Vê hefteyê ji bo lêkolînekî ez hem di nava arşîva xwe ya pirtûkan de û hem jî di înternetê de li hinek çavkaniyên di der barê perwerdeya zimanê kurdî li dibistanên Almanyayê de geriyam.
Li Almanyayê wekî hinek eyaletên din, li eyaleta Niedersachsenê jî mafê perwerdeya kurdî ya şagirtên dibistanê heye. Ji bo peydakirina çend agahiyan min piçekî çav li malpera Wezareta Perwerdehiyê ya Eyaleta Niedersachsenê gerand.
Digel peydakirina gelek agahdariyên ji bo wê lêkolîna min a pêwîst, ez çav bi çi bikevim?
...Kaxeza peymana di navbera dibistan û dê û bavan de ya di der barê neçûn ango reva şagirtan ya ji dibistanê...
Ji qewlê Cemîl ve heta vê derê her tişt normal e.
Rast e û ji xwe mesele ji vir û pê de dest pê dike...
Ev kaxeza bi navê “Lihevkirina dê û bavan û dibistanê”* ji bo dê û bavên kurd jî bi kurdî hatiye amadekirin.
Şert û daxwazên di nava peymanê de derbas dibin ji çar madeyan pêk hatine...
Ez bi xwendina vê peymana çûm demên xwe yên şagirtiya dibistana seretayî; Xwedê dizane ka min jî wekî gelekan ji we çend caran bi hincetên cur bi cur ji dibistanê baz daye yan jî bi hincetên cur bi cur neçûme dibistanê. Car caran nexweşiyên ku neyî, car caran rêwengîtiya xeyalî û car caran jî bi hincetên kolektîfî yên beredayî...
Lê ku wê demê ev peyman heba û hem jî bi kurdî?...
Ez bawer dikim dê zêde siûda min/me yên hincetên neçûna dibistanê çênebûya...
Bêguman fêdaya vê peymana bi kurdî ne tenê pêşîlêgirtina tiştên li jor min bi awayekî mecazî behs kirî bi xwe re diafirîne...
Ew peyman, ji bilî vê yekê dê û bavên kurd ên ku bi almanî nizanin tevlî berpirsiyariya perwerdeya zarokên wan dike, teşwîqî bi hev re karkirina bi dibistanê re dike, jixwebawerbûna dê û bavan bi hêz dike...
Xebatên Wezareta Perwerdehiyê ya Nidersachsenê yên ji bo dê û bavên kurd tenê ne ev yek e û ez çav bi hinek xebatên wan yên din yê gelek girîng û hêja ketim.
Lê ji ber vê peymanê ez birim zaroktayiya min, min xwest behsa wê bikim.
Û di dawiya vê nivîsa xwe de jî dixwazim dîsa pê li birînê bikim!
Ku em kurdên Almanyayê jêhatî bûna, komeleyên kurdan erkên rast ên komelayan pêk bianiya, rêxistinên me berê xwe tenê nedabana welêt û piçekî ji bo pirsgirêkên kurdên Almanyayê jî biketa di nava hewldanan, dê li piraniya eyaletên Almanyayê zarokên kurdan digel dersên xwe yên asayî, dersên bi kurdî jî bidîtiba...
*http://cdl.niedersachsen.de/blob/images/C1635917_L20.doc


