Diyarname
Cîgirê Midûrê Giştî yê Bankeya Ziraatê Şenol Babuşçu bi ser hesabê xwe yê twitterê re li ser pereyên nû yên Tirkiyeyê tiştin gotin û dîrok nivîsî.
Babuşçu got, "Dixwazî ev hikumet dewam bike, dixwazî muxalefet were desthilatdarî, di nav 3 mehan de karê pêşî çapkirina pereyê 500 TL û pereyê hesin ê 5 TL'yî.
Babuşçu dibêje ku ger Bankeya Navendî peywira xwe bianiya cih û li hemberî enflasyonê têbikoşiya û qîmeta TL'yî biparasta dê pêdivî bi 500 TL'yê neba."
Babuscu diyar kiriye ku di rêbendama 2009'an de ji dema ku 200 TL derketiye heta niha pereyê gelek qîmeta xwe winda kiriye û mînakek wisa daye, "Wê çaxê 200 TL beramberî 131 dolarî bû, îro beramberî 10 dolarî ye. Wê çaxê bi 200 TL'yî 84 lître mazot dihat kirîn, niha 9 lître tê kirîn."
Li aliyê din Babuşçu gotiye ku di sala 2024'an de jî dê pereyê 1.000 TL'yî û pereyên hesinî yê 10 TL'yî bê derxistin.