logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Kazim Polat

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Kazim Polat

Kazim Polat

Li Swîsreyê biryara qedexeyê dan lê betal kirin

  • Dîrok: 26/04/2020
Berî vîrusa koronayê jiyan ew qas bi lez diherikî ku tu kesî hîs nedikir çi dijî çi najî.. Her kesî dida lotikan, ha mezin bibim, ha dewlemend bibim, ha pêşketî bibim..
Li Swîsreyê jî jiyan berî vîrusa koronayê wiha bû; di nav bazdanek de bû. Niha bêyî tevlihev bûnê, sakîn bû.
Qedexe kirin lê biryar betal kirin
Niha ez dixwazim bi kurtî dîtin û agahiyên li Swîsreyê di dema bûyera vîrusa koronayê de bi we re parve bikim. 
Bêrî her tiştî dixwazim bêjim, derket holê ku li Swîsreyê “qedexe kirin qedexe ye.” Çawa? Li Swîsreyê gelek kanton hene. Dema vîrusa koronayê li Swîsreyê derket holê çend kal û pîr mirin. Li ser vê yekê kantoneke hema biryara qedexeya derketina derve a ji bo mirovên bi ser şêst û pênc salî re girt. Roja din ev biryara xwe bi paş ve vekişand; ji bo ku di Qanûna Bingênîn de hatiye danîn ku heqê tu kesî a kurtkirina azadiya hemwelatiyan nîn e.
Ev ji bo min li Swîsreyê bûyera herî balkêş a di van rojên vîrusa koronayê de bû.
Swîsreyî mîrovên li hemberî pisgirêkê analîtîkî û pragmatîkî ne. 
Rewşa niha
Heta niha li Swîsreyê ji ber vîrusa koronayê li dora 1400 kes mirine û dor 30.000 jî pêketî hene.
Li hemberî weşîna vîrusa koronayê tedbîrên binyat di du sê rojan de bi cî anîn.
Dibistan, aşxane, ji bêyî dikanên xwarin û firinan û dermanfiroşan hemû dikan hatin girtin; yên din hemû li ser karê xwe bûn, lê bêyî tedbîr nebûn. Navbera mirovan bi xetan her derê ku mirov nêzîkî hev dibin li ser erdê danîn û li ber her dikana vekirî dezenfekte danîn ku berî mirov bikevin dikanê destên xwe paqij bikin.
Li Swîsreyê di dema normal de tu kes eskeran nabîne lê niha esker bê çek têne dîtin; ji bo berjewendiyên civakê û alîkariya nexweşxaneyan. Dema sînor hatin girtin esker li ser sînoran bi cî kirin. 
Heta niha li Swîsreyê tu kêmasiya tiştan nehatiye dîtin.
Dibistan hêdî hêdî vedibin
Ji aliyê karê aborî ve, dewletê ji her fîrmayê re bêyî pirs û burokrasiyê hate pêncsedhazar frankê Swîsreyê krediya bê faîz terxan kiriye. Kesên ku bê kar mane jî dikarin ji dewletê meaşê xwe bistînin…
Niha jî çawa pê bipê tedbîr girtin, wan tedbîran didomînin. Roja duşêma 27’ê nîsanê/avrêlê dikanên hatin girtin dê vebibin. Du hefte paşê roja 11’ê gulanê dibistanên serekî dê bêne vekirin. Ger vîrus di bin kontrolê de be destpêka hezîranê/pûşperê dibistan û kar û barên din dê bêne serbest kirin.
“Di mal de bimîne”
Ji bo gotina “Di mal de bimîne”, weleh ez di mal de me û kêf kêfa min e; ez ji xwe re bi têra xwe bi kurdî romanan dixwînim. Ji ber vê yekê sipasiya vîrusa koronayê dikim ku ez li ser qûnê dam rûniştandin û got ha ji te re zeman; ji xwe re bixwîne û binivisîne. Ez wiha dikim…

Hin Nivîsen Nivîskar

GOTINÊN DIKANDAREKÎ WANÊ

  • 01 Rêbendan 2012

Min xwest hefteyeke berê van çavdêriyên xwe bi we re par ve bikim; ji ber çend sedemên kesayetî dema min nebû. Bi qesî du hefte ez li Wanê bûm. Kantona Basel a...

Dostoyevski, Salim Muslim, mêvanên mala me

  • 16 Sibat 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   Min di medya dîjîtal de konferanseke bi navê ‘ Garantiya Jiyana Aştiyane li Suriyeyê Sîstema Fêderalî ye’  ji hêla Hejarê Şamîl ve dihat pêşkêşkirin temaşe kir. Gelek...

Pergela nû, ax û welat

  • 06 Sermawez 2024

Ji bo guhdarîkirinê: Ez hatibûm; piştî sî salan, cara yekem bû min pêl vê axê kiribû û ez li ser lingên xwe sekinî bûm, erd û ezman, zevî û girên bi çendek darên giwîj û hermî, çiyayên dûr ên serî...

Hemû Nivîsen Kazim Polat

Kazim Polat kî ye?

Nivîskar Kazim Polat ji kurdên Mereşê ye. Ew heta sala 1992'yan di nav çapemeniya tirkî de bi salan xebitiye. Lê di sala 1992'yan de dev jê berdaye. Tam wê demê gotiye: "Heta ku ez bi zimanî kurdî, an jî bi zimanê kal û pîrên xwe nikaribim binivîsînim ez dê tirkî nenivîsînim."
Piştî vê yekê bi temamî dest ji tirkî ber dide û bi kurdî dide distîne, dinivîse.
Ji destpêka salên 90'î ve li Swîsreyê dijî. Van salên dawî hem li wir, hem li Elbistanê ye.
Heta niha pirtûkek wî derketiye:
"Êşa Zimanê Min" (Ceribandin, Weşanên Şemal, 2015)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Firina nan a Serêkaniyê dest bi kar kir

ad

Rêzgirtina faşîzmê

ad

'Di serdema Tanzîmatê de eşîrên koçber ên kurd'

ad

9 fîlmên vê hefteyê

ad

Li BEKSAV'ê ji bo jinan fîlm têne nîşandayîn

ad

BDP'yiyan çima Rûdaw ji kongreya xwe derxist?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname