaliyeke ji bo bergirtina pêvajoyê dê alî çi gavên berbiçav bavêjin jî dernekete holê.
Pêvajoya tê behskirin ev sê sal in di rojeva raya giştî de ye. Digel daxuyaniya li Dolmabahçeyê hê jî baweriya aliyan bi hev çênebûye. Lê belê konjektura herêmî û ya navneteweyî aliyan mecbûrî vê diyaloga heyî dike.
AKP roj bi roj hikumdariya xwe ber bi rejîmeke totalîter ve dimeşîne. Sempatiya berê ku dinyayê nîşanî wê dida êdî nemaye. Li nava Tirkiyeyê muxalefeteke cidî ya li dijî wê radiweste heye. Eger Erdogan pêvajoya aştiyê biqedîne, dê nikaribe êdî xwe ji bayê pêlên civakî yên mîna Gezî û operasyonên dizî û bertîlê bifilitîne. Bertekên li dijî wî yên heyî û dînamîka muxalefeta kurd bibin yek, tu darên ku Erdogan xwe pê bigire dê nemînin.
PKK jî êdî ne rêxistineke wekî berê herêmî ye. Bi tekoşîna wê ya li dijî DAIŞ’ê re sempatiyeke mezin di nava siyaset û raya giştî ya cîhanê de jê re çêbûye. Şerawestandina wê ya li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bûye sedem ku ew enerjiya xwe bi awayekî serketî li Rojava û Başûr di şerê dijî DAIŞ’ê de bikarbîne. Her wiha ji ber endambûna Tirkiyeyê ya NATO’yê hemû çalekiyên wê yên li dijî Artêşa Tirk li cîhanê wekî çalakiyên terorîstî dihatin hesibandin. Lê ji ber nebûna van çalakiyan êdî PKK li cîhanê tenê bi lehengiya xwe ya parastina herêmên kurdan li Rojava û Başûr tê dîtin. Ev yek rê li ber deranîna wê ya ji lîsteyên terorê vedike.
Ji ber van egerên li jor diyaloga niha navbera her du aliyan de heyî li ser bingeha “Win-Win Situation” ango qezanca her du aliyan dimeşe.
Aliyekî din ê herî gelek sûdê ji diyaloga heyî û ji berdewamiya daxuyaniya li Dolmabahçe bigire HDP ye. Selahattin Demirtaş di hilbijartinên serokomariya Tirkiyeyê de dengekî bilind wergirt. Sedema vê yekê jî ew bû ku şerawestandin hebû û wî propagandaya xwe ya hilbijartinê li ser esayê Tirkiyeyîbûnê bi rê ve bir. Bi taybetî ji bo gelek tirkan Ekmeleddin Îhsanoglu ne alternatîfê Erdogan bû û ji ber vê yekê wan dengê xwe dan Selahattin Demirtaş. Eger wê demê şer navbera gerîlayên kurd û artêşa tirk de hebûya, dê peyamên Demirtaş ên ser bingeha Tirkiyeyîbûnê negihabûna raya giştî ya tirk. Ev yek jî dê bûbaya sedama ku gelek tirk dengê xwe nedin Demirtaş û ev rêjeya bilind jî dê bi dest neketiba.
Li pêşiya me hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê hene û HDP bi awayekî rîzîkoyî bi navê xwe dê bikeve hilbijartinê. Di hilbijartinên pêşwext ên 7’ê pûşpera îsal de bi neketina HDP’ê ya meclisê re wê rêya AKP’ê ku bikare gelek zagonan bi serê xwe biguherîne vebe. Ev yek gelek kesan ditirsîne. Ji ber vê egerê ketina HDP’ê ya meclisê wekî rêgirtina AKP’ê ya ku bikaribe li gor dilê xwe tevbigere tê dîtin. Bi nebûna şer re dê HDP bêhtir bikaribe xwe bigihîne raya giştî ya tirk. Ev yek jî dikare bibe bingeha ku HDP benda sedî 10 ya hilbijartinê bêyî pirsgirêk derbas bike.


