Mirov kîjan otomobîlê bikire û jê memnûn be, piştî demekî girêdaneke hîsî bi wê markayê re çêdibe. Çîroka min a Volkswagen jî ew e lê ev demek e heyraniyeke min a Mazda jî çêbûye.
Heta niha min herdem erebeyên Volkswagenê ajotine. Saxlem in. Konfora wan jî ne xerab e û arzan in jî. Bila şaş neyê fêhmkirin, ji me re li gor piyaseya Almanyayê arzan in.
Ya rast, ji ber çîroka Volkswagenê ya Şerê Cîhanê yê Duyemîn carnan dilnexweşiya min a jê re û muhasabeya wijdanî bi min re rû dida. Lê balkêş bû ku Volkswagenê berî çend mehekî tişteke ku tu kes ne li bendê bû kir; Ji ber êrîşa li ser Rojava, projeyeke xwe ya mezin li Tirkiyeyê da rawestandin. Ev yek bû sedem ku kêfa gelek kurdan êdî ji otomobîlên Volkswagen re werin.
Lê ne tenê aliyê siyasî yê Volkswagenê kurdan eleqedar dike. Heke kurd çîroka otomobîla Mazda bizanin, wê meyla wan bikeve ser wê jî.
Otomobîla Mazda ya japonî yek ji markeyên mezin ên dinyayê ye. Li gor malpera Statista ya almanî otomobîla Mazda par di feydekirina firotinê de li seranserî dinyayê di rêza 11'an de cihê xwe girt.
Çîroka otomobîla Mazda di sala 1920'î de dest pê kir. Şîrketa bi navê Toyo Cork Kogyo Co. Ltd. li Hîroşîma ya Japonyayê hat damezirandin. DYA'yê wê piştre bombaya atomê biavêta vî bajarî.
Şîrket di destpêkê de devikên şûşeyên şarabê çêdike. Lê karê wê zêde bi serketî derbas nabe. Xwediyê şîrketê Jujiro Matsuda biryar dide ku derbasî çêkirina parçeyên mekîneyan bibin.
Di sala 1931'ê de jî dest bi çêkirina otomobîlên Mazda tê kirin. Navê ji otomobîlê re jî tê hilbijartin ne bi tesadûfî ye. Xwediyê şîrketê Jujiro Matsuda navê xwedayê dînê zerdeştîtiyê Ahura Mazda li otomobîla xwe dike. Di malpera şîrketa Mazda de di vê derbarê de ev agahdarî tê dayîn: "Ahura Mazda rihê xuliqandinê yê zerdeştîtiyê ye. Ew ronahî û zanînê di nava xwe de dihewîne."
Sedemeke din jî ya Jujiro Matsuda biryara navlêdanîna Mazda dayî navê wî bi xwe ye jî. Di japonî de Matsuda û Mazda wekî hev têne gotin.
Logoya otomobila Mazda jî sembolên zerdeştî di nava xwe de dihewîne. Sembola wekî herfa "V" di nava giroverîkê de dixuye, bask û tîrêjan û giroverîk jî rojê sembolîze dike. Li gor fîlozofiya şîrketê, per û bask sembola rihê azad in.
Ez têm dawiya nivîsê û piştî her du çîrokên li banî, dixwazim vê yekê bibêjim; Kurd otomobîlan çênakin lê otomobîlên ku bikarin wijdana xwe pê rehet bikin hene.