logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)
  2. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  3. Arjantîn 'duble'yê dixwaze!
  4. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  5. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
news-details

Pêncî Romanên Kurdî

Ev navê berhema mirovê kedkar, wêjehezê kurd, xwînêrê berhemên kurdî Lokman Polat e. Eger her nivîskar, xwende û rewşenb

  • Dîrok: 09/11/2016
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

FÊRGÎN MELÎK AYKOÇ

Ev navê berhema mirovê kedkar, wêjehezê kurd, xwînêrê berhemên kurdî Lokman Polat e. Eger her nivîskar, xwende û rewşenbîrê kurd bi qasê Lokman Polat bi kurdî xwendiba, dê niha rewşa ziman û berhemên kurdî cuda ba, dê bazara zimanê kurdî bikaniya bi zimanê dagirkeran re têketa pêşbirkê. Lokman ne tenê dixwîne, bi qasê kanîna xwe jî berheman dinirxîne. Ev jî ji bo wêje û zimanê kurdî xizmeteke gelek girîng e.

Bi kurdî li dor sêsed roman hatine weşandin. Lê dema mirov di çarçoveya nîqaşa “Ev tev de roman in, yan jî çîrokên dirêjin” de li mijarê dinêre, rengekî din derdikeve. Birêz Lokman li ser vê mijarê wiha dinivîse: “Lê belê dema mirov tasnîfa wan bike, hemû ne roman in, hinek jê novel in, hinek kurte roman in, hinek çîrokên dirêj in û hinek jî çîrok in.” 

Bêguman rexnegirî barekî giran e, xebatên gelek hûr, kûr û dirêj dixwaze. Ji nivîsên wî tê fêmkirin ku angaşta wî ne ev e. Dixwaze berhemên kurdî bi hêla naverok, form û bi tevê hin nirxandinên xwe ve bide nasîn, ango ji rexnegiriyê bêhtir di forma danasînê de ye. Birêz Lokman vê wiha şirove dike: 

“Min bi navê 'Pêncî Romanê Kurdî' ev pirtûka di destê we de amade kir. Pirtûk antolojiya romanên kurdî ne. Danasîn, nirxandin û şiroveya pêncî romanên kurdî ye."

Birêz Lokman berê vê jî du berhem li ser danasîna berhemên kurdî weşandiye. Ew vê di pêşgotina “Pêncî Romanên Kurdî” wiha vedike: “Min di pirtûka xwe ya bi navê 'Bîst Romanên Kurdî' de behsa bîst romanan kiribû. Paşê min bi navê 'Sî Romanên Kurdî û Pêncî Romanên Kurdî' du pirtûkên din amadekirin.”

Di vê berhemê de ev roman hene: “Dimdim/ Jiyana Bextewar/ Hopo, Hewara Dicleyê, Jana Gel, Girê şêran, Rojnîvska Spinoza, Kitim, Dozdeh Çîrok, Evîna Pinhan, Qolyeya Cecileê, Hêvî Her Dem Heye, Zena,Gulîstan û şev, Toqa Lanetê, Tehma Xweliyê, Bilîcan, Nameyek ji Xwedê re, Rojên Êtûn, şivanê Berxan, Ez û Delal, Ez Stêrka Sîpan im, Mandalîn, Peyman, Payîza Dereng, Siya Dema Borî, Kulmek Morîkên şînbirik, Xezal, Pêşmêrge, Ser bi Ser, Mîrname, Wêneyên Keserê, Neynika Dil, Xadim, Jar lê Sermest, Em bûn Baran, Wendabûn, Sînor, Soro /keça Kurd Xanê, Rêwiyên Bê Welat, Xaltîka Zeyno/ Marên di Tûr de, Gava Ku Masî Tî dibin/ Sobarto, Satûrn, Tariya Bi Tav, Babîlosk, Xwedaber, Li Peravên Torê Torên Evînê, Otobês, Li Ber Keviyên Dicleyê, Dema Yêzdan Dibişirî, şapînoz, Dara Pelweşyayî.” 

Kesê ku dixwaze di derheqê van pêncî romanan de agahiyên têr bigire û hinek li ser rewşa romanên kurdî bifikire, divê vê berhemê ji sedî sed bixwîne. Bêguman li pey jî bi xwe wan romanan bi dest bixe û bixwîne. Lewre her romanekê bi serê xwe hin fikr û dîtinan, hin nirxandin û agahiyên nû tên bihîstin dide. Li aliyê din kurdiya mirov dewelemend û têr dike.

Li ser Nivîskar

Birêz Lokman Polat sala 1956'an li bajarê birîndar Licê hatiye dinê. Ew ji ber rewşa siyasî sala 1984'an de derbasî Swêdê dibe. Li wir dest bi nivîsandinê dike. Mirovekî gelek xebatkar, jîr û berhemdar e.

Berhemên wî; kurte çîrok: Evîn û Jiyan, Bayê Azadiyê, Mêrxas, Jin û Zîndanm Evîndar, Xwîn û Hêstirên Çavan, Ey şehîd ey hebûn, Gulîzar, Çîrokên Rengîn, Girîna Kurdî, Tu û Evîna Platonîk in. Berhemên vegotinan: Kaniya Stockholmê, Axîna Lîcê, 

Roman û kurte romanên wî: Kewa Marî, Fîlosof, Rojnamevan, Robîn, Hawar û Qêrîn, Nurheyata Licî, Kodnav Viyan, Parola Operasyonê (girtina Saddam), Paradîs Xweşiya Heft Rojan, Trajediya Evîndaran.

Pirtûkên wî yîn helbestan jî ev in: Helbestên Sirgûniyê, Dîwana Dilperîn. 

Tenê bi van jî nemaye û dest avêtiya karê lêkolînê jî; lêkolînên wî ev in: Ji nav edebiyata cihanê, Ji nav edebiyata Swêdê, Bandora Edebiyatê, Bîst Romanên Kurdî, Efsaneya şahmaran, Westayê peyv û hevokan Shakespeare, Edebiyat, rexne û roman.

Nasnameya berhemê

Navê Berhemê: Pêncî Romanên Kurdî

Nivîskar:  Lokman Polat.

Berg: Bi şazdeh bergên romanan hatî xemilandin.

Weşan: Weşanên ar, Gulan-2014 Stenbol

Stûrî : 334 rûpel e. 

balani51@gmxl.de

09.11.2016, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Nanê Gel li benda gel e

news

Rewşa dawî ya Birca Belek

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Latif Epozdemir: Mercên Niviskariyê û rewşa nivîskarên kurd

ad

Serokê Kurdî-Dera Batmanê hat girtin

ad

Hevpeyvîna Hekîm Sefkan û malperên kurdan

ad

Rêveberên HDP'ê texmînek çawa kirin?

ad

Wêneyên Komê Aştiyê yên di bin çavan de

ad

Li ser “Monologên li ber şibakeyê”

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

  • 15 07 2026
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Arjantîn 'duble'yê dixwaze!

  • 15 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname