Ji bo guhdarîkirinê:
Bi mûnasebeta Roja Rojnamegeriya Kurdî, di 22’yê Avrêlê/Nîsanê de li ÇandAmedê gelek rojnameger gihîştin hev. Mazûbanî Şaredariya Bajarê Mezin kir û Roja Rojnamegeriya Kurdî hat pîrozkirin. Piştî taştê rojnamegerên li Amedê ku nûçegihaniya kurdî dikin, hatin cem hev. Civîn ji hêla Zana Farqînî ve hat birêvebirin. Li ser mijarên girîng ên derbarê standardîzasyona termên zimanî hat nîqaşkirin.
Zana Farqînî, girîngiya cudahiyên herêmî û cihêrengiya peyvan di kurdî de diyar kir û got ku di nava dezgehên çapemeniyê de termînolojiyeke cuda tê bikaranîn. Wî ev cihêrengî wekî pirengiya zimanî qebûl kir û destnîşan kir ku ev pirengî rê li ber pêvajoya standardkirina zimanî vedike. Rê û gavavêtina ber bi standardîzasyonê ve jî bi kêmanî di vir de dît.
Rojnamegerên ku beşdarî civînê bûn jî destnîşan kirin ku li gorî dewlemendiya zimanî û cihêrengiya kurdî divê standardîzekirinek hebe. Ji bo standardîzasyona ziman, termên di ferhenga çapemeniyê de derbas dibin, girîng dîtin.
KÊMASIYÊN AJANSAN
Ajansên heyî ji ber ku piranî gotinan ji tûrik û ferhenga zimanê tirkî peyda dikin; bi zimanekî fermî bikaranîna terman, bi gotinên şidiyayî û qerase xwe dide der. Li gor rê û rêbazên dezgehên fermî rave dikin. Bi taybetî ajans û medyaya kurdî, peyvên cuda bi termînolojiyeke ku li kurdî li hev nayê radigihînin. Di heman demê de ev dibe sedem ku ji parastina zimanî wêdetir, gelek nîqaş û geşedanan bi xwe re bîne.
Her çend cihêrengiya zimanî wekî dewlemendiyekê bê dîtin jî, lê di warê zimanê çapemeniyê de bikaranîna wê ne rast e. Cihêrengiya peyvan bandora ragihandinê kêm dike û rê li ber hîşmendiya fikirînê ya raya giştî digire ku nikare bigihîje agahiyên rastir. Di vê çarçoveyê de standardîzekirina kurdî ne tenê di warê bikaranîna zimanî de, di warê dab û nêrît û çanda civakî de jî divê bê nirxandin ku xwedî girîngiyeke mezin e û wê gelek pirsgirêkan bi xwe re çareser bike.
DÛRKETINA JI ESLÊ ZIMAN
Her dezgeheke ragihandinê li gor ferhenga di hişmendiya xwe de gotinan bi kar tîne. Ev cihêrengî di rapirsîna koka ziman de dibe pirsgirêk. Em baş bala xwe bidin gotinên çêker, piraniya wan ji termên bi zimanê tirkî hatine ravekirin û tê xwestin ku bi zimanekî wergerî jî bibin malê zimanê zikmakî. Ev rêbaz xetereyeke wiha bi xwe re diafirîne; dibe sedema bi tirkî fikrandin, bi tirkî ravekirin û bi wergera kurdî bê lêvkirin. Bi piranî peyvên ku ji tirkî tên bikaranîn hatine wergirtin, dibe sedema dûrketina ji eslê ziman.
Peyvên ku bi kurdî hatine wergerandin, peyvên çêker in. Mînak: “Engelsiz!” Bi kurdî “Berasteng, Bêasteng, Astengdar…” Tew mînaka “Kardeş Belediye!..” ecêba serî dikişîne. Ev rewş dikare rê li ber pêşketina zimanî rast e rast bigire. Ji ber ku peyvên tirkî di kurdî de ne xwediyê hevwateyên rast in. Di dema wergerê de hin guhertinan di wateyê de çêdike. Di vê encamê de bikaranîneke zimanî ku bi tirkî fikirandin û derbirîn derdixe holê. Ev rewş zirarê dide herikîna xwezayî û reseniya zimanê kurdî.
‘TERMÊN DERVEYÎ SOSYOLOJIYA KURDÎ DIVÊ NEYÊ BIKARANÎN’
Li gor teknolojiya li ber dest, alav û amûrên ku hatine ragihandin, bi kurdî çi qasî li paş be jî, gerek mecbûrî wergerê neyê dîtin. Standardîzasyona zimanî, bi termên derveyî sosyolojiya zimanê civakî gerek neyê bikaranîn û gotinên bêbingeh di nava ziman de neyê bi cih kirin.
Bi taybetî zimanê çapemeniyê li gor zimanê siyaseta rojane tê bikaranîn. Termên di gotinên siyaseta rojane de tên xebitandin, di nava koka zimanî de qet cih nagirin û qet wê nebin mijara berhemeke wêjeyî jî.
Ji bo rê li ber guhertinên berbiçav ên zimanî bê girtin, divê peyvên ku di warê zimanê çapemeniyê de tên bikaranîn, ji tirkîtiyê dûr û nêzî cewhera zimanê zikmakî bin. Ev yek dihêle ku ziman hem di warê çandî û hem jî di warê civakî de girêdaneke bihêztir bi xwe re saz bike.
CIVAKNSIYA ZIMAN Û ZIMANÊ ÇAPEMENIYÊ
Pêvajoya standardkirina zimanê kurdî divê tenê wekî pirseke zimanî neyê dîtin. Ev pêvajo bandorê li nasnameya çandî û dîrokî jî dike. Mînak, bi avabûna Komara Tirkiyeyê re xebatên standardkirina zimanê tirkî, ji bo ku ziman ji aliyê hemû beşên gel ve were fêmkirin û bikaranîn, hewldanek çêbû. Lê bi demê re gelek peyvên ji zimanên cuda ketin nav zimanê tirkî û ziman ji çand û kevneşopiya gel dûr ket. Gelek berhem wekî wergereke bê ser û bin di nava wêjeya zimanê tirkî de cih girt. Ji zimanê gel wêdetir, bi zimanekî çêker xwestin zimanekî zanistî bidin ava kirin, lê mixabin ev jî bû sedema afirandina zimanekî çêker û dûrketina ji cewhera zimanî.
PEYVÊN TIRKÎ AVAHÎSAZIYA ZIMANÊ KURDÎ TÊK DIBE
Ji ber vê divê gotinên qerase mîna zimanê tirkî di nava ferhenga kurdewarî de cih negirin û neyên bikaranîn. Divê kurd di pêvajoyeke bi vî rengî re derbas nebin. Dema standardkirina ziman, peyvên tevlîhev û biyanî yên wekî tirkî di nav kurdî de cih bigirin, avahiya xwezayî ya zimanî wê têk biçe. Li gel vê di standardkirina zimanî de dilsoziya bi koka zimanê çandî û dîrokî re, di warê parastin, hêz û reseniyê de xwedî girîngiyeke mezin e.
Di asta standardîzekirinê de civaknasiya zimanî divê li ber çavan bê girtin. Ziman ne tenê navgîna ragihandinê ye, hêmaneke girîng e ku nasname û pêkhateya civakî nîşan dide. Di vê çarçoveyê de têgînên ku di kurdî de tên bikarhanîn, divê li gorî pêwîstiyên sazûmanî û çanda civatî bin, ne li gor zimanê siyaseta rojane bin.
Bi taybetî divê zimanê çapemeniyê li şûna peyvên girêdayî siyaseta heyî, li gorî nirxên hevpar û eslê zimanî bi bêjeyan bê teşekirin, ku wê bi bandortir be. Peyvên di zimanê siyaseta rojane de tên bikaranîn, zirarê dide nirxên wêjeyî û çandî. Hewla vê yekê hewce ye ku cudahiyek di nav zimanê çapemeniyê de xwe bide der û li gor pîvanên civakî xwe li ber zimanê wêjeyê ragihîne.
Tecrubeyên demên berê yên ku hatine bikaranîn, di dema deskeftiyan de beriya qeyûm bê tayînkirin, ji ber ku bêbingeh bûn, esas nehatin girtin. Îro jî li gor vê pîvanê û nêrînê tev bê gerandin, wê xebatên di warê standardîzasyonê de bi ser nekevin û tevliheviya bikaranîna termên zimanî berdewam bike.
Civîna ku di 22’yê Avrêlê/Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî de hat lidarxistin, ji bo pêşeroj û standardkirina kurdî helbet gaveke girîng e. Standardkirina ziman, ji meseleya zimanî wêdetir, divê wekî pêdiviyeke çandî û civakî bê dîtin. Ku zimanê kurdî bibe zimanekî yekgirtî, wê cudahiyên herêmî jî li ber çavan bigire, lê bêyî ku zirarê bide cewhera zimanî; hem wê mîrasa çandî biparêze û hem jî bi têgihîştinê re gel bigihîne hev. Pêwîstiya vê pêvajoyê bi siyaseteke zimanî ya ku ji aliyê hemû beşên civakê ve, li ser bingeha girêdanên dîrokî û dewlemendiya çandî heye. Û piraniya vê di destê çapemenî û ragihandina zimanê zikmakî de ye.


